Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

Hejmara qurbaniyên Covîd-19’ê 15 hezar derbas kir

Navenda Nûçeyan |

Bîlançoya vîrûsa koronayê ku ji ewil li Çînê hatibû dîtin, her ku diçe girantir dibe. Vîrûs roj bi roj li welatên cîhanê berbelavtir dibe û hejmara miriyan jî her ku diçe zêdetir dibe. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) têkildarî mijarê daxuyanî da û hişyarî da ku metirsiya mirinê li ser ciwanan jî heye.

TIRKIYE

Rayedarên dewleta tirk dibêjin ku hejmara nexweşên bi vîrûsa koronayê ketin bûye hezar û 236 kes û heta niha 30 kes bi vê şewbê mirî ne. Di heman demê de rayedaran diyar kir ku li 36 wargehên li 23 bajaran, 11 hezar û 269 kes jî di karantînayê de ne. Lê belê rêxistinên tenduristiyê dibêjin ku hejmara nexweşan û qurbaniyan ji yên hatine aşkerakirin zêdetir e. Li Tirkiyeyê di halê hazir de tevdîreke cidî ya hatiye wergirtin nîne.

ÎTALYA

Li Îtalyayê hejmara qurbaniyên vîrûsa koronayê di nava mehekê de gihîşt 5 hezar û 5476 kesî. Tevî ku di ser tevdîrên karantînayê re 2 hefte derbas bûne, ev hefte ‘krîtîk’ tê dîtin. Hejmara nexweşên li welat gihîşt 60 hezar kesî.

DYA

Li Amerîkayê heta niha 35 hezar kes bi enfeksiyona vîrûsa koronayê ketine. Hejmara qurbaniyan 450 kes derbas kir. Yek ji sê parên nifûsa Amerîkayê li malê dimîne. Li gorî rayedaran, bi fermana eyaletan a ji bo ‘mayina li malê’ re hejmara mirovên li malê dimînin gihîştiye derdora 101 milyon kesî.

KANADA

Li Kanadayê hejmara qurbaniyan 24 saetên dawî li gorî rojek beriya niha bi rêjeya ji sedî 50 zêde bû. Li welat 20 kes ji ber şewbê mirin û hejmara nexweşan jî bû hezar û 470 kes.

SWÎSRE

Li Swîsreyê hejmara nexweşan gihîşt 8 hezar û 500 kesî. Hejmara qurbaniyan jî roj bi roj zêde dibe. Li welat heta niha zêdetirî 100 kesan jiyana xwe ji dest dan.

SWÊD

Li Swêdê hejmara nexweşan zêde bû. Zêdetirî 2 hezar kes bi vîrûsa koronayê ketin. Hejmara qurbaniyan jî bû 25 kes.

BELÇÎKA

Li Belçîkayê 342 kesên din bi vîrûsê ketin û bi vê yekê re hejmara nexweşan bû 3 hezar û 700 kes. Di heman demê de heta niha 80 kes jî ji ber vîrûsê mirî ne.

ALMANYA

Li Almanyayê nexweşên vîrûsa koronayê zêde bûn. Li gorî daneyên zanîngeha John Hopkîns û rayedarên tenduristiyê yên xwecihî, li Almanyayê 26 hezar û 220 kes bi nexweşiyê ketine û 111 kes jî bûne qurbanî.

ÎRAN

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de 127 kesên din ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan. Bi vî rengî hejmara qurbaniyan bû hezar û 812 kes, ya nexweşan jî gihîşt 23 hezar û 49 kes.

FRANSA

Li Fransayê jî 671 nexweşên din zêde bûn û hejmara nexweşan bû 16 hezar û 689 kes. Ya qurbaniyan jî 700 kesî derbas kir.

SPANYA

Li Spanyayê hejmara nexweşan bû 3 hezar kes, ya qurbaniyan jî 2 hezar û 200 derbas kir. Li welat hejmara qurbaniyan di asteke krîtîk de ye.

HOLLANDA

Li Hollandayê heta niha 4 hezar û 200 kes bi vîrûsê ketine û 179 kesî jî jiyana xwe ji dest dane.

KOREYA BAŞÛR

Li Koreya Başûr hejmara nexweşan gihişt 9 hezar kesî. Hejmara qurbaniyan jî bû 111 kes.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar