Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Hejmara koçberên li Kampa Holê 72 hezar derbas kir

Kampê Holê ku ji bo 40 hezar koçberên iraqî hatibû avakirin, niha bi hatina malbatên DAIŞ’iyan re tejî bûye. Li gorî daneyên dawî, hejmara koçberên li Kampa Holê 72 hezar û 842 kes derbas kiriye

Ji bo pêşwazîkirina welatiyên ji koçberên Sûriye û Iraqê, di 21’ê nîsana sala 2016’an de li navçeya Holê ya Hesekê, Kampa Holê hate avakirin. Yek ji mezintirîn kampên koçberan a li bakur û rojhilatê Sûriyeyê ye. Bi taybet jî di demên dawî de piştî ku şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) serweriya çeteyên DAIŞ’ê li Sûriyeyê bi dawî kir, bi dehhezaran malbatên çeteyan û welatiyên Hecîn û gundewarên wê jî li kampê hatin bicihkirin. Li gorî daneyan, hejmara koçberan a li kampê 72 hezar 842 kes e.

Têkildarî rewşa kampê, hevseroka Rêveberiya Kampên Herêma Cizîrê Macîde Emîn ji ANHA’yê re axivî. Emîn destnîşan kir ku ji 72 hezar û 842 koçberan, 21 hezar û 208 malbat ji pêkhateyên cuda yên Sûriyeyê ne. Emîn da zanîn ku yên din jî gelemperî malbatên iraqî yên ku ji ber şer reviyane û malbatên çeteyan e. Emîn got ku gelemperiya koçberan jin, zarok û extiyar in.

11 hezar û 39 kes biyanî ne

Li gorî daneyên dawî yên di 25’ê adarê de, di nav de malbatên DAIŞ’ê yên ji Sûriyeyê jî hejmara koçberên sûriyeyî gihaşt 31 hezar û 436 koçberan. Her wiha ji koçberên Kampa Holê 30 hezar û 367 kes jî ji koçber û malbatên iraqî pêk tê û 11 hezar û 39 kes jî ji malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî pêk tê.

Hejmara heyî kapasîte derbas kiriye

Di dawiya axaftina xwe de jî Macîde Emîn ev agahî dan: “Rêveberiya kampê hîn jî kesên nû tên kampê pêşwazî dike. Hejmareke pir mezin gihaşt kampê. Kapasîteya kampê li gorî 40 hezar welatiyan e. Lê niha hejmara koçberên li kampê hatine bicihkirin, 72 hezar derbas kiriye.” HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar