Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Hejmara nû ya rojnameya Serxwebûnê derket

Di hejmara 485’an a rojnameya Serxwebûnê de mijarên; bûyerên siyasî yên dawî li herêmê û cîhanê, meha gulanê ku ji bo têkoşîna azadiyê ya kurd xwedî wateyeke mezin e, kronolojiya neteweperestiya kevneperest ku hevkariyê ji êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk re dike, polîtîkayên dijmin ên li ser zindanê, her wiha mijarên çand û ciwanan hatin nirxandin.

Endama Komîteya Rêveber a PKK’ê Rûken Garzan jî di gotara xwe de ya bi sernavê “Bi ruhê serketinê yê şehîdên me dema avakirina jiyana azad e” ev tespît kir: “Her roj, her kêliya PKK’ê bi bîranîna şehîdên me dibe xwedî wate.”

Endamê Komîteya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû di hejmara meha gulanê ya Rojnameya Serxwebûnê de, bûyerên siyasî yên li cîhanê û herêmê dinirxîne.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di nivîsa xwe ya bi sernavê “Şehîdên Gulanê rêya me ronî dike” de, diyar kir ku di 46’emîn salvegera meha şehîdên Gulanê de, bi pêşengiya berxwedana li Îmraliyê û bi bingeha berxwedana ruhê qehremaniya Zap û Avaşînê xwe zêdetir nêzî rastiya şehîdan dibinin.”

Her wiha giştînameya Komîteya Rêveber a PKK’ê ya bi sernavê “Em li ser xeta şehîdan şer bikin, dijmin li Zap û Avaşînê binax bikin” di hejmara gulanê ya rojnameyê de hat weşandin.

Endama Koordînasyona KJK’ê Pîroz Nûda di nivîsa xwe ya bi sernavê “Berxwedana Gerîla ya li Zapê planên artêşa tirk têk bir” de wiha got: “Eger hevkariya PDK’ê ya ku gihiştiye xiyanetê nebûya, dewleta tirk ne pêkan bû bi vî rengî bêhiş berê xwe bida Herêmên Parastinê yên Medyayê. Lê belê di vê qonaxa têkoşîna me de, aliyên ku li kêleka wî disekinin û li hember destketiyên gelê kurd şer dikin ew ê neyên efûkirin. Di vî warî de helwesta gelê me ya li hember xiyaneta PDK’ê pir watedar e. Wê helwesta gel PDK’ê ji vê pozîsyonê derîne.”

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Dilzar Dîlok di gotara xwe ya bi sernavê “Dijminatiya li dijî Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê, dijminatiya cîhanê û mirovahiyê ye” de mijarê bi berfirehî dinirxîne.

Di hejmara gulanê de, ku beşa yekem a rêze gotaran “Kronolojiya Neteweperestiya ” lê dest pê kir, ev jî cih digrin:

*Koordînasyona Komalên Ciwan: “Xezeba Ciwanên Kurdistanê wê faşîzmê hilweşîne.”

*Pîro Dersim: “Polîtîkayên Dijmin ên li Zindanan û li dijî wê erkên me.”

*Yekta Munzur: “Dersên ku divê  ji Tevgera Çand, Huner û Wêjeya Demokratîk bê derxistin.”

*Dilzar Dîlok: “Gerîlayek li dîwana berxwedanê.”

*Nivîsa li ser Aysel Dogan a di 11’ê gulanê de dema li Almanyayê ji ber nexweşiya penceşêrê dihat dermankirin şehîd bû jî cih girt.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar