PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

“Hejmara betaliyê 2 milyon û 159 zêde bûye”

Pispora Navenda Lêkolînê ya DÎSK'ê Denîz Beyazbûlût, diyar kir ku rêbazên pîvandinê yên TUÎK'ê tabloya rastîn a di warê pirsgirêka betaliyê de rast aşkere nake û got: "TUÎK, rastiyê vedişêre. Tabloya kanbax a di dema şewbê de vedişêre."

Navenda Nûçeyan

Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) daneyên dawî yên derbarê betaliyê de parve kir. Daneyên TUÎK’ê yên heya meha Tebax 2020’an e. Di daneyên hatine parvekirin de hejmara betalan 4 milyon û 194 e. Lê belê Pispora Navenda Lêkolînê ya Konfederasyona Sendîkayên karkerên Şoreşger (DÎSK) Denîz Beyazbûlûtê, îstatîstîkên TUÎK’ê yên ku bi rêbazên beriya şewba Covîd-19’ê amade kirine ne rast in.

Beyazbûlût, anî ziman ku TUÎK di rêjeyên betaliyê de yên dema şewbê de, metodolojiya beriya şewbê bi kar aniye û got: “Lê em metodolojiya Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî ya ji bo vê serdemê pêşniyar kirine bi kar tînin. Li gor vê di dema şewba Covîd-19’ê de hejmara betaliyê 2 milyon û 159 zêde bûye.”

Beyazbûlût, diyar kir ku di meha Tebaxa 2020’an de li gor tebaxa 2019’an betaliya tomarkirî 936 hezar zêde bûye û bi giştî betalî bûye 10 milyon û 513 hezar û got: “Wekî tê zanîn piştî şewbê destûra bêheq û xebata demkurt zêde bû. Ev kes jî divê betal bên hesibandin. Yanî tabloya rastîn bereksê ya TUÎK’ê tabloyeke pir wehîm e. Nexasim jî bi pandemiyê re, her diçe betalî zêde dibe û îstihdam kêm dibe.”

Betalî zedetir li jinan bandor dike

 Beyazbûlût, destnîşan kir ku herî zêde jin bandorê ji pandemiyê digirin û got, di vê serdemê de ên herî zêde ji qada îstihdamê vekişiyane jin in. Beyazbûlût got, heger şewb wisa dewam bike dê bandoreke pir xirab li betalî û îstihdamê bikin.

Beyazbûlût got: “TUÎK bi daneyan nalîze. Lê belê rêbaza beriya şewbê bi kar tîne û tabloya wehîm ya di dema şewbê de vedişêre.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar