Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Hejmara nû ya Serxwebûnê derket

Hejmara 498'an a rojnameya Serxwebûnê bi sernavê "PKK partiya yên di xeta Zîlan de dimeşe de ye" derket.

Rojnameya Serxwebûn di hejmara xwe ya Hezîranê de cih daye nirxandinên li ser Pêngava 1’ê Hezîranê ya dîrokî û xeta fedaî ya Zîlan a di 30’ê Hezîrana 1996’an de li Dersîmê çalakiyeke fedaî kiribû.

Di vê hejmarê de analîzek li ser geşedanên siyasî yên li cîhanê û herêmê, hin beşên ji pirtûka M.Hayrî Dûrmûş ku piştî 41 salan cara yekem ji aliyê Serxwebûnê ve hatiye çapkirin hene. Di heman demê de beşa duyemîn a ‘KCK û Neteweya Demokratîk’ heye. Ev nivîs ji pirtûka ‘Di nav lepên qirkirina çandî de parastina kurdan’ a Rêberê Gelê Kurd hatiye wergirtin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di gotara xwe ya bi sernavê “Pêngava 1’ê Hezîranê li dijî êrîşên komplogerî û tasfiyeyê têkoşîneke mezin e” de dibêje ku “Pêngava 1’ê Hezîranê pêngavek e ku tasfiyekirina tasfiyeyê îlan kir.Pêngava 1’ê Hezîranê, pêngaveke şoreşgerî ya îdeolojîk û rêxistinî ya mezin bû. Pêngava 1’ê Hezîranê bû ketina paradîgmaya nû ya demokratîk, ekolojîk, azadiya jinan.”

Ji fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA Starê Şerda Mazlûm Gabar, Pêngava 1’ê Hezîranê nirxand û got, “Di 1’ê Hezîrana 2010’an de li gorî stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî şer derket asta herî jor. Gerîla bi perwerdeyên şaxên ku dîtiye zêdetir profesyonel bûye û teknîk xistiye xizmeta taktîkan. Piştre gerîlatiya sedsala 21’an weke gerîlatiya modernîteya demokratîk pênase kir.

Koordînasyona PAJK’ê jî di daxuyaniya xwe de got, “Hevrê Zîlan bi çalakiya fedayî ya ku di 30’ê Hezîrana 1996’an de li Dêrsimê li dijî dewleta tirk a dagirker pêk anî, nemir bû.Hevrê Zîlan ku di dîroka me ya têkoşînê de yekemîn çalakiya fedaî pêk anî, ne tenê bi çalakiya xwe ya ku taktîka gerîla vekir, bi hêza xwe ya fêmkirina rastiya Rêbertiyê, bi helwesta xwe ya bîrdozî bû sembola me ya xwedawendiyê .”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû, geşedanên li herêmê, Tirkiye û Kurdistanê nirxand, di nivîsa xwe ya bi sernavê “Berxwedanên ku dîrok nivîsandin” de wiha got: “Ev hikûmet di çareseriya pirsgirêka kurd de ne xwedî ferasetê ye. Dibêjin Erdogan çend kurd kiriye wezîr, ev kir, ew kir. Gotina vê yekê xapandina xwe ye, xapandina gelê kurd e. Ew her tim bi vî rengî dikin. Bi mebestê dikin. Yê vê dixe rojevê MÎT e, şerê taybet e..”

Ferzende Îsyan di nivîsa xwe ya bi sernavê “Em bi ruhê Apoyî nû bikin, em şerê azadiyê bigihînin serketinê” de wiha dibêje: “Cenazeyên me bi kargo hatin şandin, goristanên me yên ku cihên me yên herî pîroz in wêran kirin, çiyayên me û erdnîgariya me ya ku bihuşt e, hatin şewitandin û talankirin.”

Piştî 41 salan name, nivîs, zabitnameyên dadgehê yê yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê M. Hayrî Dûrmûş ji aliyê Weşanên Serxwebûnê ve hatin berhevkirin û weşandin. Nameya ku Durmuş di pirtûka bi navê “Name û nivîsarên M. Hayrî Dûrmûş” de ji malbata xwe re nivîsandiye di hejmara 498’an de hatiye weşandin.

Di vê hejmarê de rojnameya Serxwebûnê jî du bîranînên cuda yên Pîrdogan Kemal û Murat Karayilan jî cih digire.

Li ser malpera serxwebun.org’ê hemû nivîs tên peydakirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar