Li navçeya Bazarcixa Mereşê ku navenda erdhejê ye, cara ewil bi pileya 7.7 û cara duyemîn jî bi pileya 7.6 hejiya. Mereş jî di nav de erdhejê bandora xwe li ser 10 bajaran kir. Hejmara qurbaniyên erdhejê ji 6 hezarî bihûrî. Her saeta ku diçe bilançoya miriyan zêdetir dibe. Li Mereş, Dîlok, Meletî, Semsûr, Riha, Amed, Kilîs, Osmaniye, Edene û Hatayê OHAL hat ragihandin. Hê jî bi hezaran kes di bin kavilan de li benda rizgarkirinê ne. Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê têr nakin û tê gotin hê jî cihên ku tîman xwe negihandinê hene. Nûçegihanên ji herêmên erdhejê kêlî bi kêlî agahiyan radigihînin. Nûçegihanên me ragihandin ku xelkê li herêmên erdhejê bi şerv li derve man û heta serê sibê erdhejok qet nesekinînin.
* Hat daxuyandin ku di erdhejê de 7 hezar û 108 kesan jiyana xwe ji dest dane û 34 hezar û 810 kes birîndar bûne.
*Hat daxuyandin ku di erdhejê de 8 hezar û 574 kesan jiyana xwe ji dest dane.