Di çarçoveya xebatên ‘Em HDP ne li her derê ne’ parlamenterên HDP’ê Sezaî Temellî, Hişyar Ozsoy û Dîlan Dîrayet Taşdemîr, serdana navçeya Xinûsê ya Erziromê kirin. Parlamenter, bi girseya ku wan li têketina navçeyê pêşwazî kirin re heta navenda navçeyê bi dûrişmeyan meşiyan. Parlamenterên ku li navendê derbasî avahiyê HDP’ê ya navçeyê bûn, pirsgirêkên welatiyan guhdar kirin.
Di hevdîtinê de parlamentera HDP’ê ya Agirêyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, xîtabî gel kir û got ku gel bi xwedîderketina li partiya xwe derseke baş daye desthilatê.
Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî jî diyar kir ku ji axaftinê zêdetir hatine guhdarkirina gel û bal kişand ser xizaniya li Xinûsê û ev tişt got: “Bi taybetî di qada çandiniyê de pirsgirêk hene. Mirovên li vir bi çandiniyê debara xwe dikin tên cezakirin. Em ji bo guhertina vê pergalê têdikoşin.” ERZIROM