Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Hejmara nû ya Newaya Jin derket

Rojnameya jinê ya mehane Newaya Jin bi manşeta ‘Cotmeh banga ji bo berxwedanê ye’ derket. Di hejmara rojnameyê ya vê mehê de jî ji têkoşîna jinên kurd heta herêma ewle, tayînkirina qeyûman û Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê gelek mijarên cuda hatine nirxandin

Newaya Jin ku rojnameya jinê ya li Ewropayê ye, hejmara wê ya cotmehê çap bû. Endama Meclisa PAJK’ê Hêlîn Umît di nirxandina xwe ya ji bo rojnameyê de diyar kir ku têkoşîna azadiyê ya jinên kurd çil sal in ruh, hişmendî, hest û jiyanê dide dînamîkên pêşketina neteweyî ya demokratîk û azadiya jinê. Di çarçoveya mijarê de nivîsên ji bo vegotina Arîn Mîrkan û Mîhrîban Saran di rojnameyê de hatin weşandin.

Di hejmara cotmehê ya rojnameyê de hevpeyvîna bi endama Koordînasyona TEV-DEM’ê Foza Yûsif a der barê rewşa li herêmê hate weşandin. Yûsif ‘Herêma bi ewle’, ‘Polîtîkaya dewleta tirk a li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê’, ‘Xebatên ji bo avakirinê yên li herêmê’ û ‘Tevlêbûna jinê ya li vê pêvajoyê’ nirxand. Yûsif diyar kir ku herêmên Rojava hemû bi ewle ne, lewma şaş e ku ji xeta parastinê ya li sînor re weke ‘Herêma bi ewle’ bê gotin. Yûsif da zanîn ku heta ku dagirkeriya dewleta tirk bi dawî nebe, aloziya herêmê jî dê bi dawî nebe.

Komploya 15’ê Sibatê

Ji Girtîgeha Gebzeyê Sema Mazlum jî der barê Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê de nivîsek ji bo Newaya Jin amade kir. Rojnamevan Gulistan Çiya jî heman mijar di rûpelên kurdî de şîrove kir û li dijî çerxên komployê bal kişand ser pêwîstiya bi kampanya û platformên navneteweyî yên mîna ‘Azadî ji Ocalan re’.

‘Şerên serdema nû’

Rojnamevan Ronî Eylem jî bi dosyayeke berfireh a lêkolînê ‘Şerên serdema nû’ û bandora wê ya li jiyana mirovan a rojane nirxand. Mijara qeyûman û desteserkirina şaredariyên HDP’î jî ji aliyê aktîvîsta jin Sara Aktaş ve hate nirxandin. Aktaş diyar kir ku yekane tişta li dijî êrîşan bê kirin, yekkirina qadên têkoşînê û berxwedana bi hev re ya ji bo daxwazên hevpar e.

Tayînkirina qeyûman

Ji wekîlên HDP’ê Feleknas Uca jî heman mijar di rûpelên kurdî de nirxand û da zanîn ku berxwedana li dijî faşîzmê mafekî rewa ye. Li gel portre û nivîsên nirxandinan her wiha gelek nûçe û dosya der barê tenduristî, zanistî û pêkenokan hene. Lewma rojnameya Newaya Jin vê mehê jî xwedî naverokeke xurt e.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar