Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HDP’ê starta ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ li Amedê da

HDP’ê bi civîneke çapameniyê li avahiya xwe ya Amedê li dar xist û starta ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ da

Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Garo Paylan, di starta “Hevdîtinên Kar û Nan” a HDP’ê ya Amedê de, diyar kir ku rêjeya bêkariyê di asteke jor de ye û ev tişt got: “Em ê li her derî welatiyên xwe guhdar bikin û derdê wan bibin Enqerê.”

HDP’ê bi civîneke çapameniyê li avahiya xwe ya Amedê li dar xist û starta ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ da. Alîkarê Hevserokên HDP’ê Garo Paylan  ji Komîsyona Aboriyê Berpirsyar e, Alîkara Hevserokên HDP’ê Şaziye Kose ku ji Komîsyona Kedê Berpirsyar e, Alîkarê Hevserokên HDP’ê Nacî Sonmez  ji Komîsyona Ekolojiyê Berpirsyar e û parlamenterên partiyê Erol Katircioglû, Necdet Îpekyuz û Semra Guzel tevlî civînê bûn.

‘Bi milyonan kes din bin sînorê birçîbûnê de ye’

Di civînê de Alîkarê Hevserokên HDP’ê Garo Paylan axivî û diyar kir ku li welat krîzeke kûr aboriyê heye û wiha got: “Bi pandemiyê re aboriya gel serobino bû. Di pêvajoya pandemiyê de Qesr li welatiyan xwedî derneketiye û wan bêewle li holê hiştiye. Li şûna vê pere ji şer û alîgirên xwe re veqetandiye. Ji ber vê aboriya Qesrê û alîgirên wê baş e lê ya gel di xetereyê de ye. Desthilat dixwaze em ji rêjeyên ku bi wan dilîze û bêkariyê daxistiye ji sedî 12’an bawer bikin. Lê berovajiyê vê li welat bi milyonan bêkar hene û piraniya wan di bin sînorê birçîbûnê de dijîn. Esnaf li ber topavêtinê ne.Cotkar nikarin erdên xwe bajon.”

‘Dixwazin karkeran mehkûmê xizaniyê bikin’

Paylan, da zanîn ku li dijî xizaniyê dest bi hevdîtinên kar û nan kirine û ev tişt anî ziman: “Tevahiya salê em ê li her derê Tirkiyeyê welatiyan guhdar bikin. Destpêkê em hatin guhdarîkirina karker, jin û ciwanên Amedê. Li herêmê rêjeya bêkariyê di seriya ji sedî 50’yî de ye. Em dizanin ku li Amedê ji du kesan yek jê bêkar e. Bila hemû Tirkiye zanibe ku em bê çare ne. Em weke meseyên HDP’ê yên polîtîk aborî derketin qadê. Di pêşa duyemîn a şewbê de dîsa dixwazin karkeran mehkûmî xizaniyê bikin. Em ê li her derî welatiyên xwe guhdar bikin û derdên wan bibin Enqereyê. Em ê bi guhên ku naxwazin bibihîzin bidine bihîstin. Em ê qêrîna gel bigihînin Enqereyê. Em ê derdê gel bigihînin ew bêwijdanên ku li Qesrê kêf dikin.”

Piştî civînê heyeta HDP’ê li Şaxa Jimara 1 a Egîtîm Senê bi rêveberên Platforma Şaxên KESK’ê yên Amedê re hat gel hev. Heyet, di nav rojê de rêveberên DÎSK, TTB, SES, Komeleya KOBÎ û Odeya Muşavîrên Darayî û Hesabdarên Serbest, kedkarên jin ên li Herêma Pişesaziya Organîzeyê, esnafên Pasaja Mehmethanê ya Sûrê û Kolana Sakaryayê ya Rezan re bên gel hev.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar