Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Hefter agirbest îmze nekir û ji Moskovê veqetiya

Xelîfe Hefter ê ku rojhilatê Lîbyayê di bin kontrola wî de ye, ji bo agirbestê fermî bike çûbû Moskovayê. Lê Hefter agirbest îmze nekir û ji Moskovayê veqetiya

Bi qasidiya Tirkiye û Rûsyayê ji bo muzakereyê şefê hikûmeta Trablûsê Fayez El Sarraj û Hefter roja duşemê çûbûn Moskovê.

Li gorî televîzyona El Arabiya ya Dûbaiyê sedema ku Hefter agirbest îmze nekiriye ev e ku vekişîna leşkerên tirk a ji Lîbyayê û betalkirina peymana di navbera Trablûs û Enqereyê de, di nav agirbestê de tuneye.

Berdevka Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê Marîa Zaharova jî diyar kir ku Hefter bêyî ku peymanê îmze bike ji ser maseyê rabûye.

Piştî ku di sala 2011’an de rejîma Mûhammed Kaddafî ji aliyê NATO’yê ve hate hilweşandin, Lîbya di nav kaosekê de ye. Rojhilatê welat di destê hêzên Xelîfe Hefter de ye û rojavayê wê jî hikûmeta Yekitiya Neteweyî heye ya ku Neteweyên Yekbûyî wê nas dike.

Xelîfe Hefter ji nîsana 2019’an û vir ve ji bo Trablûsê bi dest bixe, operasyonan dike. Hefteya borî bajarê stratejîk ê Sîrte ketibû destê hêzên Hefterê. Şerê di navbera her du hêzan de didome.

Dewleta tirk jî di meha mijdarê de bi hikûmeta Trablûsê re peymaneke behrê çêkiribû û tezkere qebûl kiribû. Tirkiye bi peymana behrê re dixwaze gaza li Behra Spî bi dest bixe.

Dewleta tirk ambargoya çekan a Neteweyên Yekbûyî bin pê dike û çek û cebilxaneyan dişînin ji Biraderên Misilman ên li Trablûsê re. Tirkiye çeteyên DAIŞ û El Nusrayê û leşkerên xwe dişîne Lîbyayê. Ji ber ku Urdun û Emîrtiya Ereban a Yekgirtî çekan dide hêzên Xelîfe Hefter, Neteweyên Yekbûyî Urdun û Emîrtiya Ereban sûcdar dike.

Xelîfe Hefter jî di 3’yê çileyê de di televîzyona El Hadatê de axivîbû û li hemberî mudaxeleya dewleta tirk banga ‘seferberî’ û ‘cîhadê’ kiribû.

Di warê mayindebûna agirbesta li Lîbyayê de gumanên mezin hene. Ji ber ku yek ji garantorê agirbestê dewleta tirk a dagirker e. Ev jî îxtîmala çareseriyê kêmtir dike.

Heta niha di sala 2015’an de li Fasê peymana Skhrîat, di 1-2’yê tîrmeha 2017’an de û di gulana 2018’an de civînên Parîsê, di mijdara 2018’an de Konferansa Palermoyê û di sibata 2019’an de jî Peymana Abû Dabiyê hatibû kirin. Ev peyman bûbûn sedema hêviyê lê bi ser neketibûn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar