Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Hefteya Qehremaniyê û weteya wê

Gelê Kurdistanê rojên navbera 21-28’ê Adarê wekî “Hefteya Qehremaniyê” pêşwazî dike. Ji pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê Mazlûm Dogan 21ʹê Adarê bi çalakiya xwe pêvajoyek nû da destpêkirin, fermandarê efsaneyî Mahsûm Korkmaz (Egîd) jî rengê têkoşînê diyar kir û 28’ê Adarê şehîd bû.

​​​​​​​Kurdistan bi sedan salan hatiye talankirin, gelê wê di komkujiyan re hatiye derbaskirin û tune hatiye hesibandin. Lewma gel bêbawer hat hiştin, biyanî bû û rêyek jê re nehatibû hiştin. Di rewşek wiha gelekî zor û zehmet de, ji çaryeka dawî ya sedsala 20’an ve çirûsek nû pê ket, rûpelek nû hat vekirin.

Bi damezirandina PKK’ê ya bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan re, li Kurdistanê guhertinên dîrokî pêk hatin, bawerî, nasname, kesayeta azad pêş ket; têkoşîna ji jiyanek azad û wekhev mezin bû. Di vê têkoşînê de gelek zor û zehmetî hatin kişandin, bedelên mezin hatin dayîn. Lê baweriya hatiye avakirin rê vekirin ku bedelên mezin bibin hinceta mezinkirina têkoşînê; her rojek, hefteyek an jî mehek ku bedelên mezin hatine dayîn, vî gelî zarokên xwe şehîd dane, bûne dîrokên pîroz û sembol.

“Hefteya Lehengiyê” yek ji van dîrokan e. Di vê hefteyê de pêşengên tevgera azadiyê bi çalakî, têkoşîn û sekna xwe pêvajoyên nû dane destpêkirin, mohra xwe li dîrokê xistine. Her wiha bi sedan şoreşger di vê hefteyê de şehîd bûne.

21’ê Adarê: Mazlûm Dogan

Hefteya Lehengiyê ji 21’ê Adarê destpê dike. 21’ê Adara sala 1982’yan yek ji damezirînerên PKK’ê Mazlûm Dogan li zindana Amadê ku yek ji zindanên herî xirab ên cîhanê ye, li dijî îşkence, zilm û polîtîkayên tunekirinê bi 3 darikên kîbrîtê çalakî li dar xist û pêvajoyek nû da destpêkirin.

Mazlûm Dogan kî ye?

Mazlûm Dogan sala 1955ʹan li gundê Teman yê girêdayî navçeya Mazgirt a Dersimê ji dayik bûye. Piştî dibistanên seretayî, navîn û amedeyî, li bajarê Balikesîr ê Tirkiyeyê dibistana mamostetiyê tirkî xwend. Di sala 1974’an de li beşa Ekonomiyê ya Zanîngeha Hacettepe ya Enqereyê navê xwe tomar kir. Di sala 1976ʹan de tev li koma îdeolojîk a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bû. Di 30ʹê îlona 1979ʹan de ji aliyê desthilata tirk ve hat girtin.

Mazlûm Dogan li pêşberî dadgeha leşkerî ya tirk a li Amedê dirûşma “Berxwedan jiyan e” qêriya û ev bû dirûşmeya tevahiya kurdan û gelên din ên Rojhilata Navîn. Mazlûm Dogan ji hevalên xwe re jêdera îlham û moralê bû. Bi têkoşîna xwe ya bîrdozî û rêxistinî bandor li ser girtiyên siyasî yên ji fikrinên cuda jî kiriye.

‘Newroz bi du navan bê bibîr anîn’

Dema roja 21ʹê Adara 1982ʹyan, ango roja Newrozê Mazlûm Dogan bi sê darikên kibrîtê çalakî li dar xist, di têkoşîna azadiyê de rûpelek nû vekir, dîrokek nivîsand. Lewma êdî wekî Kawayê Hemdem hat binavkirin.

Mazlûm Dogan li pêşberî zordaran gotibû: “Li her devereke ku Dehaqên zalim hebin wê Kawayên Hemdem jî hebin.” Ji vê dîrokê û şûnde Newroz ji nûve gihîşt wateya xwe. Lewma Rêber Abdullah Ocalan li ser mijarê ev nirxandin kiribû: “Newroz ji niha û pê ve wê bi du navan were bibîranîn. Newroza yekem bi navê Kawayê Hesinkar tê bibîranîn. Ev Newroz zayîna gelê me, pêşveçûna ber bi serxwebûn û azadiyê ye, efsaneya berxwedana bi rûmet a dijî kesên dixwazin vê pêşveçûnê asteng bikin, îfade dike. Newroza duyemîn ew Newroz e ku rêhevalê me Mazlûm xwe ji bo têkoşînê feda kiriye.”

Li gorî rêhevalên wî Mazlûm Dogan rojê 500 rûpel pirtûk dixwend, lewma Rêber Abdullah Ocalan ew “Pirtûkxaneya Gerok” pênase kir û got: “Rêheval Mazlûm yek ji rêhevalên me yên ku bîrdoziya me gelekî baş dizane, ruhê partiya me nasdikir û pir baldar bû ku li gorî wê hereket bike. Bi rastî jî kesayetekî pir hêja bû, di vê wateyê de ev kesayet dibe PKK bi xwe, dibe cewherê jiyana PKK û lûtkeya wê.”

28’ê Adarê: Mahsûm Korkmaz

Roja 28’ê jî roja şehadeta fermandarê efsaneyî Mahsûm Korkmaz (Egîd) e. Mahsûm Korkmaz di sala 1956ʹan li navçeya Farqînê ya bajarê Amedê ji dayik bûye. Sala 1976ʹan bi rêya Mazlûm Dogan Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas kir û dest bi perwerdeya îdeolojî û siyasî kir.

Mahsûm Korkmaz yek ji damezrînerên Hêzên Rizgariya Kurdistanê (HRK) û pêşengên Pêngava 15ʹê Tebaxê ya 1984ʹan ku têkoşîna çekdarî li dijî dewleta tirk a dagirker hat destpêkirin bû.

Roja 15’ê Tebaxa 1984’an koma gerîla ya bi navê “14’ê Tîrmehê” bi pêşengiya fermandar Mahsûm Korkmaz li navçeya Erûh (Dihê) ya Sêrtê li dijî baregehên leşkerî yên dewleta tirk çalakiyek serkeftî pêk anî û şerê çekdarî da destpêkirin. Vê rojî di dîroka Kurdistanê de rûpelek nû vekir û li cîhanê deng veda, lewma wekî “Cejna Vejînê” tê pêşwazîkirin.

Fermandar Egîd 28ʹê Adara 1986ʹan di şerekî li hemberî artêşa tirk a dagirker ê li çiyayê Gabarê de şehîd bû.

Rêber Abdullah Ocalan li ser şehadeta Fermandar Egîd jî wiha gotibû: ” Rêheval Egîd fermandarekî bijarte bû ku dizanî pêwîst e Newroz bi hêviyên mezin bên pêşwazîkirin û li gorî wê şerê were kirin. Ew bi xwe jî bi vê zanebûnê bû û bawer dikir ku di şertên herî zehmet de dikarin gavên mezin ên nayê hejandin biavêjin. Bi vî rengî diyar kir ku taktîka partiya me wê bikeve jiyanê û bû mînak. Ew di heman demê de ji bo diyarkirina qedera artêşa gerîla, gelê me û têkoşîna me ya çekdarî jî fermandarekî ku rewş zû ferq kiribû û ji bo vê yekê jî dimeşiya bû.”

Îlankirina Hefteya Lehengiyê

Ev herdû dîrok wekî gelek dîrokên din di têkoşîna azadiyê de gelekî girîng in. Lewma PKK’ê di kongreya xwe ya sêyemîn de (1986) biryar girt ku rojên navbera 21-28’ê Adarê wekî “Hefteya Lehengiyê” bê pêşwazîkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar