Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HDP’î bi coş û keyfxweşî hatin pêşwazîkirin

Parlamenter, endam, rêveber û namzetên şevşaredariyên yên HDP’ê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li gelek deveran buroyên hilbijartinê vekirin û esnaf ziyaretkirin. HDP’î li her deverekê bi keyfxweşî hatin pêşwazîkirin

Xebatên hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên namzetên hevşaredariyê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) berdewam in. Di vê çarçoveyê de namzetên hevşardariyê yên HDP’ê li navçeyên Rêya Armûşê, Elbak û Erdiş yên Wanê, yên li navçeya Hîzanê ya Bedlisê, yên li navçeyên Gimgim, Kop û Melezgîrê yên Mûşê û yên li navçeyên Cizîr û Sîlopî yên Şirnexê xebatên hilbijartinê meşandin.

WAN

Di vê çarçoveyê de HDP’a Wanê bi tevlêbûna namzetên hevşaredariyan û parlamenterên HDP’ê û  rêveberên DBP’ê, li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê li ser kolana Orduyê buroya hilbijartinê vekir. Girseya ku li buroya hilbijartinê kom bû bê navber dirûşmên piştgiriya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re berz kirin. Di heman demê de girseyê dirûşmên weke ‘Qeyûm dê biçe, gel dê bê’ û ‘Bijî berxwedana Leylayê’ berz kirin. Girsê piştî buro vekir heta avahiya HDP’ê meşiyan.  HDP’a Elbakê jî bi tevlêbûna namzetên hevşardariyê Şengul Polat û Erkan Acar li gundên Qizilca Kadan bi welatiyan re civiya. Li navçeya Erdişê ya Wanê jî Namzetên HDP’ê yên hevşaredariyê Yildiz Çetin û Mahmut Pala jî Esnafên Sîteya Sanayiyê ziyaret kirin.

BEDLÎS

Li navçeya Hîzanê ya Bedlîsê jî HDP bi tevlêbûna parlamenter Celadet Gaydali û namzeten Hîzanê Dîlek Aslan û Erkan Çetîn esnaf ziyaret kir.

MÛŞ

Rêxistina HDP’ê li Mûşê jî bi tevlêbûna parlamenter û namzetan malbatên girtiyan û esnaf ziyaret kirin. Parlamentera HDP’ê Şevîn Çoşkun, namzeta HDP’ê ya Mûşê Sîbel Genç û rêveberên HDP’ê malbatên girtiyan ziyaret kir.  Li navçeya Kopê jî bi tevlêbûna parlamentera HDP’ê û berdevka HDK’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, namzetên hevşaredariyê yên Kopê yên HDP’ê Eylem Saruca û Adnan Topçu û rêveberan, li navenda navçeyê buroya hilbijartinê vekir.

Li navçeya  Gimgimê jî namzetên HDP’ê yên Gimgimê Ulku Karaaslan û Mahmut Yalçin, li kolan û taxan malbat ziyaret kirin û malbat guhdar kirin. Li navçeya Melezgirê jî bi tevlêbûna namzetên HDP’ê yên navçeyê Erdal Çakar û Munevver Ceylan û parlamenter Gulistan Kiliç Koçyîgît  bajaroka Saripinar ziyaret kir û qehwexane ziyaret kir. Şandeyê piştre jî gundê Şebo (Adaksu) ziyaret kir.

ŞIRNEX

Endam û rêveberên HDP’a Şirnexê jî bi tevlêbûna parlamenterên HDP’ê Ahmet Şik û Hasan Ozguneş û namzetên hevşaredariyê yên Cizîr û Silopiyayê, esnaf ziyaret kirin. Şandeya hilbijartinê herî dawî jî li Silopiyayê derbasî Kolana Hunerê bû. Li navçeya Hezexê jî bi tevlêbûna namzetên HDP’ê Songul Erden û Murat Şen û parlamenterê HDP’ê Huseyîn Kaçmaz esnaf hatin ziyaretkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar