Ji ber ku hîn jî serkêşiya cîhanê, bi giranî di destê van herdu dewletan Rûsya û Amerîkayê de ye, helbet têkiliyên navbera wan jî, pêştirî têkiliyên dewletên din tên. Lewma di serî de em ê bi hevdîtinên wan ên fermî destpê bikin.
Piştî hevdîtina di asta yekemîn de ya Biden û Putin li Cenevreyê, di 16’ê hezîranê de, niha jî di asta duyemîn de, li heman bajarî di navbera cîgirên wezîrên derve yên her du dewletan de pêk tê. Erê tê gotin ku li ser hinek mijarên stratejîk danûstandinê kirine lê van gotinan bi tenê şîrove ne, gûman e. Ji ber ku civînek hevpar a çapemeniyê çênekirin, tenê hinek rayedarên wan bi çend gotinên gilover, dibêjin baş derbas bûye û ew ê di meha îlonê de dîsa bicivin.
Bûyer û agahiyên din ên girîng ên vê hefteyên jî mirov dikare wisa rêz bike:
Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî, li Washingtonê ye; li gel Biden rûnişt û li gorî saloxan, dûrûdirêj axivîne. Di vê hevdîtinê de, mijara derket pêş a herî girîng û balkeş ev bû: Biden, piştgriya temam daye Kazimî û hilbijartinên wan ên giştî, li pey wê jî daxuyaniyek balkêş da û got, “heta dawiya vê salê em ê leşkerên yê cengî ji Iraqê vekişînin!”
Li Tûnisê, serokê dewletê Kays Seîd karê parlamento û wezaretan da rawestandin; destê serokê parlamentoyê Gannuşî û serokwezîr Meşîşî ji kar ve kişand. Li gorî piraniya şîroveyan; ev derbeyek li dijî îslama siyasî- Birayên Misilman a Tûnisê (Tevgêra EL NEHDA) ye!
Serokê dewleta Haitti Moise hate kuştin. Tê gotin ku ji kujeran hinek amerîkî ne, hinek jî kolombiyayî ne.
Li Lubnanê Serokwezîrê nuh bû Necib Mikatî. Tê gotin ku ev kes, ji herî dewlemendên lubnanî yek e û piştî kuştina Refiq Herîrî jî carekê kurt bûbû serokwezîrê Lubnanê. Fransa û DYA, vê bijarê baş dibînin.
DYA û NATO, bi giranî hêzên xwe ji Afganistanê vekişandin. Ev vekişandin, li ser lihevhatina li Dohaya Qeterê ya DYA û Talîbana pêk tê. Piraniya welatê Afganistanê ketiye bin desthilatiya Talîbanê. Bi tenê navenda bajarên mezin mane û bi taybetê mijara paytext Kabilê di rojevê de ye. R.Erdogan, parastina vî bajarî hil dide ser milê xwe, lê Talîban nerazîbûna xwe li dijî wî nîşan daye. Ji niha ve, rojê bi hezaran kes koçî Tirkiyeyê dibin û R.Erdogan, ji vê koçberiyê gelek dilxweş e!
* * *
Wisa diyar dibe ku DYA, gav bi gav zemînê ji siyaseta xwe ya vê sedsalê re amade dike. Di asta yekemîn de neyarê xwe; Çîn destnîşan kiri ye. Hema hema hemû hewldanên wan, di çarçova vê stratejiya dijberî Çînê de ne.
Erê aşkera nakin lê dibe ku dema lihev rûniştin, ev mijar jî ketibe rojeva Biden û Putîn. Jixwe di civîna xwe ya li Cenevê de, dema biryara navbera xwe ya ku ‘şerê nuklerî nakin’, dirêj kirine. Lê bi rê û rêbazên din, ew dev ji berjewendên stratejîk ên dewletên xwe yên di asta cîhanî de bernadin û ew ê bi her awayên cûrbecûr bidin meşandin.
Mînakên Sûriye, Iraq, Libya û hwd. li ber çava ne. Niha mînakên Afrîkayê, Afganistanê, derkenarê Derya Reş û Derya Spî û hwd.jî di rêzê de ne. Yek ji wan, li van deveran çi gavekê davêje, hema di cih de yê din, li hember wê bi gavekê yan du gavan bersivê dide.
Mînaka Afganistanê balkêş e. DYA, gûman ew e ku dixwaze li ser vir re jî li dijî Çînê pêngavekê biavêje; desteka xurtir bidin tirkên Ûygurê. Helbet Çîn û bi taybetî Putîn (gurê siyasetê ye, rêveberekî kevn ê KGB’ê ye), li hember vê gavê destvala ranawestin. Hema bi lez heyetên Talîban kişandin Moskov û Pekînê, weke xilatekê forma statuya fermî dan Talîban!
Her wiha DYA, li aliyekê leşkerê xwe ji Iraqê û Afganistanê vedikişîne, li aliyê din li Başûr, Rojava, Dedeagaca Yewnanistanê û li gelek welatên din baregehên xwe yên leşkerî xurtir dike. Dibe ku li gel stratejiyê hinek taktîken xwe jî diguheze.
Li gel Îranê jî, siyasetek du rengî; nermûhişk bi hevre didi meşandin. Bi kurdan re jî siyasetek dişibi vêna birêve dibe. Bi Bakur re cuda, bi Başûr û Rojava re bi şêwazekî din tevdigere. Bi Rojhilat re siyaset û helwesta wan ne diyar e. Dibe ku li gorî şert û mercên li gel Îranê were guhertin.
Siyaseta DYA’yê ya li gel Îran û Tirkiyeyê, hinekî nêzî hev e û ji hinek aliyan ve jî bi hev ve girêdayî ye. Mînak, eger karibe li dijî Îranê, bi rêya M.Kazimî û R.Erdogan re, siyaseta xwe birêve bibe, ew ê heta demek din jî krediyê bide Kazimî û Erdogan. Her wiha dixwaze Tirkiyeyê, li ser Talîbanê re, li dijî Çînê jî bide xebitandin.
Hilbet kurd jî, ew ê li gorî siyaseta van dewletan amadekariyên xwe bikin û bi hostayî dîplomasiyê bimeşînin û bi zanistî tevbigerin.