Navenda Nûçeyan | Îro hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê li cîhanê ji 44 milyonî derbas kir; heta niha nêzî 32 milyon kes baş bûne û milyonek û 171 hezar kesan jî jiyana xwe ji dest daye
Li gorî daneyên dawîn ên malpera ‘Worldometer’ê li seranserê cîhanê îro hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê (Covid-19) gihîşt 44 milyon û 264 hezar kesan, 32 milyon û 453 hezar kes baş bûne û milyonek û 171 hezar kesan jî jiyana xwe ji dest daye.
Amerîka di aliyê hejmara pêketiyan de, di rêza yekemîn de ye. Piştî Amerîkayê, welatên Hindistan, Brezîlya, Rûsya, Fransa, Spanya, Arjantîn, Kolombiya, Brîtanya, Meksîka, Perû, Afrîkaya Başûr, Îran, Îtalya û Şîliyê tên.
Her wiha heta niha hejmara kesên ji ber vîrûsa koronayê mirine herî zêde li Amerîkayê ye û bi rêzê Brezîlya, Hindistan, Meksîka, Brîtanya, Îtalya û Fransa ne.