Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Hebûna kurdan girêdayî yekitiyê ye

Rewşenbîrên Helebê bang li hemû partiyên kurd kir ku yekitiyê pêk bînin û xwedî li doza kurd derkevin û got ku hebûna kurdan girêdayî yekitiyê ye

Ji 23’yê Nîsanê ve artêşa tirk a dagirker ji bejahî û hewayî êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê Metîna, Zap û Avaşînê dike. Dixwaze pêş de biçe û wan herêman dagir bike. Li hemberî wê Hêzên Parastina Gel (HPG) destanên lehengiyê û berxwedanê li hemberî wan êrîşan, nîşan didin.

Bi êrîşa dewlet tirk a dagirker re asta pêwîstiya yekitiya neteweya ya kurd hîn zêdetir hat xuyakirin.

Têkildarî mijarê rewşenbîrên Helebê axivîn û diyar kirin ku hebûna kurdan girêdayî yekitiyê ye.

Dewleta tirk li ser aştiya cîhanê gef e

Hevseroka Malbenda Çandê ya Helebê Leyla Xalid diyar kir ku dewleta tirk êdî li ser ewlehiya cîhanê xetere ye û wiha got: “Bi taybet piştî ku li ser şopa pêşiyên xwe yên osmanî mudaxeleya Sûriye, Lîbya, Qibris û gelek welatên Afrîkayê kir. Di encamê de alozî li wan welatan derket û gihaşt heta ber deriyê dewletên rojavayî. Ji bo ku armancên xwe pêk bîne, gelan qir dike.”

Leyla Xalid destwerdan û dijmantiya dewleta tirk ên dewletên cîran û gelên herêmî bi taybetî gelê kurd bi bîr xist û wiha domand: “Dewleta tirk bêyî ku rêzê ji serdestiya dewletên cîran re bigire bi awayekî hovane êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Ava çemê Firatê qut dike ku di encamê de dê karesateke mirovî ji bo şênî û pêkhateyên hawiza Firatê re çêbibe. Bi wê re mîsaq û qanûnên navneteweyî bin pê dike.”

Bang li hêzên siyasî yên kurd kir

Di dewama axaftina xwe de Leyla Xalid bang li hêzên siyasî yên kurd ên li başûrê Kurdistanê kir ku pêwîstî bi sekna li hember êrîşên dewleta tirk heye ku gefê li kurdan dixwe û got ku divê civîn û kongreyên nîştimanî yên berfireh ji bo nêzbûna kurdan werin lidarxistin û yekitiya kurd di navbera hêzên siyasî de were ragihand.

Leyla Xalid da zanîn ku pêwîst e ji zimanê îxanetkirinê bê bidûrxistin, ji ber ku nakeve xizmeta doza gelê kurd.

Yekitî erkeke niştimanî ye

Di axaftina xwe de Leyla Xalid diyar kir ku dewleta tirk bi hemû hêza xwe hewl dide fîtneyan di navbera hêzên kurd de çêke û jevkirinê zêde bike û li ser pransîba ji hev bike û bi rê ve bibe dimeşe, da ku dagirkirina Kurdistanê hêsan bike û destnîşan kir ku dê yekitiya kurd tevahî hêviyên Osmaniyan û berjewendiyên wan ên dagirkirina herêmê têk bibe.

Her wiha Leyla Xalid bang li tevahî hêzên siyasî yên kurd kir ku li dora doza kurd û hebûna gelê kurd a ku dewleta tirk hewl dide bi rêya penaberkirin û dabeşkirinê wê qir bike, bicivin û wiha got: “Ev erkeke nîştimanî ye û li ser her kurdekî/ê ferzek e û divê tevahî hêzên siyasî û leşkerî xewna şehîdan a rizgarkirina Kurdistanê pêk bînin.”

Bêdengiya li dijî êrîşên dagirkeriyê

Endamê Malbenda Çandê ya Helebê Ridwan Agirî jî da zanîn ku armanca dewleta tirk ne tenê şikandina vîna Tevgera Rizgariya Kurdistanê ye, hewl dide vîna gelê kurd bişikîne û destkeftiyên wan têk bibe û ev tişt anî ziman: “Nîşaneya vê jî, êrîşên bênavber ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, pêkanîna bi dehan komkujî û sûcan li herêmên ku li Başûr û Rojhilatê Sûriyeyê, mîna Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirine. Sûcên ku rojane li herêmên dagirkirî mîna Efrînê ji hêla dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ve pêk tên, ji dizîn, talankirin û guhartina demografiyê, wêrankirina cihên şûnwarî îsbat dikin ku dewleta tirk hebûna gelê kurd qebûl nake. Her wiha bêdengiya hikûmeta başûrê Kurdistanê li hember êrîşên dewleta tirk pêş artêşa tirk a dagirker derî vedike ku êrîşên berfireh li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk bîne û sûcên li dijî gelê kurd zêde bike.”

Agirî destnîşan kir ku dewleta tirk hewl daye projeya rizgarî ya demokrasî li herêmê derbe bike, ji lew re divê li hember van hewldanên dagirkeriyê yekitî ava bibe, li dora doza kurd ku êdî erka her kurdekî/ê ye, bicivin. HELEB

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar