Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Hejmara nû ya Newaya Jinê derket

Hejmara nû ya Newaya Jinê bi manşeta 'Em ber bi şerê we ve diherikin' derket û rojname li ser komkujiya Parîs û Silopyayê sekiniye

Navenda Nûçeyan

Hejmara nû ya rojnameya Newaya Jin ku mehê carek tê çapkirin, bi manşeta ‘Em ber bi şerê we ve diherikin’ derket. Rojnameya ku bi formata nû hatî hazkirin li ser komkujiyên Parîs û Silopyayê disekine. Di vê hijmara nû de analîz, vegotin, gotarên bi şêwazên biyografiyê hene. Di rojnameyê de siyasetmedara kurd Gultan Kişanak li ser şertên zindanan ên piştî darbeya 12’yê Îlonê û rola Sakîne Cansiz sekiniye.

Gultan Kişanak di nivîsa xwe de bi bîr xistiye Sakîne Cansiz a ku tifî serek îşkencerê rejîma mêtinger Esat Oktay kirî, bêyî ku cihêtiyê bike nav rêxistinan bi hemû jinên girtî re têkildar bûye û bi rola mêzîna dadê rabûye.

Zeryal Gul di nivîsa xwe de bi bîr xist komkujiya li ser jinan a li Parîs û Silopyayê xisletê dewleta tirk e, ji vê komkujiyê re got, operasyona ‘şikandina hêviyê’. Gul her wiha xeta têkoşîna azadiya jinê her ku rehên xwe bi kûr ve berdide û digihije gel û jinên din reng û xisletê komkujiyê girantir û cihêtir dibe.

Nûdem Nûrhak jî bal kişandiye ser komkujiya Silopyayê ya 4’ê Çile ya 2016’an.

Her wiha Songul Karabulut, Bircan Yilaz û Jînda Amed li ser Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez nivîsîn, di kovarê de roportaja bi Janeth Bîehl re jî heye ku Bîehl pirtûka Cansiz a ‘Jiyana min tim şer bû’ Çileya 2019’an li îngilîzî wergerandibû.

Di vê hijmarê de Endama komîteya Rojava ya Jîneolojiyê Hêja Zerya bi nivîsa li ser jineolojiyê cihê xwe girt.

Gulrux Hatemî di nivîsa xwe de balê dikişîne ser têgîna ‘Femînîcîde’, Nurhaq Gulbahar jî li ser raperîna gel a başûrê Kurdistanê disekine.

Di rojnameyê de çîroka jinan a Şîrîn Elemhulî heye ku 9’ê Gulana 2010’an ji hêla rejîma Îranê ve hat darvekirin û her wiha çîroka jiyana aktîvîsta femînîst a Hîndû Tarabaî Shînde jî di rojnameyê de cihê xwe digire.

Ambargî Arhat Ba jî bi nivîseke bîranînê ya li ser Têkoşîna Amanoz (Ceylan Yaşar) di rojnameyê de cihê xwe digire ku Têkoşîn Amanos Tebaxa 2010’an li Qadên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar