Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Heke deriyên Îmraliyê vebin dê aştî jî pêk were’

Ji îmzevanên deklarasyona "Banga Aştiyê" siyasetmedar Ahmet Farûk Unsal got ku ji bo çareserkirina meseleya kurd, divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe û wiha got: "Ger deriyên Îmraliyê bên vekirin dê di warê çareserkirina meseleya kurd de aktorekî girîng, Ocalan têkeve dewrê.”

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ev 25 sal in li Îmraliyê di bin tecrîdeke mutleq de tê agirtin û 32 meh in bi tu awayî agahî jê nayê girtin. Ji bo şikandina tecrîdê li Stenbolê nivîskar, rojnameger, siyasetmedar û rewşenbîr jî di nav de 78 kesan “Deklarasyona Banga Aştiyê” daxuyandin. Yek ji îmzevanên Deklarasyonê siyasetmedar Ahmet Farûk Unsal ku di hilbijartina 2002’yan de ji AKP’ê bû parlementer, di navbera 2009-2016’an de serokatiya giştî ya MAZLÛMDER’ê kiriye têkildarî armanca deklarasyonê de axivî.  Unsal bilêv kir ku meseleya kurd hem Tirkiyeyê hem Sûriye, Iraq û hem jî Îranê eleqedar dike û veguheriye meseleyeke herêmî û got ku ev yek di warê aştiya civakî de gefeke mezin pêk tîne.

Unsal bilêv kir ku ji ber vê deklarasyona “Banga Aştiyê” gelek watedar û girîng e û got ku gelek rojnameger, ramanwer, siyasetmedar û rewşenbîr îmze danîn bin deklarasyonê. Unsal destnîşan kir ku bi neçareserkirina meseleya kurd û domandina wê, gefeke mezin li aştî û aramiya civakî tê xwarin û got: “Lewma me xwest em potansiyel neyê paşguhkirin. Ev deklerasyona ji bo otorîteyê, xwediyên hêzê û Meclisê hişyariyek e.”

Unsal destnîşan kir ku kirîza aborî û gelek pirsgirêk û qeyranên din ên li Tirkiyeyê girêdayî neçarserkirina meseleya kurd in û got: “Tirkiye, bi taybetî di du salên dawî de bi krîzeke aboriyê ya mezin re rû bi rû ye. Enflasyon çûye û çûye û buhabûneke tirsnak heye. Sedema vê jî li gel nelêritiyê, neavakirina aştiyê ya li Tirkiye, Rojava û Başûr e. Îjar gava gelên Tirkiye vê meseleyê di warê aştiya civakî û derûniya civakî de esas bigirinû bi awayekî giştî ji bo aramiya aborî li ser hûr bibin, dê piştgiriyeke mezin bidinê. Yanî divê em car din maliyeta aborî ya şer ji gelên xwe re bibêjin.”

Unsal destnîşan kir ku di deklarasyonê de ji bo çareserkirina meseleya kurd a li ser esasekî demokratîk û aştiyane, doza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatiye kirin û wiha domand: “Wekî hûn dizanin 32 meh in deriyên Îmraliyê girtî ne. Ne parêzer dikarin hevdîtinê bikin ne jî malbat. Wekî me berê jî dîtiye, ger deriyên Îmraliyê bên vekirin dê di warê çareserkirina meseleya kurd de aktorekî girîng, Ocalan têkeve dewrê. Lewma ji bo aramiyê divê em hewl bidin ku ev aktor têkeve dewrê. Deklarasyon dixwaze meseleya kurd li meclisê rasterast têkeve rojeva partiyan, deriyên Îmraliyê yê ku desthilatê qanûnên xwe eciqandine û ew girtine bên vekirin.”

Unsal axaftina xwe wiha domand: “Di dema pêvajoya ku em jê re dibêjin pêvajoya çareseriyê de, desthilatê bi awayekî înîsyatîf girtibû û muxatabiyeke rast ava kiribû û rasterast bi Ocalan re pêvajoyek dabû destpêkirin. Em ji pêvajoya 2013-2015’an baş dizanin ku gava Ocalan têkeve dewrê dê bandoreke çawa bide der. Wê demê hema bibêje tundî nemabû û derdora civakî ya din jî -ku Behra Reş, Anatolyaya Navîn û Behra Spî jî- atmosfera aramiyê esas girtibûn û piştgiriya wê kiribûn. Madem tecrûbeyeke me ya bi vî rengî heye û madem piraniya civakê piştgiriya vê kir, nexwe ji bo nevekirina deriyên Îmraliyê tu sedemek tune ye. Em car din vekin bila pêvajoyeke ku bes xwîn biherike û aştiyeke civakê çêbibe, rû bide.”

Unsal bilêv kir ku ger desthilat guh li deklarasyonê bike dê meseleya kurd bê çareserkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar