Navenda Nûçeyan |
Şewba vîrûsa koronayê (Covîd-19) li seranserî cîhanê her ku diçe berbelavtir dibe û bîlançoya wê jî giran dibe. Malpera ‘Worldometers’ a ku daneyên vîrûsa koronayê li cîhanê berhev dike, daneyên nû bi raya giştî re parve kirin.
Li gorî daneyên malperê hejmara kesên bi şewba koronayê ketin 2 milyon derbas kir û heta niha li temamiya cîhanê zêdetirî 126 hezar kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Di malperê de hejmara kesên bi şewbê ketin û bi şewbê mirin a çend welatan wiha hatiye parvekirin:
* Li Dewletê Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) heta niha 614 hezar û 246 kes bi şewbê ketine.
* Li Spanyayê heta niha 174 hezar û 60 kes bi şewbê ketine.
* Li Îtaliyayê heta niha 162 hezar û 488 kes bi şewbê ketine.
* Li Fransayê heta niha 143 hezar û 303 kes bi şewbê ketine.
* Li Almanyayê heta niha 132 hezar û 210 kes bi şewbê ketine.
* Li Ingilistanê heta niha 93 hezar û 873 kes bi şewbê ketine.
* Li Çînê heta niha 82 hezar û 295 kes bi şewbê ketine.
* Li Îranê heta niha 74 hezar û 877 kes bi şewbê ketine.
* Li Tirkiyeyê heta niha 65 hezar û 111 kes bi şewbê ketine.
* Li Belçîkayê heta niha 31 hezar û 119 kes bi şewba vîrûsa koronayê ketine.
Hêjayî gotinê ye ku ev daneye yên fermî ne û li gorî rêxistinên tenduristiyê û hêzên muxalîf, hejmara kesên bi şewbê ketin û yên bi şewbê mirin ji ya heyî gelek zêdetire.