Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Hedefa dewleta tirk a dagirker Kerkûk û Misûl e

Rojnameger Amed Dîcle li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk got ku dewleta tirk hewl dide tevahiya başûrê Kurdistanê dagir bike û sedema veguhestina komên paramîlîter a li herêmê jî wiha nirxand: “Hedefa Tirkiyeyê Kerkûk û Misûl e.”

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê berdewam in. Ji 17’ê nîsana 2022’yan heta niha bênavber êrîşî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê dike. Ji destpêka tîrmehê heta niha jî ev êriş li çoltarên navçeya Amediye ya Dihokê berfireh kir. PDK jî piştgiriya îstîxbarî û lojîstîkî dide êrişan lewma gelek gund hatin valakirin. Dewleta tirk gelek komên paramîlîter ên li Sûriyeyê veguhest vê herêmê, noqteyên kontrolê danîn û nasnameya kontrol dike.

Rojnameger Amed Dîcle têkildarî êrîşên dagirkeriyê axivî. Dîcle, anî ziman ku êrîş li herêma Behdînanê zêde bûne û êrişên li ser herêmên Asos, Bradost û Qendîlê didomin. Dîcle, wiha domand: “Tirkiye, bi hevkariya PDK’ê hewl dide herêma Behdînanê dagir bike. Li vê derê baregehên leşkerî ava dike û noqteyên kontrolê çêdike.”

Bi domdarî Dîcle anî ziman ku Tirkiyeyê di nava 2-3 salan de stratejiya xwe guherandiye û piranî li qadên HPG lê tune ye û sivîl lê dijîn dagir dike. Dîcle, axaftina xwe wiha domand: “Dixwaze bi kontrolkirina qadên stratejîk re qadên tevgerê yên HPG’iyan teng bike. Gelek caran hewl dide sînorên Mîsak-i Mîllî bi dest bixe. Tirkiye dixwaze tevahiya xaka başûrê Kurdistanê îlheq bike. Lê di ferqê de ye ku nikare vê yekê di carekê de bike. Lewma jî hewl dide gav bi gav dagir bike. Di vir de PDK’ê jî rolek li xwe girtiye.”

Dîcle da zanîn ku ji ber bombebaran û êrişan heta niha zêdetirî 600 gundên başûrê Kurdistanê hatine valakirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di meha tîrmehê de tenê li herêma Zaxoyê 45 gund hatin valakirin û zêdetkirî 20 noqteyên leşkerî hatin avakirin. Di navbera Zaxo û Amediyeyê de noqteyên kontrolê ava kirine. Tu liv û tevgereke HPG’ê li van herêman tune ye. Hêzên wan piranî li qadên çiyayî ne. Lê tevahiya van herêman hedef hatiye girtin.”

Rojnameger Dîcle têkildarî veguhestina komên paramîlîter a li herêmê jî ev nirxandin kir: “Ev rewş, têkildarî pêvajoya pêş hinek îşaretan dide. Tirkiye bi bêmirovhiştina herêmê re dixwaze vê herêmê bi temamî bike qada leşkerî. Dê malbatên çeteyên cîhadîst ên ji Sûriyeyê tîne li vir bi cih bike û dixwaze demografyaya herêmê biguherîne. Heke planên Tirkiyeyê bikevin meriyetê, dê PDK zêdetir di nava bajarên Hewlêr û Dihokê de tengav bibe. Wisa xuya dike ku PDK’ê ev rewş qebûl kiriye. Dibe ku Tirkiye piştre jî berê xwe bide PDK’ê. Di çarçoveya vê planê de bi sedan çete ji Sûriyeyê anîne Başîkayê. Li vir tu pevçûn tune ne. Ev yek, amadekariya ji bo demên pêş e. Hilbijartinên Kerkûkê paşde xistin û dixwazin rêveberiyeke li gorî daxwaza xwe ava bikin. Hesabên wan ên têkildarî Misûl û Kerkûkê bi vî rengî ne.”

Dîcle diyar kir ku li Iraqê qanûn hatine binpêkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Mixabin hêza sereke çek e. Dema mirov li çarçoveya qanûnî dinêre, rewşeke derqanûnî heye. Mirov nikare qala Iraqeke yekbûyî bike. Hikûmeta Sudanî niha çavê xwe li dagirkeriyê girtiye. Bi Tirkiyeyê re çendek têkiliyên bazirganiyê danîne û ev geşedan zêdetir Herêma Kurdistanê eleqedar dikin. Hinek derdorên li Bexdayê ji vê dagirkeriyê aciz in. Dewleta Iraqê dê di demên pêş de cidiya vê dagirkeriyê fêm bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar