Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Hebûna PKK’ê ji bo parastina Başûr xwedî girîngiyek mezin e’

Parlamenterê Iraqê Xalib Mihemed da zanîn ku ji bo ku PDK li ser kursiyê desthilatê bimîne, dikare hemû karê xirab bike û got ku hebûna PKK’e ya li Qendîlê, ji bo parastina başûrê Kurdistanê xwedî girîngiyek mezin e

Navenda Nûçeyan |

Parlamenterê Parlamentoya Iraqê Xalib Mihemed derbarê liv û tevera çekdarên PDK’ê ya li herêmên gerîla, ji bo Rojnews axivî.

Parlamenter Xalib diyar kir ku tu pêwîstiya Qendîlê bi pêşmerge nînin, divê pêşmerge dijî dagirkeran şer bike û wiha got: “Her aliyê ku pêşmerge ji bo parastina serwet û binemala xwe bikarbîne, ew  xiyanetê li pêşmerge, gelê kurd û şehîdan dikin.”

Xalib Mihemed da zanîn ku niha rewşa başûrê Kurdistanê gelek xirab e, wek sedem jî wiha got: “Ji ber ku Herêma Kurdistanê hîn di bin metirsiya DAIŞ’ê de ye. Ji bo vê pêwîst e pêşmerge bişînin cihên ku metirsiya DAIŞ li ser heyî, bila ne bin dijî PKK’ê bidin şer kirin.”

Xalib bal kişand ser girîngiya gerîla ya li Kurdistanê jî û ev tişt anî ziman: “Hebûna Partiya Karkerên Kurdistan ya li Qendîlê, ji bo parastina Kurdistanê, xwedî girîngiyek mezin e. Ji ber ku ger Qendîl ji dest biçe, dikarin Germiyan jî kontrol bikin. Tirkiye dixwaze PKK li Qendîlê nemîne û weke li cihê DAIŞ mayî, li wan deran jî bimîne. Ev yek ji bo Îran, Iraq û Herêma Kurdistanê xeteriyek mezin e. Ji bo vê ger nekaribin piştgiriyê jî bidin, bila bi rêya welatên cîran jî, xiyanetê lê nekin.”

Herî dawî parlamenterê Iraqê Xalib Mihemed behsa liv û tevgera çekdarên PDK’ê ya li herêmên gerîla jî kir û wiha got: “Rewşa PDK’ê gelek xirab e, ji bo ku PDK li ser kursiyê desthilatê bimîne, dikare hemû karê xirab bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar