Ji bo ku gel û netewe karibin nasnameya xwe biparêzin, pêwiste di serî de çand û zimanê xwe biparêzin. Ji ber ku mirov tenê bi ziman û çanda xwe dikarin hemû danhev û destkeftiyên xwe yên nasnameyî û neteweyî yên duh û îro veguhezînin siberojê û bi zarok û neviyên xwe bidin zanîn.
Li gorî vê rastiya zanistî, kesên ku xwe aîdê çanda civaka xwe dibînin, pêwiste zimanê xwe hîn bibin, zanibin, di jiyana xwe ya rojane de bikar bînin û bi zarokên xwe jî bidin hînkirin.
Heke wisa nebe, dê ji çand û dîroka xwe û kevneşopiyên bav û bapîr, dayîk û dapîrên xwe qutbûyî, ji aliyê nirxên neteweyî yên hevpar, ango çandî û zimanî ve qels, ji fêm û feraseta nasnameyî û hişmendiya neteweyî bêxeber û bêpar bimînin.
Nezanîn an jî bikarneaîna zimanê xwe, dê bibe sedem ku zimanê me
li hemberî zimanê serdest qels û lewaz bibe û li pêşiya bi bixwe baweriya nifşên nû bibe asteng.
Ji ber van sedeman parastina çand û ziman, di heman demê de parastina neteweyî jî di xwe de dihewîne.
Tê zanîn ku ji avabûna komara Tirkiyeyê heta vê demê li ser çand û zimanê kurdî polîtîkayên bişaftinê û li hemberî nasnameya gelê kurd siyaseta înkarê tê meşandin û ev helwesta dewletê ya nîjadperest berdewam e.
Ev berdewamiya polîtîkayên înkara çand, Ziman û nasnameya kurdî, di demên dawî de gihîştiye wê radeyê ku li hemberî dawet, dîlan û stranên kurdî bi awayên tund û êrîşên nîjadperest pêk tên, li bajarên wek Amed, Wan, Êlih, Edene û Mêrsîn û Stenbolê bi dehan çar, bi dehan keç û xortên kurd ji ber kişandina dîlanê û lixwekirina kinc û lîbasên gelêrî hatin binçavkirin êşkence li wan hat kirin, sirûdên nîjadperest bi wan dan guhdarkirin û hatin girtin.
Herî dawî jî nivîsên trafîkê yên “Pêşî Peya” ku ji aliyê şaredariyên bajarên Amed, wan, Êlih û bajarên din ên Kurdistanê ve hatibûn nivîsandin hatin jêbirin.
Rayedarên dewletê bi van pêkanînên dawî dixwazin zimanê kurdî weke hemaneke sûc û sûcdariyê nîşan bidin û gelê kurd ji zimanê kurdî dûr bixin.
Gelê kurd her dem ji bo zimanê xwe têkoşîn meşandiye, berdêlên mezin daye, van nirxên xwe yên neteweyî parastiye, heta vê demê aniye. Bı vê têkoşînê, daxwaza gelê kurd ji pêşdibistanê heta zanîngehê Perwerdehiya Bi zimanê dayikê ye.
Li hemberî vê daxwaza gelê kurd a herî rewa, însanî ku daxwazeke ji mafên gerdûnî ye, bi fermana wezîr û waliyên dewleta Tirkiyeyê nivîsê kurdî yên ku ji bo hişyarî û hêsankirina trafîkê hatine nivîsandin, tên jêbirin û li şûna nivîsa bi zimanê kurdî nivîsa nijadperest a “Tirkiye ya tirkan e û wê tirk bimîne” tên nivîsandin.
Ev helwest û nêzîkatiya rayedarên dewletê ji bo gelê kurd neheqiye, hekaret e. Di serî de saziyên çand û zimanê kurdî, partiyê siyasî yên kurdî û tevahiya Gelê kurd, dê tu car vê nêzîkatiya nîjadperest a li hemberî çand û zimanê xwe qebûl neke.
Ji roja ku ji aliyê walî wezîr û kizîrên dewletê ve êrîşên li hemberî çand û zimanê kurdî dest pê kirine, gelê kurd li kuçe, kolan û hemû qadên jiyanê bi bertek, nerazîbûn û daxwazên hepar, bi dengê berz û bilind diqîrin û dibêjin;
*Zimanê kurdî rûmet, hebûn û nasnameya gelê kurd e.
*Zimanê kurdî mifteya azadiya gelê kurd e.
*Zimanê kurdî nîşaneya statûya siyasî ya gelê kurd e..
Dê gelê kurd, çand û zimanê xwe yên ku nirxên wî yên neteweyî ne her dem biparêze, bipêş bixe û heta ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û ji pêşdibistanê heta zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê, têkoşîna xwe xurtir û bilindtir bike.