Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Hejmara nû ya Newaya Jin derket

Hejmara meha çileyê ya rojnameya Newaya Jin bi manşeta ‘Em teyrê Sîmir in. Em ji xweliya xwe ji nû ve diafirin’ derket

Hejmara 178’an a Newaya Jin ku bi formateke taybet hate amadekirin û giraniyê dide ser Komkujiya Parîsê ku di 9’ê çileya 2013’an de, derket. Tevî armanc û encamên komkujiyê, her wiha her sê jin ên şoreşger ên hatin qetilkirin, hatin vegotin.

Elîf Mercan bal kişand ser jinên ku di dema kevn û ya nêz de ji aliyê sîstema kapîtalîst ve hatin qetilkirin û destnîşan kir ku vê yekê bi tevgerên jinê re paşve gav neda avêtin û got; ‘Ew bûn wêrekiya me ku em dest bi têkoşîneke nû bikin.’

‘Xwestin wêrekiya serînetewandinê ya jinên kurd qetil bikin’

Besîme Gonca jî qala şahidiya xwe ya ji berxwedana rêveberiya xweser kir û di şexsê Sêvê Demîr, Fatma Uyar, Pakîze Nayir, Bejîn, Ferîde û Asya Yukselan de pêşengiya jinê bi bîr xist. Gonca destnîşan kir ku ya ku di 4’ê çileya 2016’an de bi Komkujiya Silopiyayê re xwestin qetil bikin, wêrekiya serînetewandinê ya jinên kurd, hişmendiya xwe ya azadiyê û bawerî û biryardariya azadiyê bû.

Aktîvîsta TJA’yê Gulcîhan Şîmşek jî heman mijar di rûpela Kurdî de şîrove kir û bal kişand ser karakterê têkoşîna her sê jinên şoreşger temsîla wan dikin.

Sara bû şoreş

Denîz Bîlgîn ji bo yek ji damezirînerên PKK’ê Sakîne Cansiz destnîşan kir ku bi têkoşîn û jiyana xwe veguherî şoreşê û got, ‘Hêza mirovan a ku xwe kir şoreş ji desthilatdar û hêrsan hemûyan xurt e. Têk naçe.’

Sema Mazlûm jî Cansiz weke ‘Manîfestoyekê’ pênase kir û jiyana wê ya têkoşînê vegot.

Rojnameyê her wiha xwe gihand şagirtên Sakîne Cansiz ên li Kampa Mexmûrê û nêrînên wan ên der barê Cansiz de girt.

Ji qunciknivîsên rojnameyê Zerya Gul û Gulistan Îke jî giranî dan ser kesayetên li dijî polîtîkayên qirkirina jinê pêşengiyê ji têkoşîna jinê re dikin.

Zîlan Diyar qala Fîdan Dogan kir û bi gotina; ‘Şoreşgerek bû ku di têkoşînê de bi tevahiya kesayetiya xwe fedakarî kir’ ew pênase kir.

Dîlan Amed jî taybetmendiyên bingehîn ên Leyla Şaylemez, lêgerînên wê û dînamîzma wê ya têkoşînê vegot.

Eylem Ronî jî çalakiyên jinan ên bi dansê bûn sembolek nirxand û bi bîr xist ku vê berxwedanê tarîtî ji holê rakir û kolan xiste nava liv û tevgerê.

Di hejmara nû ya rojnameyê de bi aktîvîsta femînîst a îtalî Gea Pîccardî re hevpeyvînek hate kirin ku Pîccardî ji perspektîfa eko-femînîst li ser Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û Jineolojiyê doktora kir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar