Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Hejmara kesên bi Covîd-19’ê ketin milyonek derbas kir

Navenda Nûçeyan |

Vîrûsa koronayê (Covîd-19) ku di meha kanûnê de li bajarê Wuhan ê Çînê derket, bi lez li cîhanê belav dibe. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) li ser leza belavbûna vîrûsê fikarên xwe parve kir û diyar kir ku hefteya tê dibe ku hejmara qurbaniyan bi du qatî zêde bibe.

Li gorî daneyên Zanîngeha John Hopkîns, heta şeva çarşemê li 187 welatan zêdetirî 926 hezar kes bi vîrûsê ketin. Ji ber ku piraniya wan di encama testê de tespît bûn, tê gotin ku hejmara rastî ya nexweşan gelekî zêdetir e. Ji nexweşên bi vîrûsê ketin heta niha 193 hezar kes jê rehet bûne.

Vîrûs herî zêde li DYA’yê belav bûye

Ji aliyê hejmara nexweşan ve DYA di rêza destpêkê de ye. Li DYA’yê bi giştî 209 hezar kes bi vîrûsê ketine. Li Îtalyayê zêdetirî 110 hezar û 500 kes, li Spanyayê zêdetirî 102 hezar, li Çînê zêdetirî 82 hezar û 300 kes, li Almanyayê zêdetirî 77 hezar û 500 kes, li Fransayê zêdetirî 57 hezar û 700 kes, li Îranê zêdetirî 47 hezar û 600 kes, li Ingilistanê zêdetirî 30 hezar kes bi vîrûsê ketin.

Hejmara qurbaniyan 46 hezar derbas kir

Hejmara mirovên ji ber vîrûsa koronayê mirin 46 hezar û 400 kes derbas kir. Tenê di nava 24 saetên dawî de li gorî daneyên fermî nêzî 5 hezar kes mirin û 77 hezar kes bi vîrûsê ketin. Di nava 24 saetên dawî de herî zêde li DYA’yê qurbanî çêbûn. Li DYA’yê hezar û 36 kes, li Spanyayê 864 kes û li Îtalyayê jî 727 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Îtalyayê ji meha sibatê heta niha 13 hezar û 155 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji aliyê qurbaniyan ve Spanya di rêza duyemîn de ye ku heta niha 9 hezar û 53 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li DYA’yê jî heta niha 4 hezar û 476 kes mirine. Li Fransayê 4 hezar û 782 kes bûn qurbanî. Li Çînê ku vîrûs lê der bû li gorî daneyên fermî 3 hezar û 312 kes bûn qurbanî.

Gelo Çîn daneyan berevajî dike?

Rojên dawî gelek nûçe tên weşandin ku tê de tê gotin Çîn hejmara rast a qurbaniyan vedişêre. Tê gotin ku merasîmên cenazeyan ên li bajarê Wuhanê nîşan didin ku tenê li vî bajarî herî kêm 35 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane. Dîmenên li medyaya civakî hatin weşandin nîşan didin ku bi hezaran kes bi saetan ji bo wergirtina cenazeyan di rêzê de dimînin. Radio Free Asia (RFA) ku ji aliyê Kongreya DYA’yê ve tê fînansekirin, îdia kir ku hejmara rastî ya qurbaniyan 42 hezar kes in. Radyo vê îdiaya xwe dispêre agahiyên ji heft krematoryûman ku li Wuhanê cesed lê tên şewitandin.

Gumana ku Îran jî daneyên şaş dide

Ji Îranê jî guman tê kirin ku hejmara rastî ya qurbaniyan tê veşartin. Li gorî daneyên fermî li Îranê 3 hezar û 36 kesan jiyana xwe ji dest dan. Lê belê li gorî çavkaniyên muxalîfên li sirgûnê, li 237 bajaran 14 hezar û 700 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hate îdiakirin ku li Tehranê hezar û 900 kes, li Îsfahanê hezar û 500 kes, li Horazan Razavî hezar û 120 kes, li Mazandaranê hezar û 60 kes, li Huzistanê 635 kes, li eyaleta Kurdistanê (beşek ji rojhilatê Kurdistanê) 240 kes, li Kirmaşanê (Rojhilatê Kurdistanê) 400 kes û li Îlamê (Rojhilatê Kurdistanê) herî kêm 135 kesan jiyana xwe ji dest dane.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar