Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...
Çarşamba - 17 Temmuz 2024

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

‘Heke em bibin yek em ê teqez bi serkevin’

Nobeta Demokrasiyê ya li Amed, Mêrdîn û Wanê di roja 44’an de berdewam kir. Serokê Komeleya Şêx Saîd Mehmet Kasim Firat li Amedê  diyar kir ku bi sedan sala ye kurd bi berxwedanê li ser piyan e û wiha got: “Heke em bibin yek em ê teqez bi serkevin.” Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Ebu Gunay, li Mêrdînê axivî û wiha got: “Îro pêdiviya me bi darazek serbixwe heye.” Li  Wanê jî parlementerê  HDP’ê Mûrat Sarisaç axaftinek kir û diyar kir ku di dawiyê de çi dibe bila bibe dê encam bi heybet be

Nobetên Demokrasiyê ku li dijî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên HDP’ê hatiye destpêkirin, di roja 44’emîn de berdewam kirin. Li Amed, Wan û Mêrdînê di nav siyasetmedar, nûnerên saziyên civakî, hevşaredarên ji pêywirê hatine girtin û welatî di çalakiya li dijî dayînkirina qayûman de amade bûn.

Li Amedê di roja 44’an a Nobeta Demorasiyê de Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, parlamenterên HDP’ê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê, rêxistinên civanan û bi sedan kes tevlî nobeta ku li Amedê li Kolana Lîseyê tê girtin, bûn.  Di nobetê de Serokê Komeleya Şêx Saîd Mehmet Kasim Firat axivî û diyar kir ku bi sedan sala ye kurd bi berxwedanê li ser piyan e û wiha got: “Êdî bes e, bila kurd bibin yek. Kurd li her derê di bin tundiyê de ne. Em li dijî vê tundiyên bên gel hev û li ber xwe bidin. Heke em bibin yek dê teqez bi serkevin.”

Serokê Komeleya 78’an Ganî Alkan jî diyar kir ku bi desteserkirina vîna gel, qeyûman li dijî demokrasiyê darbe pêk aniye û ji bo şandina qeyûman banga mezinkirina têkoşînê kir.

Şaredarê Berê yê Amedê Mehdî Zana jî ku tevli Nobeta Demokrasiyê bû diyar kir ku berxwedana 44 rojan ew aniye qadê û ev tişt got: “Destkeftiyên kurdan ji bo me esas in. Em tev bi hev re li diJî êrîşên li hemberî deskeftiyên kurdan rawest in.”

Gunay: Pêdivî bi darazek serbixwe heye

Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûm  li Mêrdînê di roja 44’an de dewam kir. Nobet li ber avahiya HDP’ê hat lidarxistin. Polîsan dîsa avahiya partiyê kirin dorpêçê. Ligel vê jî girse li ber avahiya partiyê kom bû û bi vekirina pankarta “Vîna gel nayê xesp kirin” dest bi Nobeta Demokrasiyê kirin. Girseyê bênavber li çepikan xist, dirûşme berz kirin.

Piştî çalakiya rûniştinê Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay daxuyaniya îro da. Gunay diyar ki ku 44 rojin nobeta wan a dewam dike û wiha axivî: “Em ê heta dawiyê mafê xwe biparêzin û vîna rast gel derxin holê. Qeyûm tu carî nikarin şaredariyan bi rêve bibin. Bi tayînkirina qeyûm pêşiya xespê, talan, nelirêtî, tacîz û tecawîzên jinan vekirin. Bi taybetî qeyûm êrîşa li ser destkeftiyên jinan e.”

Gunay di dawiya axaftina xwe de banga xwedî derketina HDP’ê li raya giştî kir. Çalakî piştî axaftina Gunay bi berzkirina dirûşmeya “Bi berxwedanê em ê qezenc bikin” bi dawî bû.

Sarisaç: Çi dibe bila bibe wê encam bi heybet be

Nobeta Demokrasiyê li Wanê jî di roja 44’an de dewam kir. Parlamenterên HDP’ê Murat Sarisaç, Musa Farisogullari, Muazzez Orhan, Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, Aktivîstên TJA’yê û gelek kes beşdarî çalakiya nobetê ya li ber avahiya HDP’ê ya Îpekyoluyê pêk hat, bûn. Di çalakiya rûniştinê de dirûşmên “Em ê serî hildin û bi ser bikevin,”Hevserokatî ji bo me xeta mor e” hat berzkirin. Di çalakiyê de Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Murat Sarisaç axivî.

Sarisaç bal kişand ser qeyûman û wiha got: “Tu asta van kesan nîne ku nûneriya gel bikin, gel bi bandor bikin û bi rêve bibin. Ew encex berîka xwe bi bandor bikin. Ev gel wê di dawiya dawî de hesap ji wan bipirse. Gelê kurd dibe ku gelek tiştan ji bîr bike lê tu carî zilma li wê hatiye kirin ji bîr nake. Gelê kurd xayînkerên xwe tu carî ji bîr nake. Sed sal jî derbas bibin, du sed sal jî derbas bibin wê dîsan ji bîr neke. Dewlet û hikûmet wê tu carî nekarin me teslîm bigirin. Em ji bo hiqîqetê têdikoşin. Têkoşîna vê heqîqetê wê teqez bi ser bikeve. Çi dibe bila bibe wê encam bi heybet be.”Sarisaç, di dawiya axaftina xwe de bang li hêz û beşên demokrastîk, aştîxwaz û azadîxwaz kir ku ligel HDP’ê cih bigirin.

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar