Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Hebûna gerîlayên azadiyê hebûna me ye

Şêniyên Kobanê diyar kirin ku êdî mala Barzanî girêdayî siyaseta Tirkiyê ye ev tişt anîn ziman: “Em li dijî vê yekê dibêjin ku. Divê were zanîn ku dewleta tirk li hemberî berxwedana gerîla têk diçe. Gerîla ji bo me riya azadiyê ye û hebûna gerîlayên azadiyê hebûna me ye.”

Malbata sîxur Barzanî û PDK hewl dide başûrê Kurdistanê têxe bin dagirkeriya dewleta tirk a dagirker. Gerîlayên azadiyê bi operasyonên şoreşgerî derbên giran li dagirkerên tirk dixe û plamnên qirêj li ser başûrê Kurdistanê vala derdixin. Şêniyên Kobanê têkildarî berxwedana gerîla ya li hemberî dagirkeriya dewleta tirk  nerînên xwe anîn ziman.

Şêniyê bi navê Izet Mistefa diyar kir ku dewleta tirk bi hemû teknîka xwe êrîş dikeî lê dîsa jî li hemberî berxwedaniya gerîla bi bin dikeve û wiha got: “Dewleta tirk a dagirker bi hemû çekên xwe yê Nukleerî û kîmyewî êrîşî gerîlayên azad dike. Di van kiryarê dewleta tirk de qanûnên navneteweyî li ku derê man? Di van êrîşan de û di şexsê gerîla de dixwazin me tune û qir bikin. Gerîla tenê ji bo me riya azadiyê ye.”

Mistefa anî ziman ku Mala Barzan êdî di xiyanetê de kûr bûye û wiha pêde çû: “Bi sedan kampanya û qaîdeyên dewleta tirk li başûrê Kurdistanê hatine çêkirin, êdî mala Barzanî girêdayî siyaseta Tirkiyeyê ye. Em li dijî vê yekê dibêjin ku hebûna gerîla hebûna me ye.”

Şêniyê bi navê Hesen Beyro jî ragihand ku ew di pêvajoyeke hebûn û tunebûnê de ne û got: “Dewleta tirk bi hemû hewldanên xwe xwest gerîla tune bike, bi hemû hêzên xwe êrîş kir, lê gerîla bi hêza xwe û îradeya xwe ya ji pola berxwedanî kir û dewleta tirk jî li hemberî wê yekê têk çû. Gerîla bi hêza xwe pozê dewleta tirk li erdê xist û ew şikandin.”

Beyro anî ziman ku ew ê heta dawiyê li pey zarokên xwe gerîlayan bin û got: “Heta yek jî ji me mabe em ê nehêlin ala azadiyê bikeve. Ew dijminê ku dibêje em ê wan Bişkînin, ew ê bişkê. Em ê bi ser bikevin, tu rê tune ye, ew dijminê ku dixwaze me tune bike, em ê li hemberî wî bisekinin û em ê xeta têkoşînê bilind bikin. Ger yek jî ji me mabe em ê li pişt gerîlayên xwe bin. Di nava mercên zor û zehmet û di nava zivistaneke sar û seqemê de gerîla têkoşînek bê hempa dimeşîne.”

Fêsel Mislim jî ev tişt got: “Gerîla hebûna me ye, hêz û rastiya me ye. Gerîla di nava şert û mercên herî zehmet de berxwedaniyê dike, gerîla bi xwe hebûn û tunebûna me ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar