Balafira bêmirov û biçek (SÎHA) ya dewleta tirk a dagirker di şeva 25’ê kanûnê de, li Kobanê êrîş pêkanîbû, di encama êrîşê de 2 hemwelatî şehîd bûbûn û 7 kes jî birîndar bûbûn.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê ragihand ku hemwelatiyê ku di êrîşê de birîndar bibûn û li nexweşxanê dihatin dermankirin 3 ji wan rexmê hemû mûdaxaleyên bijîşkan jî şehîd bûne.
Li gorî van agahiyan hejmara hemwelatiyên ku di encama êrîşê de şehîd bûn gihaşt 5 kesan. 4 hemwelatiyên ku birîndarin jî li nexweşxanê tên dermankirin.
Navên şehîdan wiha ne: “Nûjiyan Ocalan, Viyan Kobanê, Rojîn Ehmed Îsa, Merhef Xelîl Îbrahîm û Welîd Menla Hisên.”
Cenazeyê 4 şehîdan dê sibê bi meresîmekê werin definkirin. KOBANÊ