Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

HDP’ê Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz kir

HDP'ê Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz kir û wiha got: “Dîroka çapemeniya kurd, her wiha parçeyek ji dîroka ronîbûn û berxwedaniya kurd e.”

Navenda Nûçeyan |

Ji bo Roja Rojnamegeriya Kurdî HDP’ê peyamek belav kir û vê rojê li rojnamegerên kurd pîroz kir.

Peyama HDP’ê ya ku bi îmzeya Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê û Berpirsê Komîsyona Çapemeniyê Tayîp Temel hatiye belavkirin wiha ye:

“Di 22’yê Nîsana 1898’an de Mîqdat Mîdhed Bedirxan li Qahîreyê, di nav şertên mişextiyê de, rojnameyeke bi navê Kurdistanê derxist û mohra xwe li dîroka çapemenî û rewşenbiriya kurdî ya sedsala 20’an xist. 5 hejmarên pêşîn ên rojnameyê di şert û mercên dijwar de li Qahîreya paytexta Misrê hatin derxistin, lê piştî zext û zordariyên dewleta osmaniyan hejmarên wê yên 6-31’an ji aliyê Ebdurrehman Bedirxan ve li Swîsreyê û Îngİlistanê hatin derxistin. Di rojnameyê de piştî demekê nivîs û nûçeyên bi Tirkî yên zêdetir behsa despotiya Siltan Abdulhemîd dikir jî hatin weşandin. Bêguman ev rojname di hişyarbûna neteweyî ya kurdan de bandoreke mezin li rewşenbîriya kurdî û tevgerên kurdan kiriye. Her wiha Rojnameya Kurdistanê dergeheke nû li qonaxa modern a kurdan vekir û ji bo gelek rêxistin, sazî û dezgehan bû îlhameke mezin. 22’yê Nîsanê û Rojnameya Kurdistanê ji ber vê karekterê xwe yê dîrokî û damezirîndêr, ji sala 1973’yan heta niha wek Roja Rojnamegeriya Kurdî tê qebûlkirin û pîrozkirin. Ev 123 sal in bi hezaran rojnamegerên kurd di rêya ku Mîqdat Mîdhed û Ebdurrehman Bedirxan vekirine de bi biryar dimeşin û vê mîrateya wan, ligel hemû zext, zordarî û sansûrê roj bi roj bi pêş ve dibin.

Li ser rêça Rojnameya Kurdistanê, heta îro bi hezaran kovar û rojnameyên kurdî hatin derxistin. Gelek nivîskar û rewşenbîr di bin ronahiya vê tradîsyonê de, fikr û ramanên xwe bi gelê xwe re parve kirin. Ji Rojnameya Kurdistanê heta îro, rojnamegerî di heman demê de bûye xeteke têkoşîn û berxwedanê. Li dijî rûreşiya desthilatdarên faşîst, Rojnamevaniya Kurdî şopa li ser heqîqetê bi bawerî û dilsozî didomîne. Ji ber vê taybetmendiya xwe, îro karakterekî xweser ê Rojnamegeriya Kurdî çêbûye: ev karakter li ser welatparêzî, heqîqet û wêrekiyê berz û bilind dibe.

Rojnamegerên kurd wek duh îro jî berxwedana xwe didomînin; li dijî qedexe, sansûr, tirsandin û gefan rojnameger tu carî ji rêya heqîqetê venegerin û têkoşîna xwe berdewam dikin. Rojnamegerên kurd bi xebat û xîreta xwe nehiştin êrîş, kuştin û zext bên veşartin, bi fedakarî xizmeta gelê xwe kirin. Lewre ew her dem bûn hedefa gefên desthilatdaran; hatin kuştin, girtin, sirgûnkirin. Bi taybetî, li Tirkiyeyê, di tarîtiya salên 90’î de gelek rojnamegerên kurd rastî êrîşan hatin, bi dehan rojnamegerên kurd hatin qetilkirin û girtin. Xwestin ku bawerî û vîna rojnamegerên kurd bişikînin û wan ji şopa heqîqetê vegerînin, lê wan tu carî serî netewand û çok venedan.

Dîroka çapemeniya kurdî, her wekî din dîroka rewşenbîrî û berxwedana gelê kurd e jî. Ev berxwedan ji serê sedsalê heta salên 90’î, ji 90’î heta 2021’an didome. Di 20 salên AKP’ê de jî rojnamegeriya kurdî her tim rastî astengkirin, sansûr û êrîşan hat. Bi taybetî piştî 2016’an bi îlankirina Rewşa Awarte û bi KHK’yan, AKP-MHP’ê hemû saziyên çapemeniya azad girtin. Dijminahiyeke mezin li hemberî çapemeniya kurdî û zimanê kurdî hat meşandin. Xwestin ku di serî de gelê kurd û hemû gelên Tirkiyeyê bi derew û reşkirin û xapandinê bifetisînin, lê rojnamegerêm kurd, li her derê sînorên vê faşîzmê nas nekirin û îro jî bi serfirazî têkoşîna xwe didomînin.

22’yê Nîsanê, Roja Rojnamegeriya Kurdî di serî de li danerê çapemeniya kurdî Mîqdat Mîdhed Bedirxan û hemû kedkarên çapemeniya kurdî pîroz be. Di vê rojê de em di serî de Apê Mûsa, Hafiz Akdemîr, Huseyîn Denîz û hemû şehîdên çapemeniya kurdî bi rêzdarî bi bîr tînin û li ber bîreweriya wan û mîrateya wan a berxwedanê bejna xwe ditewînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar