Aştî bi valakirina Îmraliyê û hemû zindanan pêkan e

Ji bo aştî, aramî û xweşî bê Tirkiyeyê divê berî her tiştî girtîgeha Îmraliyê û hemû girtiyên siyasî ji girtîgehên din vala bibin. Eger...

Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...

Aştî bi valakirina Îmraliyê û hemû zindanan pêkan e

Ji bo aştî, aramî û xweşî bê Tirkiyeyê divê berî her tiştî girtîgeha Îmraliyê û hemû girtiyên siyasî ji girtîgehên din vala bibin. Eger...

Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...
Cumartesi - 12 Ekim 2024

Aştî bi valakirina Îmraliyê û hemû zindanan pêkan e

Ji bo aştî, aramî û xweşî bê Tirkiyeyê divê berî her tiştî girtîgeha Îmraliyê û hemû girtiyên siyasî ji girtîgehên din vala bibin. Eger...

Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...

Hejmara ewil a Rojnameya Zarokan Solfasol derket

Hejmara ewil a Rojnameya Zarokan Solfasol gihaşt ber destê xwendeyên xwe. Her wiha ev rojname ji aliyê zarokên temenên 7-18 salî ve tê amadekirin

Hejmara yekem a Rojnameya Zarokan Solfasol gihaşt ber destê xwendeyên xwe. Rojnameya Solfasolê, ji aliyê zarokan ve tê amadekirin. Rojname dê wekî pêveka Rojnameya Gayrîresmî Solfasolê li Enqereyê sê mehan carekê bê weşandin.

Ji naveroka wê bigire heya sêwirandina wê hemû ji aliyê zarokan ve tê amadekirin. Desteya weşanê ya Rojnameya Zarokan Solfasolê ji 14 kesan pêk tê. Her wiha xêzên di rojnameyê de cih digirin jî yên zarokan e. Ji xeynî Zîşan Kurum û Asli Baysûgê ku tev li civînan û amadekirina rojnameyê dibin, tu mezin daxilî rojnameyê nabin. Her wiha Lînda Nîhan Lafci jî ji bo sêwirandina rojnameyê alîkariya zarokan dike.

Temenê zarokan di navbera 7-18 salî de ne

Zarokên temenê wan di navbera 7-18 salan de dikarin ji bo rojnameyê binivîsînin û xêz bikin. Sernavên beşên rojnameyê jî di civîna desteya weşanê ya ku ji zarokan pêk tê, bi biryareke hevpar tê diyarkirin. Hejmara zivistanê ji van beşan pêk tê: Nûçe, Hawidor û Zanist, Sersal, Mîtolojî, Çand, Huner û Geşt. Ji xeynî van beşan di her hejmarê de dosyeyek jî heye.

Kesên bixwazin xwe bigihînin rojnameyê dikarin bibin aboneyê malpera Solfasol.tv an jî dikarin ji pirtûkfiroşin li Enqereyê peyda bikin.

Fikir a zarokan bû

Zîşan Kurum û Asli Baysûg ku alîkariya zarokan dikin, behsa rojnameyê kirin.

Kurum diyar kir ku fikira derbarê çêkirina rojnameyeke zarokan de di civîneke Rojnameya Solfasolê de derketiye holê û wiha got: “Denîz ku kurê hevalek me ye, di civînê de dev ji lîstikê berda û got, fikirek min heye. Fikira wî rojnameyeke zarokan bû. Dû re rojekê gava me rojname dikirin pakêt, careke din fikira xwe anî zimanê. Wê çaxê Tan, kurê hevalek me, jî li wir bû. Tan jî got, dikare aliyê wî bike. Piştî vê me jî fikra wan pêk anî.”

Kurum da zanîn ku zarok pêşî lêkolîn dikin, paşê nivîsên xwe amade dikin û got ku rojnameyeke kolektif e.

Her wiha Kurum diyar kir ku rojnameyê pêşniyarî mezinan jî dike û wiha got: “Dê bibînin ku zarok pir cuda ne û ew jî xwedî derd in.”

Ji bo hemû zarokan

Baysûg jî anî ziman ku li bendê ne ku zarokên ne di desteya weşanê de jî nivîsan ji rojnameyê re bişînin û wiha domand: “Deriyê rojnameya me ji bo hemû zarokên ku dixwazin binivîsin vekiriye. Di nav desteya weşanê de ji bajarên din jî zarok hene. Zarokên bixwazin binivîsin, bajarê wan ferq nake, li ku dibin bila bibin dikarin binivîsin.”

Peyamek ji bo mezinan

Ilgin Îklîm Eren a 8 salî anî ziman ku gava dest bi xwendina hejmara ewil kiriye pir kelecanî bûye û wiha got: “Min cara ewil ji bo rojnameyê nivîsand. Pir kêfa min hat. Cara ewil e ku dê her kes nivîsa min bixwîne û jê hez bikin.”

Eren anî ziman dixwaze derbarê nebat, fêkî, pirtûk, xişiran, kinc û pisîkan de binivîse.

Tan Bûlûgan ê 11 salî jî ji bo mezinan ev tişt got: “Ev rojname delîlek e ku di karên wisa de divê firsendê bidin zarokan. Ji kerema xwe hînekî din jî guh bidin fikrên zarokan.”

Nêrînên zarokan

Yagmûr Arslan a 11 salî jî anî ziman ku civînên rojnameyên pir xweş derbas bûne û piranî ji çêkirina wêneyan hez dike û diyar kir ku dê di hejmara a biharê de derbarê Galata Kûlesiyê û pergala perwerdehiyê de binivîse.

Aren Hamarat ê 9 salî jî da zanîn ku herî zêde ji çêkirina wêneyan hez dike û wiha got: “Gava nivîsên dirêj bin dibetilim. Lê ez bi dilxweşî wêneyan çêdikim. Gava min rahişt hejmara ewil a rojnameyê, bi xwe serfiraz û şanaz bûm. Pir kêfxweş bûm.”

Feraye Saçilik a 10 salî destnîşan kir ku gava derbarê mijarên li gor dilê xwe de dinivîse pir kêfxweş dibe û gava rojname nû derketiye dubare dubare ew xwendiye.

Denîz Bozbeyoglû yê 9 salî jî da zanîn ku gava dinivîse zehmetiyan dikişîne lê gava dixwîne kêfxweş dibe.

Her wha Yagmûr Arcak a 16 salî jî anî ziman ku gava rojname nû derçûye û rahiştiye hejmara wê ya ewil pir şanaz bûye û wiha got: “Min dizanibû rêya herî rihet a xweîfadekirinê nivîs e. Lewma min qet dev ji nivîsandinê berneda û axirê nivîsên min êdî li cihekî tên weşandin. Ev ji bo min cihê kelecanê ye. Herî zêde dixwazim derbarê muzîkê de binivîsim. Ji ber ku min hêlên muzîkê yên nayên zanîn keşf kirin û ji ber ku van tiştan parve dikim, dilxweş im.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar