Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Heke çek nebe gelê me bi qirkirinê re rû bi rû ye

Rizgar Baz

Dibe ku ji roja şehîd ket û hetanî niha li ser fermandarê mezin, bi pênaseya Rêber Apo: “Sembola herî bijarde yê wêrekiyê” heval Egîd, gelek nivîs hatibin nivîsandin. Lê em ê di vê nivîsê de behsa çend taybetmendiyên cuda yên fermandarê mezin bikin.

Heval Egîd di rojnivîsa xwe de dibêje ku: “Ji bo em ji navçeyê (Eruh) agahî bigirin, me mirovek jî peyda nekir.” Lê ligel vê jî wekî tê zanîn tevî ku çalakiya destpêkê bû, ezmûn û ceribandin tunebûn jî, lê çalakiya ku li Dihê (Eruh) hat lidar xistin çalakiyek pir serketî bû. Welê ku hîna di demjimêrên destpêkê de hem li Tirkiye û hem jî li tevahî cîhanê dengek mezin vedabû. Dijminê ku hetanî wê demê wisa xwe bawer, wekî kesê ku bêje; ‘min ev çiya afirandine’ li aliyê Tirkiyeyê ketibû nava quretiyê lê li Kurdistanê jî ketiba nava taya sekratê… Jixwe heval Egîd jî li piştî çalakiyê nirxandinek wiha dike: “Çalakiya me gihişt armanca xwe, li hundir û derve dengek mezin veda, di gelê me de baweriyek mezin, di dostên me de jî keyfxweşiyek çêkir; mêtînger û reformxwaz jî qehirand. Bêdermaniya dibin dîmena xapînok a artêşatirk derxist holê, pêşî vekir ku gel(girse) rastiya artêşa mêtînger wekî heyî bibîne û henekê xwe li mirinê bike.” Ji ber li ser girîngiya vê çalakiya dîrokî hetanî niha gelek bername, nivîs, belgefîlm, hatine çêkirin lewma ez ê zêde behs nekim. Lê vêca em bifikirîn ku eger ji bo agahî standinê mirovek hatiba peyda kirin, wê teqez encama çalakiyê hê cudatir ba. Lê ligel vê jî heval Egîd vêya ji xwe re nake asteng; bêyî ku li benda kesekî navçeyê baş dizane bisekine, xebatên xwe yên keşfê didomîne. Ango vê rewşa dezavantaj vedigerîne avantajekê.

Wekî heval Fuad dibêje: “Em her tim aliyê vala yê piyale dibînin, lê heval Egîd li gel aliyê vala aliyê tijî yê piyalê jî dibîne. Ango wekî me li jor anî ziman vê rewşê bi afirîneriya xwe vedigerîne avantajekê. Çima? Ji ber ji aliyê heval Mazlûm ve hatibû rêxistin kirin, ji ber ji aliyê Rêber Apo ve hatibû perwerde kirin, ji ber berpirsyariya wî ya li hember lehengên Zîndana Amedê, eşqa wî ya gel û welat hişt ku dezavantajên hetanî wê kêliyê vegerîne deskeftiyekê. Jixwe ji ber wan sedeman heval Egîd beriya çalakiya serkeftî ya ku dijmin matmayî dihêle û dibe sedem ku wekî mirovê felç bûyî nekaribe tiştekî jî bike, dibêje: “Di wê navberê de ez ji xwe re wiha difikirîm; bajarê Dihê ya ku hetanî wê demê hata tu kesî/ê jê tuneyî, wê bibe cihek nêz a ku ji aliyê her kesî/ê ve tê nas kirin û êdî wê bi vê wesîleyê, navê kurdan jî wê her derê bê axaftin…”

Binêrin bi rastî jî hîna ne diyare ka wê çalakî pêk bê an wê pêk neyê. Lê pêşbiniyek welê kûr heye ku eger çalakî li dar bikeve û bi serkeftî bi encam bibe, wê çi bi xwe re bîne datîne holê. Di notên xwe de behs nake, lê teqez berevajiya wê jî hesab kiriye. Lê berevajiya wê ji bo xwe qebûl nake, ji ber ne heval Mazlûm ne jî Rêbertî bi tu awayî astengî ji xwe re nekirine hincet. Ji ber vê jî ji bo ku çalakî bi serkeftî encam bibe û ev çarenûsa serberjêr a gel û welat biguhere, hemû daneheva xwe ya madî û manevî datîne holê. Jixwe ji ber wan taybetmendiyan bû ku hîna di demên destpêkê de heval Mazlûm heval Egîd, wiha bi heval Kemal û Xeyriyan dide nas kirin: “ Pir xwedî qebîliyet, jêhatî û bi xwestek e. Dibe ku bibe fermandar û rêberek baş ê gel.” Dîsa ev pêşbiniye ku hîna beriya çalakiya ewilî ku li Kurdistanê mînaka wê rû nedaye, lê ji hevrêyên xwe re dibêje ku: “ Ev şer, şerê gelê şoreşgeriye. Şerên gelê şoreşgerî jî; her tim biêş, zehmet û demdirêj in. Wê li pey vê çalakiyê; mirin, girtin, êrîş, rûxandin bibe perçeyek ji jiyana me. Eger ji we kesek ji vê re amade nebe an jî bawerî bi xwe neyne dikare tev li vê çalakiyê nebe.” Dibe ku ji ber vê hesasiyetê ye ku di civînekê de hişyariyek wiha jî dike: “Ronahiya ku wekî agirê pûş pêdikeve û ditemire, dixapîne û demkî ye.”

Heval Egîd di heman demê de hîna destpêka çalakiyê vê hesasiyetê jî nîşan dide ku her çiqas zarok, jin, pîr û kal ferdên malbatên serçeteyan jî bin; tu sûcek wan tuneye, divê bên parastin û eger di kêliya şer de birîndar jî bibin; ji herêma şer bên dûr xistin û derfetê tedavî kirinê jî hebe, bên tedavî kirin. Ji ber vê jî di dema çalakiya Dihê de du zarok û hevjîna serçeteyê qereqolê bi sivikî birîndar dibin, heval Egîd wan ji cihê pevçûnê derdixîne, lêborîn dixwaze û dişîne nexweşxanê. Yanê hîna wê demê hesasiyeta rêxistinê ya li hember zarok, jin, pir, kal bi kurtasî sivîlan datîne holê. Ji ber wê ev hesasiyet ji wê demê û hetanî niha wek rêgezekê tê parastin. Her çiqas dijminên mêtînger rêxistinê bi kuştina sivîlan tewanbar bikin jî, pratîka 39 salan a tekoşîna çekdarî li holê ye. Taybetmendiyek din a herî girîng û ji bo roja me jî hîna derbasdar, ne radest kirina nirxên madî ji dijmin re ne; rejîma faşîst leşkerî ya bi darbeya 12’ê Îlonê hat li ser erkê, zext li ser gel dikir ku çekên di destê xwe de radest bikin, ên di destê wan de çek tune jî biçin bi perê xwe çek bistînin û radest bikin. Dema heval Egîd vê dibihîze ji gel re dibêje ku: “Çek namûse, radest nekin. Eger hûn nekarin veşêrin jî bidin me, em ê wan li hember dijmin bikar bînin.”

Îro dijmin li her devera Kurdistanê dest datîne li ser nirxên me yên ser erd û bin erd, ên madî û manevî. Deverek welat nemaye ku nirxên me yên madî û manevî nehatibin talan kirin, rûxandin. Lê ligel vê jî bertekên me yên li hember vê pir lewaz in. Heta em dikarin bêjin ku hinek deveran qet tuneye. Halbûkî fermandarê nemir hîna wê demê dibêje ku: “Çek namûse radest nekin.” Heta gelek nirxên ku niha ji aliyê dijmin ve tên desteser kirin û rûxandin; bi saya vê tekoşîna çekdarî, bi saya deh hezaran şehîdên ve hatine bidest xistin. Çima heval Egîd pêwîstî bi hişyariyek wiha dibîne? Me li jor gotibû; ji ber xwediyê pêşbiniyek kûr bû, lewma van rojên ku em tê dane dibîne û mirov dikare bêje ku vê hişyariyê ji bo roja me jî dike. A din ligel ku dibêje: “Çek namûse radest nekin” jî, hîna hinek kes derdikevin û dibêjin ku: “Bila PKK çek dane.” Helbet wê rojek bê wê PKK çek dane. Ango wê heta hetayî bi çek nabe. Her kes dizane ku PKK’ê ji neçariyê çek hildaye. Rêber Apo beriya partî bûyînê dibêje ku: “ Eger dijmin derfetê çareser kirina pirsgirikan daba me, me wê serî li şerê çekdarî ne daba.” Ev jî tê vê wateyê ku PKK tu caran nebûye alîgirê şer û tundiyê û yê xwedî wîcdan be dema li dîroka şerê çekdarî mêze bike, wê bibîne ku Rêber Apo û tevgera azadiyê her tim ji bo aştî û çareseriyê hewldaye. Heta hîna çend sal beriya niha dema parêzerên Rêber Apo diçin hevdîtinê, Rêber Apo dibêje ku: “Eger derfet  bidin min ez ê di nava hefteyekê de pirsgirika kurd  çareser bikim.” Lê demek hê ew roj nehatine  û hem di wextek ku dijmin êrîşên xwe yên li ser gelê me daxist; salîse, çirke û xulekan de, mirov wê çawa bangawaziyek wiha li PKK’ê bike. Pratîka şer a 39 salan nîşanî me daye ku hetanî şerê çekdarî ango zimanê ku dijmin fêm dike nebe, wê dijmin neyê rêya rast ku heval Egîd piştî çalakiyê Dihê dibêje ku: “Dibe ku me ji aliyê leşkerî ve zêde windahiyên madî ne dabin dijmin, lê di nava refên leşkeran de tirsek mezin a derûnî vekiriye û artêşa tirk di nava tirsê de xeniqandiye. Êdî nobeta qereqolan bi gundiyan didin girtin. Dijmin di helwesta xwe ya li hember gel de, hetanî asta dawî nerm bûye.” Yanê ev mînak jî dide nîşan ku çek nebe, wê gelê me bi qirkirinê re rû bi rû bimîne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar