Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Hejmara kesên li Sêweregê hatine girtin derket 6’an

Hejmara kesên ji ber komkujiya li Sêweregê hatine girtin derket 6’an. Ji kesên hatine girtin 2 jê ji malbata ku gelek endamên xwe di komkujiyê winda kirinin. Kesên hatine girtin bi hinceta ‘ewlehiyê’ sewqî girtîgehên Qeyserî û Xarpetê hatin kirin

Ji Sîwereg, ji ber kuştina 6 kesan, 2 jê ji aliyê megdûr, hejmara kesên hatin binçavkirin derket 6’an. Birayê parlementerê AKP’ê yê berê Zulfîkar Îzol Cemal Îzol duh sewqî dadgehê hat kirin û girtin.

Di 15’ê hezîranê de li gundê Çeltîk ê navçeya Sêwereg a Rihayê ji ber nîqaş û rageşiyên li ser erd, welatiyên bi navên Hakki, Zozan, Meral û Mûsa Serhat Îzol û Ridvan Buluş (30) û Serdar Delen (31) ji aliyê ferdên malbata parlamenterê berê yê AKP’ê Zulfîkar Îzol ve hatin qetilkirin. Ji ber kuştina 6 kesan, hejmara kesên hatin girtin derket 6’an. Her 6 kes bi sûcdariya ‘Mirov kuştin û hewldana kuştinê’ hatin girtin. Ji 6 kesên hatine girtin, 2 jê ji malbata mexdûr in.

Piştî bûyerê birayên parlamenterê berê yê AKP’ê Zulfîkar  Îzol, Bulent Îzol, Cîhan Îzol, kurê wî Ferman Îzol û ji malbata ku xizmên xwe di êrîşî de winda kirin Mehmet Metîn Îzol û Yûsûf Rojhat Îzol hatibûn girtin.

Birayê Îzol, Cemal Îzol ê di êrîşê de birîndar bibû û dermankirina wî li Nexweşxaneya Dewletê ya Sêweregê dibin çavderiya polîsan de dewam dikir jî, piştî ji nexweşxanê hate derxistin duh bi şev sewqî edliyê hate kirin. Dadgeha Cezayê Sulhê bi heman sûcdariyê derbarê Cemal Îzol de jî biryara girtinê da û şand girtîgehê.

Li aliyê din, hat diyar kirin ku Cîhan, Bulent û Ferman Îzol ên li Girtîgeha Tîpa T ya Sêweregê girtîbûn, bi hinceta ewlekariyê sewqî Girtîgeha Qeyseriyê hatin kirin. Mehmet Metîn û Yûsûf Rojhat Îzol jî, bi heman hincetê sewqî Girtîgeha Xarpetê hatin kirin. RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar