Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Hejmara nû ya rojnameya Newaya Jin derket

Hejmara meha îlonê ya rojnameya Newaya Jin bi hejmara 198'an derket

Navenda Nûçeyan |

Hejmara 198’an a meha îlonê ya rojnameya Newaya Jin bi manşeta ‘Jina serî hildide hêvî ye’  gihişt ber deste xwendekarên xwe.

Di rojnameyê de mijara mêtingeriya tirk, encamên desthilatdarbûna Talîban a li Afganistê, yekitiya neteweya demokratîk, Konferansa 2’yemîn a Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê derketin pêş.

Endama Koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhed ji Kurdistanê heta Afganistanê geşdanên rojane nirxand.

Serhed tespît dike ku terorîstên herî mezin dewlet bi xwe ne û wiha dibêje: “Li deverekê heke jin rabûbin ser pêyan, çalak bin, li wir xwedî li jiyanê derdikevin.”

Têkilî rewşa li Afganistanê Berdevka Partiya Hevgirtinê ya Afganistanê Selay Gafar roportajek daye rojnameyê.

Nivîskara rojnameyê Zerya Gul jî balê dikişîne ser Yekitiya Jinên Şoreşger ên Afgan ku ji 1977’an û wir ve têdikoşe.

Meral Çîçek jî li ser Konferansa 2’yemîn a Jinan a Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur nivisiye ku konferansa dawiya tîrmehê li Beyrûtê çêbûbû.

Endama Komîteya Amadekar a Konferansê Hana Sîdor jî biryarên sereke yên konferansê vegot.

Têkildarî yekitiya netewî ya demokratîk a kurdan jî bi endama Parlamenetoya Iraqê ya YNK’yî Rêzan Şêx Dilêr re roportajek hatiye kirin.

Qunciknivîskara rojnameyê Bêrîtan Zagros bi nivîsa xwe li aqûbeta 3 endamên RJAK’ê pirsî ku li ser rêya Şengalê ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatibûn rewandin û ji 5’ê tebaxê û wir ve agahî ji wan nayên girtin.

Koordînatora SAMAR’ê Yuksel Genç jî êrîşên nîjatperest ku van demên dawî li Tirkiyeyê zêde bûne dinirxîne.

Ji navnîşana www.newayajin.net mirov dikare xwe bigihîne tevahiya naveroka rojnameyê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar