Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Hebûna kurdan di xetereyê de ye û hewcehî bi yekitiyê heye’

Welatiyên Qamişloyê anîn ziman ku divê partiyên siyasî yên kurd pirsgirêkên xwe bidin aliyekî û bêyî şertên pêşîn li dora maseyekê bicivin. Welatiyan da zanîn ku hebûna kurdan di xetereyê de ye û hewcehî bi yekitiya neteweyî ya kurd heye

Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ji 9‘ê cotmehê ve bi armanca dagirkirina herêmê û qirkirinê, li dijî herêmê êrîşên xedar pêk tîne. Bi destpêkirina êrîşên dewleta tirk re jî li gelek deveran rewşenbîr, hunermend û gelek derdorên cuda yên kurd banga yekitiya neteweyî li siyasetmedarên kurd kirin. Di vê çarçoveyê de li rojavayê Kurdistanê jî bi  heman boneyê fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî di 16’ê mijdara 2019‘an de înîsiyatîfek ragihand û bang li hemû partiyên siyasî yên kurdî kir ku yekitiya xwe ava bikin. Têkildarî mijarê şêniyên Qamişloyê bi ANHA’yê re axivîn.

Der barê mijarê de welatiyê bi navê Mihemed Şerîf anî ziman ku pêngava fermandarê HSD’ê gavekî erênî û pîroze û wiha domand: “Gelê kurd ji Yekemîn Şerê Cîhanê heta niha ji ber nakokiyên di navbera wan de tiştek bi dest nexist. Şoreşa Rojava derfet da me da ku em yekitiya xwe ya neteweyî ava bikin. Divê ev derfet ji dest neçe.”

‘Divê di qada navneteweyî de kurd xwedî heman gotinê bin’

Di berdewamê de jî Şerîf bang li partiyên siyasî yên kurd kir ku bi hestekî neteweyî nêzî înîsiyatîfê bibin û yekitiya neteweyî ava bikin. Şerîf wiha got: “Hemû dinya dema destkeftiyên wan dikevin xetereyê, nakokiyên xwe didin aliyekî û dibin yek. Çima partiyên me nabin yek? Mîna dewleta tirk, dema êrîşî gelê kurd dike muxalefeta wê piştgiriyê didê. Divê di qada navneteweyî de kurd xwedî yek gotinê bin. Mixabin ruxmî înîsiyatîf û bangewaziyan hin partiyên siyasî, tu gav nayên avêtin. Divê vê pirsgirêkên xwe çareser bikin da ku bi xîtabekê nûnertiya xwe di qadên navdewletî de bikin.”

Welatiya bi navê Fatima Koçer jî xwest ku partiyên siyasî bibin yek û wiha pê de çû: “Îro em hemû di keştiyekê de ne. Ger ev keştî binav bibe em hemû dê bi hev re noqî avê bibin. Ji ber vê yekê divê siyasetmedar yekitiya xwe ava bikin. Hebûna me di xetereyê de ye.”

‘Bila bêyî şertên pêşîn li dora maseyekê rûnin’

Di heman mijarê de welatiyê bi navê Salih Umer jî wiha derbirî: “Yekitiya neteweyî ya kurdan mîna nan û avê girîng e. Divê partiyên siyasî li ser maseyekê rûnên û bêyî şertên pêşîn pirsgirêkên xwe deynin aliyekî û yekitiya xwe ava bikin. Hêzeke leşkerî heye parastina me dike, çima partiyên siyasî nabin yek?” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar