Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Salı - 9 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

‘Hedef bi temamî têkbirina komployê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye’

Komîteya Rêveber a PKK’ê di salvegera 22’yemîn Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK’ê wiha ye:

“Êrîşa Komploya Navneteweyî ku li ser navê pergala modernîteya kapîtalîst a kûrewî ji aliyê DYE’yê ve di 9’ê Cotmeha 1998’an de hate destpêkirin, dixwest Rêber Abdullah Ocalan îmha bike û qirkirina kurd temam bike. Li ser vê êrîşa komploya dîrokî û berxwedana hebûn û azadiya kurd 22 sal derbas bûn. Bi vê wesîleyê em careke din êrîşa herî paşverû û hov a dîrokê, komploya 9’ê Cotmehê û hemû hêzên komploger lenet dikin. Em Rêber Apo ku 22 sal in li dijî vê komploya dermirovahî ji bo azadî û demokrasiyê berxwedaneke destanî raber dike û her kesên ku di vê berxwedanê de ked dane bi rêzdarî silav dikin. Em di şexsê hevrê M. Halît Oral û Aynûr Artan de ku şehîdên yekem ên berxwedana li dijî komployê ne, hemû lehengên ku bi şîara ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ 22 salan li ber xwe dan û şehîd bûn bi rêzdarî û minet bi bîr tînin. Di sala 23’yan de em ji bo her kesên ku bi armanca hilweşandina pergala îşkence û tecrîdê ya Îmraliyê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdulah Ocalan têdikoşin, serketinê dixwazin.

Wekî tê zanîn Komploya Navnetewî ku ji aliyê rêveberiya wê demê ya DYE’yê ve di 9’ê Cotmeha 1998’an de hatibû destpêkirin, piştî bîst salan ji hêla rêveberiya niha ya DYE’yê ve jî di derbarê sê hevalên me yên ku di Rêveberiya PKK’ê de cihê xwe digirin de derxistina biryara girtinê tê wateya nûkirina komployê. Dîsa di salvegera 21’emîn a komployê de, 9’ê Cotmeha 2019’an de ji bo dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê piştgirî dayîna dewleta TC’yê tê heman wateyê. Bi vî awayî rêya dagirkirina hin bajarên girîng ên rojavayê Kurdistanê hate vekirin, bi sed hezaran kurd ji cih û warên xwe bûn, dîsa sedan kurd hatin qetilkirin û bi hezaran jî hatin birîndarkirin. Bêguman li pişt van pêkanînên qirker-faşîst ên dewleta tirk dewleta DYE’yê heye. Bi vê wesîleyê êrîşên dagirker ên li ser rojavayê Kurdistanê ku 2019’an de hate destpêkirin lenet dikin, şehîdên qehreman ên berxwedanê bi rêz û mînetdarî silav dikin, bawer dikin ku gelê me yê Rojava wê di sala duyemîn de li dijî dagirkeriyê bi hêztir li ber xwe bide, dagirkeriya heyî bişkîne. Di vê rêyê de serketinê dixwazin.

Dewamkirina komployê dewamkirina qirkirina kurd e

Pir baş tê zanîn komploya 9’ê Cotmeha 1998’an li ser esasê îmhakirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo tasfiyekirina PKK’ê û girêdayî vê jî ji bo qirkirina kurd bigihîne encamê hate destpêkirin. Yanê li dijî çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd e, li dijî azadiya gelê kurd e, li dijî demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn e. Li dijî van hemûyan dibe êrîşeke komploger. Ji ber vê jî zihniyet û siyaseteke wisa ye ku parçe dike, pev dide şikandin, faşîst e, mêtinger û qirker e. Êrîşeke herî zalimane û herî neheq e ku di pozîsyona sûcê mirovahiyê de ye. Berdewamkirina komployê dewamkirina qirkirina kurd e, ew jî dibe bingehê parçebûn û despotîzma li Rojhilata Navîn. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ê sih sal in dewam dike çavkaniya xwe ji li vir digire. Wê çaxê lazim e destûra berdewamiya komployê û pirsgirêka kurd neyê dayîn.

Tê zanîn, Komploya 9’ê Cotmeha 1998’an li ser navê sîstema sermayeya kûrewî ji aliyê rêveberiya wê demê ya DYE’yê ve hatiye plankirin û pratîzekirin. 22 sal in jî hêza esasî ya li pişt sîstema îşkence û tecrîda Îmraliyê DYE û Konseya Ewropayê ye. Di roja me ye îro de jî hêzên esasî yên pergala Îmraliyê li ser pêyan digirin ev hêz in ku êdî bûye şermezeke mezin. Lewma jî ev hêz qirkirina kurdan birêve dibin û li dijî azadiya gelê kurd disekinin. Li ser vî bingehî li dijî azadiya kurd, demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn in. Şirîk û hevkarên hemû pêkanînên faşîst, êrîş û qetlîamên qirker û mêtînger ên dewleta tirk in ku li ser gelê kurd dimeşîne. Zirarên pir mezin gihandine gelê kurd û têkoşîna azadiyê. Pergala îşkence û tecrîdê ya Îmraliyê li ser pêyan digirin û li dijî rêveberiya partiya me êrîşa îmhayê ya bi xelata 12 milyon dolarî dimeşînin. Wisa jî hewl didin komploya behskirî bidomînin. Ji bo van hêzan banga me ew e ku dev ji zihniyet û siyaseta qirkirina kurd berdin ku sûcekî mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê lazim e dev ji domandina komployê, dîsa li dijî Rêber Apo û PKK’ê dev ji dijminiyekê wiha berdin. Lazim e karibin bibin xwedî hêz û helwesteke ku li gel Rêber Apo û PKK’ê, dijberiya xwe ya fikir û siyasetê bi rêbazên têkoşîna demokratîk bimeşînin.

Dewleta tirk ku gardiyanê pêvajoya komployê ye, îro di pêvajoya domandina pergala îşkence û tecrîda Îmraliyê de mîna tetîkêşekî lê anîne. Piştî Komploya Navneteweyî û şûn de, hemû rêveberên dewleta tirk ji aliyê hêzên komploger ve bi armanca serxistina komployê hatine erkdarkirin. Rastiya rêveberiya AKP’ê ya bi serokatiya Tayyîp Erdogan jî ev e. Jixwe dema ku nikarîbû bi tena serê xwe komplo bimeşandana, ya ku MHP jî da balê ev hêz bûn. Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê ku dewama rêveberiya Îtîhad-Teraqî û rejîma darbeya 12’yê Îlonê ye, ji bo berjewendiyên xwe yên malbatî û desthilatdariyê bi van hêzên komploger re bûne yek û Tirkiye ajotine nav felaketekê. Bi zihniyet û siyaseta dijminahiya kurd, jin û gel, bi teror, qetlîam û şerê faşîst ê li hundir û derveyî welat, ketiye nav hilweşandin û rûxandineke tam. Di serî de kurd û jin, ji bo rizgariya gelên Tirkiyeyê û selameta mirovahiyê, hilweşandina dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê mecbûrî bûye.

Bêguman, pêvajoya 22 salan a têkoşîna li dijî komployê, ji bo dîroka têkoşîna me ya azadiyê û berxwedana gel bûye pêvajoyeke zor û watedar. Ev berxwedana destanî û dîrokî ya ku bi pêşengtiya Rêber Apo û PKK’ê,  bi bedelekî zêdetirî bîst hezar şehîdî, êş û zorahiyan hat meşandin, bi qasî bedelên hatine dayîn rê li ber pêşketin û destketiyên mezin jî vekirine. Pir aşkera ye, li dijî komployê ku di van 22 salan de, kêlî bi kêlî dixwest me tune bike, bi berxwedanê derbên giran lê hatine xistin û plansaziya komployê hatiye parçekirin û têk birin. Helbet rêbertiya demê ji her wextê zêdetir ji aliyê Rêber Apo ve hatiye kirin. Wekî çawa di bin pergala îşkence û tecrîda Îmraliyê de rêbertiya berxwedana pratîkî kiriye, her wiha bi Paraznameyan jî rê vekiriye ku tevgera me ya Azadiyê xwe nû bike, rêya rizgariya gelê kurd û hemû bindestan nîşan daye. Bi guhertina paradîgmayê re, partiya me PKK êdî ne partiyeke desthilatdar û dewletparêz e. Veguheriye partiyeke ekolojîk, azadîxwaziya jinê û civakparêziya demokratîk. Bi projeya çareseriya xweseriya demokratîk û konfederalîzma demokratîk a li ser esasê ferdê azad û komûna demokratîk, rêya çareseriya hemû pirsgirêkên civakî derxistiye ortê û wisa jî xwe aniye pozîsyona rêberê hemû bindestan û xwe gerdûnî kiriye. Di nav 22 salên têkoşîna mezin de, di serî de bandora şoreşa azadiya jinê û şoreşa azadiya Rojava ya li dijî DAIŞ’ê, Tevgera me ya Azadiya Kurdistanê li hemû cîhanê belav bûye. Veguheriye tevgereke ku piştgiriyê ji hemû jin, ciwan û kedkarên cîhanê digire.

Em bi armanca pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dest bi sala 23’yemîn a komployê dikin

Niha wekî Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê kurd bi hemleya berxwedanê ya ‘Bes e Ji Tecrîd, Dagirkerî, Faşîzmê re; Dem Dema Azadiyê Ye!’ em dikevin  sala 23’yemîn a têkoşîna li dijî komployê. Pêkanînên me yên 22 salan, aşkera nîşan dide ku em ê di sala 23’yemîn de li ser bingehê hemleya berxwedan û azadiyê çi bikin. Hemleya di 12’yê Îlonê de hat îlankirin, di serî de jin û ciwan, ji aliyê hemû gelê me û mirovahiya demokratîk ve hatiye pejirandin. Hêzên qehreman ên gerîla derbên giran li dijminên faşîst-qirker didin û ji hemleya me ya azadiyê re pêşengtiyê dikin. Li her derê bi armanca hilweşandina sîstema îşkence û tecrîdê ya Îmraliyê û rûxandina faşîzma AKP-MHP’ê û bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, çalakiyên demokratîk tên lidarxistin. Aşkera ye, hemleya azadiyê ya ji aliyê tevgera me hatiye pêşxistin, ji her tiştî zêdetir hilweşandina pergala îşkence û tecrîdê ya Îmraliyê ku sembola komploya navnetewî ye daye ber xwe û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kiriye armanc. Esas li dijî komployê dibe hemleya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Li ser vî bingehî roja 10’ê Cotmehê, di asta kûrewî de wekî ‘Roja Ji Rêber Apo re Azadî’ hatiye îlankirin.

Pir zelal e, em bi hedefa bi temamî têkbirina komployê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikevin nav têkoşîna sala 23’yemîn a li dijî komployê. Bi pêşxistina çalakiyên azadiyê yên li çar parçeyên Kurdistanê û li çar aliyên cîhanê jî nîşan didin ku em ê hedefa xwe ser bixin. Li ser vî bingehî em careke din di serî de jin û ciwan bang li hemû gel û dostên xwe dikin ku bi xurtî tev li hemleya me ya ‘Dem Dema Azadiyê Ye’ bibin, di salvegera 22’yemîn de Komploya 9’ê Cotmehê xurtir protesto, şermezar bikin, di 10’ê Cotmehê de li her qadê xurtî tev li çalakiyên ‘Roja Ji Rêber Apo re Azadî’ bibin û azadiyê teqez bi dest bixin!” BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar