Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Hedê kesê nîne kurdan ji vê axê derxe

Serokwezîr Erdogan di axaftinek xwe ya çend roj berê de gefa, sirgûnkirinê li kurdan kir. Erdogan bi gotina, “LiTirkiyeyê cihek wekî Kurdistanê nîne, li Iraqê cihek wisa heye, herin wira” polîtîkaya dewleta tirk a îmha û înkara a sed salan dubare kir. Her wiha duh jî bi gotina, “Cihê HDP’yiyan li Tirkiyeyê nîne” ev israra xwe domand. Çend sedemen van gotinên Erdogan hene bêguman. Lê em wan di bin çar xalan de berhev bikin.

Yek: Erdogan ji sala 2015’an heta niha bi hemû hêza dewletê li hemberî gelê kurd şerekê dimeşîne. Di serî de bi xwe, aligirêxwe Bahçelî û tifalê xwe Suleyman Soylu gelek caran sonda qedandina têkaşîna gelê kurd xwarin. Baweriya xwe bi vê yekê anîn. Hemû hêza dewletê seferber kirin. Hemû qanûnên xwe binpê kirin û dewlet wekî çeteyekê bikar anîn. Lê di dawiya çar salan de Erdogan ne tenê bi xwe û nîvekarên xweTirkiye jî anî ber têkçûnê. Ligel hemû êrîşên dijminane jî gelê kurd û têkoşîna wî di her qadê de li ser piyan e û li ber xwe dide. Hemû xeyalên Erdogan ên têkbirina têkoşîna azadiyê, îmha û înkarê cardin hatin ruxandin. Sedemek kîn, nefret û dijminiya Erdogan ev e.

Didu: Erdogan xeyalên sultaniyê dikirin. Dê bibûya serokê cîhanê. Ji bo vê dest avêt hundirê gelek welatên ereban. Ji bovê li Sûriye, Iraq, Libya û gelek welatên din komên çeteyan xwedî kir. Gelek derfeten dewletê ji bo vê seferber kirin. Lê rastî mertalê hişk ê gelê kurd hat. Peşiya wî ji Kerkûk, Şengal heta Qamişlo û Efrîne hate girtin. Xeyalên Osmaniya Nû di qirikê de hatin hiştin. Ji bo mertalê kurd derbas bike soz û tawîzên mezin dan Rusyayê û êrîşî Efrînê kir. Ligel hemû êrîşan jî têkiliya Erdogan a bi van çeteyan re hate ruxandin û girêdayî vê xeyalen wî yên sultaniyê hatin şikandin. Niha di destê Erdogan de çend komen çete mane û ew jî ji faydeyî zêdetir bûne bela serê Erdogan. Cîhan di encama têkoşîna dîrokî ya gelê kurd de êdî gelê kurd wekî hêz dibîne û daxwazên îmhakirinê ên dewleta tirk qebul nake. Niha ji ber polîtîkaya dijminiya gelê kurd di navbera Amerîka û Rusyayê de tengav bûye. Sedemek din a kîn, nefret û dijminiya Erdogan ev e.

Sisê: Erdogan ji bo şerê li hemberî gelê kurd bimeşîne hemû zagonên Tirkiyeye betal kirin. Bûtçeyek mezin ji bo şer seferber kir. Hêzên wekî SADAT’ê yên milîtarîst organîze kirin. Li Iraq û Sûriyeyê jî heman bûtçe xerc kirin. Di encama vê polîtîkayê de hemû saziyên dewletê niha iflas kirine. Terzek çetewarî derketiye holê. Ewlehiya can û malê kesê nema ye. Ev du meh e mehaneyen karmendan ji qaseya Banqeya Navendî tê dayîn. Dibe mehek din dikare mehaneyên karmendan bide. Ji ber ku ewlehiya mal û canê kesê nîne razemeniyên biyanî vedikişin û yên nû nayên. Tirkiye di aliyê aborî de her roj zêdetir ber bi têkçûnê ve diçe. Qaşo dê bibûya siltan lê niha nikare miaşên kulmek çeteyên li Sûriyeyê di dest de mayîn bide, her roj li dijî Erdogan serî radikin. Erdogan bi gotina, “Behsa sîr û pivazan dikin. Ma hûn bihayê guleyekê dizanin” îtîraf kir ku şerê li dijî gelê kurd Erdogan aniye çi halî. Muhtacî pîvazê kiriye.

Çar: Ji ber ku siyaseta wî ya derve têkçû û tengav bûye, di vê hilbijartinê de ne dikare gefan li tu dewletan bixwe û ne jî dikare behsa serokatiya cîhanê bike. Ji ber ku butçeya şer aborî têk biriye. Êdî nikare behsa projeyan û darajtina betonê jî bike. Li ser van tevan stratejiya HDP’ê ya hilbijartinê hemû hesabên wî tevlihev kirin. Ligel hemû diziyan jî, li Kurdistanê dê toqata heq kirî bixwe, li Tirkiyeyê jî dê gelek bajaren mezin winda bike. Erdogan çav berdabû qaseya hind şaredariyan. Jixwe niha de bi vekirina noqteyen firotina sîr û pîvazan qaseyên van şaredariyan bikar tîne. Erdogan û siyaseta wî ya faşîst dê qelstir bibe. Ziravê wî ji qels bûne û windakirinê diqete. Ji ber ku gelek sûç kirin, gelek guneh kirin û dê hesaba vê yekê bide. Ev çarenûs li peşiya wî ye. Stratejiya HDP’ê bûye kabusê wî. Darizandina xwe di stratejiya HDP’ê de bîne.

Ji bo vê yekê şev û roj, radibe û rûdine êrîşî HDP û gelê kurd dike. Behsa nefîkirina gelê kurd dike. Lê ev gef ji tirsê ne. Hedê kesê nîne gelê kurd ji vê axê derxe. Hêza kesê jî têrê nake. Bav û kalên Erdogan jî heman xeyal kirin lê li hemberî kokên gelê kurd bi hezaran salene berdane nava vê axê, hemû xeyalên nefîkirin û îmhakirinê têkçûn. Xwediyên wan jî têk çûn. Çarenûsa Erdogan jî, ji ya wan cuda nabe. Hêza gelê kurd êdî hêza înkar û îmhayê ya dewleta tirk li paş xwe hiştiye. Kes nikare pêşiya azadiya gelê kurd bigire. Ev der Kurdistan e û dê ev statû jî bê qebûlkirin. Ji bo vê me got Ya Me Ye. Deh hezaran sal e Kurdistan a me ye û heta hetayê jî Kurdistan Ya Me Ye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar