Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Hebûna gelê xiristiyan, kula dilê Erdogan e!

Sorgul Şêxo |

Di nava şerên ku li Rojhilata Navîn û giştî cîhanê de bi pergalî û hevalbendî diqewimin, hemû gel û pêkhate para xwe ji qetilkirin, serjêkirin, revandin, îşkence û helandina nasname û hebûna xwe girtin û digirin. Di nava gelê heyî yê resen ku koka wan vedigere hezaran sal berî dîrokê jî, bi êrîş û xeteriya qirkirinê re rû bi rû dimînin. Aşûrî, yek ji wan gelên ku ji nava golên xwînê rabûn, birînên xwe yên kûr û korim girtî, derman kirin. Lê ji ber ku rastî komkujiyên qirkirinê di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de ji aliyê dewleta Osmanî, Almanya, Amerîka û Iraqê, ji Colemêrg heya Duhokê ve hatin, nikarîbûn ku li wan cihan bimînin, ji metirsiya ku dîsa komkujiyên nû derheqê wan de pêk bînin û qir bibin. Ji lewra da ku xwe mezin bikin, li gelek welatên cîhan wekî misk û reyhanan belav bûn. Li cihê ku lê jiyan, gund û bajar ava kirin, sîstema xweparastinê ava û xurt kirin.

Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de Osmaniyan bi hevalbendiya Almanya û Nêmsa yê, di sala 1913-1915’an de Komkojiya Sêfo (Şûr) pêk anîn. Çima ev komkujî bi Sêfo ango Şûr tê naskirin gelo? Ji ber ku di vî şerî de ne bi çekan, bombe û balafiran lê bi şûran û alavên herî tûj, ew qetilkirin. Bi şûr serê zarokan serjê kirin, zikê dayikên dûcanî qelaştin û ew û zaroka/ê wê tev kuştin. Dapîrên aşûrî, suryanî, ermenî û kildaniyên wê demê ku heya niha kêm ji wan dijîn, ew kêliyên qirkirinê ji bîr nekirin e û ji neviyên xwe re rastiya dijminatiya osmanî û Almanya, Iraq, Îran û Tirkiyeyê vedibêjin.

Dilê Osmaniyan bi qetilkirin û serjêkirina milyonek û 500 hezar ermenî û 500 hezar suryanî, hênik nebû. Vê carê aşûrî, suryanî, ermenî û kildanên ku piştî komkujiya Sêfo berê xwe dan Iraqê, da ku xwe bispêrin dewleta wan, da ku ji nû ve xwe ava bikin û êşa komkujiyê ji bîr bikin. Lê li herêma Sêmêlê ya ku dikeve navbera Iraq û Îranê de ye, ew gelê ku ji komkujiyan reviyan û xwe spartên iraqî, di sala 1933’an de bi komkujiyeke nû re rû bi rû man. Xirîstiyaniyan hêvî dikirin ku wê Iraq wan ji Osmaniyan biparêze lê di vir de polîtîkayeke hevbeş li dijî wan hatibû plankirin.

Dîsa piştî derbasbûna bi dehan salan, kela dilê Osmaniyan û Tirkiyeyê ji vexwarina xwîna gelê xiristiyan hênik nebû û hîn dixwest ku xwînê vexwe, wekî gurê har lê hatibû û heya niha jî wiha ye. Tirkiye yek ji endamên NATO ye, di vir de Tirkiyê bêyî erêkirina NATO’yê nikare gavekê hember welatekî ango sînorê dewletekê biavêje. Mirov dikare wiha jî binirxîne; Tirkiye armancên NATO’yê di Rojhilata Navîn de pêk tîne lê bi nav Tirkiye Operasyonan birêve dibe. Bê guman, çeteyên DAIŞ’ê jî çêkera NATO’yê ye, ji lewra îro naxwazin ku wê biqedînin ango dadgeheke navdewletî ava bikin, da ku werin darizandin û rastiya ewqase dewletên ku piştgiriya wê dikin, derkeve holê û were naskirin. Bê guman em ji mijara xwe dûr nakevin lê em çend salan vegerin paş û li êrîşa 23’ê sibata 2015’an li Til Temirê binêrin û bi bîr bînin. Çima êrîş destpêkê li ser gelê aşûrî çêdibe? Çima aşûrî jin û zarokên wan hatin revandin û yên ku ber xwe dan jî qetilkirin? Ya girîng ku mirov divê ku pê bifikire ev e: Çima êrîşî aşûriyên li qiraxa Çemê Xabûrê dijîn, kirin? Yekem destê dewleta ku di vê êrîşî de hebû Tirkiye û hemû hêzên NATO’yê ne. Ji ber êrîşeke wiha plankirî, ne mumkîn bû di şevekê de bêyî amadekirî, plan û piştgirî dest pê bibe.

Tirkiye û zêdetirî 50 welat lê bi nav û cilên nû di êrîşa 23’ê Sibata 2015’an de cih girtin, ew jî DAIŞ bû. Te ji ku dera cîhanê bixwesta, tu yê li Til Temir bidîta. Di vê salê de xwestin ku ew xewnên nîvcoyî mayî yên ji sala 1913-1915’an de li Tirkiyeyê, li vir temam bikin. Nêzî 8 dêr teqandin û 200 aşûrî hatin revandin û ber bi cihên ne diyar ve birin. Lê di vir de qeder û çarenûsa wan gelan ne wekî berê bû. Taybet piştî destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, gelê aşûrî, suryanî, ermenî û kildanî di warê rêxistinî û leşkerî de, di bin sîwana Netewa Demokratîk ve xwe birêxistin kirin. Neviyên dapîr û bapîrên ku di qirkirinê de jiyana xwe ji dest dan, di serdema 21’an de xwebirêxistin kirin. Meclisa Leşkerî ya Suryanî di 8’ê Çileya sala 2013’an de, Meclisa Parastina Xabûrê a Aşûriyan jî destpêka sala 2013’an ve ji keç û xurtên Til Temirê hatin avakirin. Her wiha Hêzên Parastina Jin ên Beth Nahrin jî di 30’î Tebaxa 2015’an de, piştî êrîşa DAIŞ’ê li ser Til Temirê hatin avakirin. Bi vî rengî ewqas hêz ji neviyên dapîr û bapîrên ku ji qirkirinê filitîn hatin avakirin û erkê parastina nasname û hebûna gelê xwe yê mayî jî, hilgirtin ser milên xwe. Ev hêz û tevahî hêzên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têdikoşin, bûn bendav hember êrîş û dagirkeriya heyî.

Piştî ku van hêzan tevhî hêzên YPJ/YPG û HSD’ê Til Temir û gundewarên wê heya Çiyayê Kizwanan, Serêkaniyê, Girê Spî û gelek bajarên din rizgarkirin. Niha dîsa ewqas herêm rastî êrîşên dagirkeriyê tên. Tirkiye dijmina yekemîn û dawî ya gelê herêmê ye. Piştî ku bajarê Serêkaniyê û Girê Spî di 9’ê Cotmeha 2019’an de rastî êrîşa dagirkeriyê ji aliyê dewleta tirk ve hatin, niha xeteriyên pir mezin û cidî li ser bajarê Til Temirê heye. Li Serêkaniyê û Girê Spî jî aşûrî, suryanî û ermenî, tevî kurd, ereb, şîşan û êzidiyan lê dijiyan lê dagirkeran ew jiyana hevbeş qebûl nekir û çav bar nebû ku wê hezkirin û yekitî û hevgirtina gelan bibîne.

Aşûriyên ku niha li Til Temirê dijîn, bi êrîşên dewleta tirk re, bi xeteriyên pir cidî re rû bi rû dimînin. Ji Colemêrgê heya Duhokê, ji Duhokê heya Xabûrê xewna qirkirina Osmaniyan her li peyî wan e. Di vir de jî hêzên garantor wekî Rûsya û Amerîka jî tu helwestê xwe nîşan nadin, bêdengiya wan gûman û fikaran li cem gel çêdike. Gelê xirîstiyan vê yekê dipirsê ‘Gelo NATO çi ji me dixwaze?!’ Gelê ku li Ewropayê dijîn, dixwazin vegerin ser axa xwe lê dagirkeriya dewleta tirk û êrîşên wê ji wan re dibe asteng.

30 welatan’Qirkirina Ermeniyan’ nas kirin, di nav wan de Fransa, Almanya, Belçîka, Lîtvanya, Bulgaristan, Holanda, Swîsre, Yewnenistan, Arjantîn, Ugrûgûay, Rûsya, Slovakya û Nêmsa heye. Herî dawî jî serokê nû yê Amerîkayê Joe Biden di 24’ê Nîsana 2021’an de îtîraf kir ku Tirkiye Komkujiya Ermeniyan pêk aniye.

Her wiha Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Aram Hena jî diyar kiribû ku yek ji dijminên gelê herêmê yê kevintirîn di dîrokê de, tirk in. Di heman demê de destnîşanî komkujiyên ku derheqê gelê aşûrî, ermen û suryanan de anî bû û gelê kurd paşguh kiribû.

Di vir de garantiyên navneteweyî pêwîst dike ku gelê herêmê, di serî de gelê aşûrî, suryanî û ermenî ji komkujiyên nû were parastin. Ji lewra îro dema ku dewleta tirk gundên aşûriyan wekî Til Şinan, Til Gerabêt her wiha gundê Til Tewîl yê li rojava û bakurî navçeya Til Temirê dikevin, metirsiyek li gel wan çêdibe ku komkujiyên nû pêk werin. Di dema ku şêniyên gundê Til Tewlî amadekariya pêşwazkirina cejnê dikirin de mala wan hat topbarankirin û mal bi ser wan de hilweşiyan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar