Ji 10 ê kanûna 1948’an ku Lijneya Giştî ya Neyeweyên Yekbûyî Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan qebûl kiriye û hefteya navbera 10 û 17’ê kanûnê weke hefteya Mafên Mirovan îlan kiriye heta vê demê 75 sal derbas bûn.
Her sal di vê hefteyê de saziyên mafên mirovan di derbarê binpêkirinên mafên mirovan de çavdêriyan dikin, raporên binpêkirinên mafên mirovan amade dikin û pêşkêşî raya giştî dikin.
Li Tirkiyeyê jî bi dehan sal in saziyên sivîl ên pêwendîdar derbarê mafên mirovan de xebatan dikin û têkoşînê dimeşînin.
Her sala ku derbas dibe li Tirkiyeyê binpêkirinên mafên mirovan ji sala berê zêdetir, her roja ku derbas dibe ji roja berê bêtir dibin, gelên Tirkiyeyê xweziya xwe bi sal û rojên borî tînîn û her sal gotina pêşiyên kurdan a “sal bi sal xwezî bi par” dubare dikin.
AKP a ku beriya bibe desthilat sozên aştî, aramî û demokrasiyê dabû gel û civakê û ji 20 salan zêdetire li ser kar e, her cara ku hilbijartin tê bi sozên cûda civakê dixe nava hêvî û bendewariyê, her carê bi lîstikeke cûda û derewên nû di serî de gelê kurd, gelên tirkiyeyê dixapîne.
Bi (qaşo) edaletê, bi guherandina mekezagonê, bi demokrasiyê û herî zêde jî bi gotin û sozên “sererastkirina” rewşa aboriya welat a ku bi destê xwe hilweşandine û civakê bi qeyrana aborî re rû bi rû hîştine didin gel û civakê.
Piştî her hilbijartinê berovajî sozên ku dane civakê tevdigerin û careke din hêviyên civakê yên aramî, wekhevî û welatekî demokratîk dişkînin.
Li Tirkiyeyê binpêkirinên mafan ên ku bi destê AKP û hevkara wê MHP’ê pêk hatine û her roj pêk tên, bêhed û bêhesab in.
Di dema hevkariya AKP-MHP’ê de, ji xwendekaran heta mamosteyan, ji hiqûqnasan heta akademîsyenan, ji zarokan heta jinan, ji siyasetmedaran, hilbijartiyan, parlamenteran heta şaredaran, ji rojnamegeran heta rewşenbîran, ji karkeran heta karmend û kedkaran, ji sazî, komele, kes û kesayetan, heta hemû beşên civakê yên muxalîf ku wek AKP-MHP’ê nafikirin di hedefa vê desthilata faşist de ne û para xwe ji binpêkirina mafan û bêhiqûqiya wan girtine.
Ji sala 2016’an heta vê demê, di warê binpêkirina mafan de herî zêde hilbijartiyên ku bi dengê gelan hatine hilbijartin para xwe ji pêkanînên faşîzanê yên desthilata heyî girtine.
Bi tayînkirina qeyûman vîna gel hatiye xespkirin, di şûna şaredarên hilbijartî de qeyûmên karmendên dewletê hatine peywirdarkirin û şaredariyên ku navêndên xizmeta gel bûn hatine desteserkirin.
Desthilata AKP-MHP’ê, çend roj berê, ligel nerazîbûn û bertekên sazî û rêxistinên sivîl û demokratîk, li pêkanînên xwe yên binpêkirina maf û azadiyan rûpeleke sosret a din zêde kir û rêveberiya Konseya Yekitiya Odeyên Tabîban ji peywirê girt û bi fermana Erdogan rêveberiya Yekîtiya Odeyên Tabîban jî ji aliyê qeyûman ve hate dagirkirin.
Ji 15 ê Sibata 1999’an heta vê demê tecrîda girankirî li ser birêz Abdullah Ocalan tê meşandin, her wiha Hamili Yildirim, Weysî Aktaş û Omer Hayrî Konar ên li İmraliyê girtîne jî bi heman tecrîdê re rû bi rû ne, mafên wan ên telefon, hevdîtina bi parêzer û malbatan re tê binpêkirin û ji adara 2021’ê heta vê demê, ev 3 sal in tu agahî ji birêz Ocalan û girtiyên li girava Îmraliyê nayê girtin.
Ev tecrîda girankirî, îşkence û her cûre binpêkirinên mafên girtiyan her roja ku derbas dibe zêdetir dibin û dixwazin van pêkanînên dermirovî wek rewşeke asayî bi girtiyan, malbatan û civakê bidin qebûlkirin.
Bi vê nêzîkatî û feraseta faşîzane welat wergerandine zindana servekirî û zext, zor, bêrûmetiya ku li hemberî girtiyên zindanan di meriyetê de ne li ser tevahiya civakê pêk tînin
Li hemberî vê tecrîda girankirî ku li zindanan û li ser tevahiya civakê tê meşandin û di encama van pêkanînên hovanê de li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan, tenê di sala 2022’yan de cenazeyên 75 girtiyan ji zindanan derketine.
Herî dawî jî girtiyê nexweş ê giran Cemal Tanhan, di encama van pêkanînên tecrît û îzolasyonê de ku diviyabû ku bihata berdan lê di demê de nehat berdan û dermankirin jiyana xwe jidest da.
Li hemberî vê tecrîd û îzolasyona ku li hemberî birêz Ocalan û hemû girtiyên siyasî pêk tê, girtiyan 27’ê mijdarê li 104 zindanan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine û 15 roj in ev greva birçîbûnê berdewam e.
Her wiha, Nobeta Edaletê ya li Amed Wan, Mêrsîn û Stenbolê bi armanca bidawîkirina tecrîdê hatiye destpêkirin jî di roja 8’an de berdewam e.
Ji bo şikandina tecrîdê, pêwîst e di serî de malbat, sazî û rêxistinên sivîl ên demokratîk, odeyên pîşeyî, hemû alî û derdorên aştîxwaz û azadîxwaz mil bidin milê hev û girtiyên zindanan tenê nehêlin.
Heke çalakiya ku li zindanan hatiye destpêkirin pêl bi pêl mezin bibe û veguhere çalakiya hevpar a tevahiya civakê, wê demê şikandina tecrîdê pêkan bibe û pêngava; “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” wê bigihîje armanca xwe.