Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Heke Bakur bixwin ew ê Başûr daqurtînin

Dewleta tirk cara ewil di sala 1983’a de dest bi êrîşên ‘dersînor’ ya başûrê Kurdistanê kir. Ev 38 sal in êrîşên xwe didomînin. Di êrîşa ewil de PKK’yiyên li Başûr, çend komên biçûk bûn. Bi tiliyan dihatin jimartin. Hê hêza xwe berhev dikirin da ku dest bi şerê çekdarî bikin.

Wê demê, PDK û rêxistinên din jî tê de, hemû kurdên çekdar ên li çiyayên Kurdistanê, ketin ber êrîşên dewleta tirk. Ev rewş, heta 1991’a bi vî awayî dewam kir. Piştî ku kurdên me yên başûr bûn desthilatdara herêmên xwe, ev car tenê PKK’ê ket ber êrîşan.

Di 23’ê nîsanê, derengiya şevê de, êrîşek nû dest pê kir. Hêzên dewleta dagirker, piştî têkçûna Garê ev car berê xwe dan Metîna, Zap û Avaşînê…

Ew koma biçûk, ewil car di sala 1983’an de bi tevî hêzên din a kurdan ketibûn ber êrîşên dewleta tirk. Lê ew PKK’ê ku tûşî êrîşên dewleta tirk tê, niha xitabî milyonan dike. Her wiha herî kêm 60 hezar şehîdên wê hene.

Dewleta tirk, piştî sala 1991’an ji bo van êrîşan tenê PKK’ê sedem nîşan dide. Mixabin, heman tişt, di vê 30 salên dûmahî de piraniya rayedarên başûrê Kurdistanê jî bikar tînin. Li ser van êrîşên dûmahî Serokwezîr Mesrûr Barzanî aşkera got, “Ev kêşeya navbera PKK û Tirkiyeyê ye, ne kêşeya Iraqê û ne jî kêşeya me ye.”

Rayedarên Başûr, bi taybetî jî yên bi ser PDK’ê, pirî caran bang li PKK’ê jî kirin da ku başûrê Kurdistanê terk bikin û berê xwe bidin Bakur.

Berî ku em vê raya çewt rexne bikin, çend mînakan bidin.

Partiya ewil a kurdan di sala 1945’a de bi pêşengiya Qazî Mihemedê nemir bi navê PDK-Îranê hat damezrandin. Piştî wê salek, ev car Mele Mistefa Barzaniyê nemir PDK-Iraqê damezrand. Mele Mistefa, partiya xwe di 11’ê tebaxê de li axên azad a Komara Mahabad a Kurdistanê damezrand. Qazî Mihemed her yek carek dijberiya Mele Mistefa nekir, di ser de li dadgeha dagirkeren wî parast û got, “Ew li mala xwe ji odeyek derbasî odeyeke din bûye.”

Mînakek din: PDK’ê Başûr jî di nav de hemû rêxistinên başûrî bi dehan sal li rojhilatê Kurdistanê man û şerê xwe ji wê derê domandin. Hinek hêzên rojhilatî ketin ber êrîşên PDK’ê Başûr jî, lê yek carek partiyên rojhilatî negotin, “Vegerin Iraqê.” Ji ber ku Rojhilat jî mala wan bû.

Mumkun e, pirsgirêk di navbera rayedariya Başûr û PKK’ê hebin û hene jî. Lê çareseriya vê yekê jî ne “qewitandina” PKK ye. Ne piştgiriya hewldanên dagirkeriyê ya dewleta tirk e. Diyalog û danûstendina rasterast e. PKK ji diyalogê re vekiriye. Vê yeka bi dehan car aşkera kirin. Bila kerem bikin, heke bawer jî nakin bila carek be jî vê rêya diyalogê biceribînin, dev ji piştgiriya dagirkeran berdin. Wê demê heke PKK pirsgirêkan derxe, qet şika kesî tune be ew ê hemû kurd bi canikî û camêrî dijberiya PKK’ê bikin.  Lê niha tu kes nikare kurdên Bakur bavêje ber gurên boz. Heman tişt ji bo hemû beşên Kurdistanê derbasdar in. Bilêvkirina vê yekê jî şerma herî mezin e.

Başûr berdêlek mezin daye. Ji 180 hezarî zêdetir şehîdên wan hene. Beşa me ya herî ciwan rojavayê Kurdistanê ye û ew jî herî kêm 20 hezar şehîd daye. Hinde şehîdên me jî li bakur û rojhilatê Kurdistanê hene.

Em kurd, ji bo xatirê van şehîdan be jî divê bi hev bikin. Divê bi hevre tevbigerin. Em mecbûrî hev in.

Lê ne wiha be ango bakurê Kurdistanê taştêya dagirkeran be, divê herkes bizanibe ku ew ê hêzên rojavayê Kurdistanê navroj, yên başûrî jî şîv bin. Qet şik nîne, dagirker ew ê rojhilatê Kurdistanê jî ji xwe re bikin xwarin.

Dagirker bê wijdan û bê îman in. Kurd nikarin xwe bavêjin ber bextê van bê wijdan û bê îmanan. Hemû kurd ji vê yekê berpirsiyar in û divê bi helwestek zelal, bi diyalog û danûstendinê vê meseleyê çareser bikin. Piştgiriya cîhanê jî tenê bi vê rêya mezin dibe.

Nûçeyên Têkildar