Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hebûnek dîrokî zarok û zarokatî

Ji civakên klan heta cîhana modern a roja me ya îro, zarokatî di alî pozîtîf de, her diçe nabe têgeheke binirx û girîng. Di hinek deman de rastî zext û binpêkirna cidî hatine, hinek deman de azad bûne. Karkeriya zarokan bi awayekî herî hov bi sanayîbûnê hatiye jiyîn. Îstîsmara zarokan, fihûş, bazirganiya zarokan pirsgirêka herî cidî ya roja îro ye. Ev pirsgirêk ji sanayîbûn, polîtîkayên neolîberal, kapîtalîzm û malbatê serbixwe nîne

Şenay Garîp |

Zanistê têgeha zarokatiyê serder kiriye, pirsgirêkên di temenê gihiştî de jî bi jiyana zarokatiyê ve girê dide. Têkiliya bi dayikê re ku sê salên ewil lêgerîna zarok dike gelek girîng e. Paqijkirina zarok, têrkirin, germkirin;  hesta baweriyê û hebûna kes teşe dike.

Hewcedariya mirovan bi vê ne sînordar e; Di vê demê de baş xwe xuyakirin girîng e. Kenê dayikê ya ji zaroka xwe re, îfadeya rû, nîşandana hestan, ji bo pêşeroja zarok a avakirina têkiliyan pir girîng e. Zarokên eleqeyek baş nebîne dikare bêbawerî bijî. Dema hewcedariyên zarok tê dayîn, ya ku li zarok dinêre, hestên wê derbasî zarok dibe. Dayik bêyî ferq bike hestên xwe derbasî zarok dike. Mînak mijandin; ligel hewcedariya xwedîbûnê, hewcedariya temas, hezkirin, germahî, ewlehî, qebûlkirinê jî çareser dike. Di 1944’an de di cerebandineke bi xof a li DYA’yê hatiye, nîvê 20 zarokên nû hatine dinê ku hewcedariyên wan ên fîzyolojîk hatiye kirin lê qet dest nedanê, çend mehan şûnde jiyana xwe ji dest dane. Temas, têkilî, hezkirin, qebûl; ev kêmasî ji bo zarokên hatine dinê ferz e. Bi qasî xwarinê ferz e.

Di pêvajoya dîrokî ya barê lênerîna zarokan de têkiliya di navbera zarok û dê de çawa pêş dikeve nêrîn û texmînên me hene lê em ne xwedî agahiyên teqez û zelal in. Serdestiya mêr dibe ku bi serdestiya bav teşe bûye. Ji bo jinekê anîna zarokekê rewşeke xwedavendî bû û jinan digot qey vê bi tena serê xwe dike. Jina dayik pîroz bû. Ji bo pîrozbûna dayikê ne ev tenê, zarok tenê yek ji berhemên jinan bû. Kedîkirina sewalan, xwedîkirin, çandina tov, hêrandina genim, hevîrkirin, wek xwedîkirina zarokan bû. Bêguman ev hemû bi hesta nezaketê û giştî kiriye. Rûmeta her hebûnê parastibû, bi hîkmeta hebûnê bawer kiribû.

Zarok a her kesî yanî ya tu kesî bû. Wek genim di jiyanê de, bi qasî wê zindî û bi rûmet bû. Ev hemû bi sînorên xwezayê pêk dihatin. Yanî nehatibû tengezarkirin û sînorkirin. Bi heman awayî; hebûneke ku evqas hewcedarê tiştane, şîr jî ji yek kesî nedipa. Yanî girîng bû ku hebûna kes ji merhameta yekî re neyê hiştin. Zarok ne navend bû. Navend tunebû. Bihûşt ne di bin lingê dayikan de bû, bihûşt jiyan bi xwe bû, tevlibûna jiyanê bû. Di jiyanek wisa de ne pêkanbû ku behsa patolojî, nexweşiyên ruhî bê kirin. Ji ber ku lênerîna mirovên ku hebûnek kêm e, ji yek kesî re hiştin, encamên patolojîk derdixist holê.

Jiyana rojane di jiyana malbatî de sînorkirin, zarok ji xweza û civabûnê qût kiriye. Têkiliya dayik-pitik; tengezarkirin, di bin zextê de hiştin, têkiliyeke ji patolojîkbûnê re vekiriye. Li aliyê din jî ev têkilî û pîrozkirina malbatî; kes li qebûlkirinê ferz dike û dike qurbana malbatê. Di civakên xwezayî de têkiliyên civakî nehatibûn sînordarkirin, mulkiyet û mahremî tunebû, her çiqas mirinên pitikan zêde bin jî jiyana zarok serbixwebû, baş bû. Gelek girîng e ku piştî ku mêr rola xwe ya di çêbûna zarok de ferq dike, bandorek çawa li ser jiyana zarok çêbûye, bê lêkolînkirin û ev di alî dîroka zarokatiyê de girîng e. Ji ber ku nokteya hesta desthilatdarî û mulkiyetê xwe digihêjinê, mexdura ensestê ye lê yên ku bêdeng diminin û ditirsin zarok in. Lêkolîner û pisporên di vê qadê de dixebitin diyar dike ku li cihê desthilatdarî û hiyerarşî heye îstîsmar heye. Malbata ku em têde dijîn jî kesayeta me bi teşe dike, di asta makrode dikare veguhere atmsoferek siyasî. Karkeriya zarokan, bazirganiya zarokan, cînayet, îstîsmar, zarokên neçarî koçberiyê tên kirin, zarokên sûc lê tê ferzkirin, ev pirsirêk ji malbatê serbixwe pêk nayên.

Ji civakên klan heta cîhana modern a roja me ya îro, zarokatî di alî pozîtîf de, her diçe nabe têgeheke binirx û girîng. Di hinek deman de rastî zext û binpêkirna cidî hatine, di hinek deman de azad bûne. Karkeriya zarokan bi awayekî herî hov bi sanayîbûnê hatiye jiyîn. Îstîsmara zarokan, fihûş, bazirganiya zarokan pirsgirêka herî cidî ya roja îro ye. Ev pirsgirêk ji sanayîbûn, polîtîkayên neolîberal, kapîtalîzm û malbatê serbixwe nîne.

Efendiyê civakê dewlet e, efendiyê malê jî bav e ku bi zîhniyeta dewletê tevdigere. Ji ber vê jî ev pirsgirêkên sereke yên malbatê ne. Her cureyê tundiya li nav malê ya li hember zarok encama kapîtalîzm û serdestiya mêr e. Û dîsa zarok herî zêde li malê rastî tundiyê tên û dibin şahidê tundiyê. Zarok; hebûnên ku maf û îradeya wan hene ne. Wek parçeyeke giştî nû tê qebûlkirin. Zarok; wek kesên bê parastin, bêguneh dîtin zirarê dide wan. Ji parçeyê giştî derdikeve, dibe xezîne, sedema jiyana malbatî û îradeya zarok tune tê hesibandin. Lê zaroka ku perwerda tuwaletê dîtibe, dema ku binê xwe şil bike wekî ku li dijî xwezayîbûnê ye, li ber xwe dide. Hewl dide ku bêje hinek tişt di rêde naçe. Zarok bi vî awayî hewl dide dengê xwe bide bihîstin.

Zanista psîkolojiyê, di alî ku em xwezaya zarok fêm bikin de gelek girîng e. Ligel vê hewcedarî bi nêrîn û çareseriyeke ku di malbatê de nayê sînorkirin, hebe. Zarok bi potansiyekele asta jor a mêjî de tê dinê. Lê ev wan nake efendî, dike parçeyek gerdûnî ku mirov bi her halê xwe kêm e. Hem her mirovek û hem jî hemû mirovahî di lêgerîna heqîqetê de, zarok û mirovan dibe cihên din. Her du têkoşîn jî zor û politik in. Çavkanî: Jinnews

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar