Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Hejmara Serxwebûnê ya Nîsanê derket

Hejmara meha Nîsanê ya Rojnameya Serxwebûnê bi sernavê “Li dijî dagirkerî û xiyanetê dema serhildanê ye” derket.

Hejmara 484’an a Rojnameya Serxwebûnê bi sernavê “Li dijî dagirkerî û xiyanetê dema serhildanê ye” derket.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di hejmara meha Nîsanê de, di gotara xwe ya bi sernavê “Têkoşîna topyekûn wê çarenûsa şer diyar bike” û bûyerên dawî yên siyasî yên li cîhanê û herêmê nirxand. Li gel nirxandin, analîz û nivîsên li ser êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a şeva 17’ê Nîsanê ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi desteka PDK’ê, her wiha gotara Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan a bi navê “Hêza me îdeolojiya me ye”. Nivîsa 1ê Gulanê ji aliyê Endamê Komîteya Perwerdeyê ya PKK’ê Nurettîn Demîrtaş a bi sernavê “Em ê bi ruhê azadiyê di têkoşîna çand-hunerê de bi ser bikevin” û nirxandina Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat a xebatên meclîsan ên li Ewropayê nirxand.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik nirxand, ku dewleta tirk çawa dixwaze hevsengiyên li Rojhilata Navîn ku piştî şerê sar hate hilweşandin û ji nû ve ava bike, veguherîne avantajên siyasî û çawa plan dike parçeyên Kurdistanê, Başûr û Rojava ku weke Peymana Neteweyî nîşan da, ji nû ve kontrol bike.

Vejîna jiyana azad

Bi navê Koordînasyona PAJK’ê jî bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotarek hate nivîsandin. Di nivîsê xwe de hate ragihandin ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a duyemîn bi avakirina partiyê ve pêk hatiye. Her wiha tê gotin, bi paradîgmaya nû ya ku piştî Komploya 15’ê Sibatê afirandiye, rojbûna xwe ya sêyemîn pêk aniye û dibîne ku ev bûyîn di heman demê de pêvajoyên ku jin û gelê Kurd di nava jiyana azad de dimeşin û dest bi destpêkên nû dikin.

Waliyê dewleta tirk yê mêtînger Berzanî ne

Orhan Kendal di nivîsa xwe ya bi sernavê “Xiyaneta Kaboka Aşîl a Kurdan û PDK” de êrîşa dagirkeriya şeva 17’ê Nîsanê ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê nirxand û wiha got: “Rêveberiya PDK’ê bi navikê xwe bi dijmin ve girêdaye. Ti nirxên neteweyî û exlaqî yên ku ji bo berjewendiyên xwe yên teng nafiroşin nemaye. Armanca wan ew e ku çeteyên ku bi şerê taybet ê dewleta Tirk perwerde kirine li dijî me bi kar bînin.”

Nedîm Seven di gotara xwe de ya bi sernavê “Yên li ber xwe didin wê bi ser bikevin”, li ser xiyaneta PDK’ê wiha got: “Desthilatdariya Barzanî di şerên Başûr ên salên 1992-95-97’an de weke alîkar û kujerên rejîma Tirk bû. Bi Komkujiya Hewlêrê ya 1997’an re ku ji dîrokê re şermezar bû, zêdeyî 70 PKK’yî yên bêçek, bêparastin û alîgirên PKK’ê, birîndar û nexweş qetil kirin.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di nivîsa xwe ya bi sernavê “Ruhê yekîtî û hevgirtinê di nava PKK’ê de dijî” de wiha got: “Heta kedkar û karker hebin, heta 1’ê Gulanê wê têkoşîna wan a azadî û demokrasiyê her tim hebe. Me 1’ê Gulanê wisa fêm kir û bi wate kir û li ser vê bingehê jiyan kir. Weke partî em ê ji niha û pê ve jî hewl bidin li ser vê bingehê bijîn û her 1’ê Gulanê bikin roja ku têkoşîna me ya azadî û demokrasiyê bi zanebûn, bi rêxistin û bilindtir bibe.”

Di hejmara Nîsanê de, gotara Hêlîn Ûmît a li ser serdana Kemal Kiliçdaroglû ya li Amedê, gotara Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat a li ser karên meclîsan ên li Ewropayê û gotara Şiyar Amed a li ser çand û hunerê hatin weşandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar