Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Salı - 1 Ekim 2024

Hediye Yûsif: Erdogan ji bo hemû Kurdistanê xetere ye

Endama Koordînasyona Kongreya Star Hediye Yûsif têkildarî êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şewba vîrûsa koronayê (Covîd-19), ji ANHA’yê bi Cafer Cafo û Xandî Elo re axivî.

Hediye Yûsif ji ewil tevdîrên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêşîlêgirtina vîrûsa koronayê bi bîr xist û got ku Rêveberiya Xweser ji bo parastina gel, bi derfetên kêm ên tenduristiyê hemû tevdîrên pêwîst girtine. Yûsif diyar kir ku ew dikarin gelê xwe ji vîrûsê biparêzin lê nikarin êrîşên berdewam ên dewleta tirk qedexe bikin.

Bergiriyên ji bo vîrûsa koronayê

Yûsif da zanîn ku dewleta tirk hemû biryarên navdewletî binpê dike û wiha dom kir: “Dewleta tirk bi êrîşên xwe qanûn û bangewaziyên navdewletî yên rawestandina şer binpê dike. Mîna binpêkirina gelek tiştên berê, niha jî hem li Lîbyayê û hem jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şer bi rêve dibe. Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê rojane êrîşî kantona Şehbayê dikin. Di êrîşên dawî de çekên giran hatin bikaranîn ku li cem çeteyan tune ne. Artêşa tirk raste rast herêmên kantona Şehbayê yên tijî sivîl topbaran dike. Di êrîşa dawî de sivîlek şehîd bû û yek jî birîndar bû.”

‘Dewleta tirk hewl dide vîrûsê li herêma me belav bike’

Bi domdarî jî Yûsif destnîşan kir ku rawestandina van êrîşan erka Yekitiya Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî û aliyên têkildar e. Yûsif daxuyand ku dewleta tirk hewl dide vîrûsa koronayê li derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bike û wiha pê de çû: “Agahî di destê me de hene ku dewleta tirk ên bi vîrûsê ketin derbasî Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dike. Li hêla din jî dewleta tirk li bakurê Kurdistanê vê vîrûsê li dijî gel û girtiyên siyasî bi kar tîne. Erdogan hem ji bo gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hem jî ji bo hemû Kurdistanê xetere ye.”

‘Tekane rê berxwedan e’

Herî dawî jî Yûsif ev tişt destnîşan kir: “Bêdengiya civaka navdewletî ya li hemberî êrîşên dewleta tirk nayê qebûlkirin. Lê li hemberî van êrîşan tekane ya dikeve ser milê me, berxwedan e. Helwesta me berxwedan e. Em ê li dijî van êrîşan mafê xwe yê parastinê bi kar bînin. Li gel bêdengiya hêzên navdewletî jî dê gel li ber xwe bide.” ŞEHBA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar