Tevî bertekan jî birîna daran a li qadên daristanan li gelek bajaran didome. Dema ku Daristana Akbelenê ya navçeya Mîlas a Mûglayê ji bo qada madenê ya sermayedaran tê talankirin li bajarên weke Şirnex, Amed û Colemêrgê jî dar ji aliyê leşker û cerdevanan ve tên birîn. Ji bilî birîna daran şewatên daristanan jî didomin. Wezîrê Çandinî û Daristanê Îbrahîm Yûmakli, aşkere kir ku îsal di 22 şewatên daristanê de qadeke nêzî 6 hezar û 900 hektarî zirar dît. Nayê zanîn ku şewatên li Cûdî di nav van daneyan de cih digirin an na. Ekolojistên li dijî texrîbata ekolojîk dengên xwe derxistin, bang li herkesê kir ku qadên jiyanê biparêzin.
Heke herkes bêje ‘bisekine’ dê encam bê girtin
Ekolojistan, destnîşan kirin ku heke li dijî birîna daran û şewatên daristanan ên li gelek bajaran didomin, hemû beşên civakê bêjin ‘bisekine’ dê encam bê girtin.
‘Divê li her derê têbikoşin’
Ekolojîst Erdal Dalgiç ê li Mêrsînê dijî, anî ziman ku texrîbata ekolojîk zerarê dide gel jî û wiha got: “Divê mafê jiyanê yê hemû zindiyan bê parastin. Em naxwazin li tu derê welat dar bên birîn û daristan bên şewitandin. Modernîteya Kapîtalîst qadên me yên jiyanê tune dike. Divê em li dijî vê derkevin. Ne tenê li Akbelenê divê em li her derê welat li dijî talankirina xwezayê têbikoşin.”
‘Parastin erka me ye’
Yek ji parazvanê ekolojiyê Alî Diyaroglû jî anî ziman ku xweşikahiyên xwezayî yên welat pêşkeşî sermayedaran hatine kirin û wiha got: “Li welat tiştekî ku nefirotine nehiştine. Weke çareya dawî daristanan feda dikin. Bi talana van axan, qadên ku gel bêhnê bistîne nehiştin. Ez 71 salî me, demekî dirêj ji bo xwezayê têdikoşim. Dixwazin gelê ku li Cûdî li Akbelenê têdikoşin asteng bikin, divê herkes piştgiriya van qadan bike. Berpirsyartiya me ya ku ji zarokên xwe re pêşerojeke ku bikarin bêhnê bistînin bihêlin heye.”
‘Ji bo xwezayê dengê xwe bilind bikin’
Yek ji parazvanê xwezayê Umran Buyukaşik jî bi lêv kir ku li Akbelenê ji bo rantê, li Cûdî û Dîkmeceyê jî ji bo qadên jiyanê yên gel ji holê bê rakirin polîtîkayek tê meşandin û wiha got: “Em vê desthilata ku her qada me ya jiyanê veguherand rantê qebûl nakin. Îro li peravê behrekê ketina behrê jî bi pere ye. Ev xweza, ax ya me ye. Em destûr nadin ku ji bo rantê bê talankirin. Heke herkes ji vê talanê re bêje ‘bisekine’ dikare encamek were bidestxistin. Werin em ji bo xwezayê dengê xwe bilindtir derxînin.”
‘Qezenca şîrketan esas tê girtin’
Ekolojîst Mehmet Remzî Çelîk ê anî ziman ku ji bo qadên daristanî zêde girîngî nayê dayîn jî bi lêv kir ku di serdema AKP’ê de qadên daristanî bi xwemalîkirinê veguherîne qadên rantê û wiha got: “Weke ku li Akbelenê ji bo qada madenê vekin qada daristanî ji holê radikin. Heke Daristana Akbelenê ji holê rabe dê navçeya Bodrûmê bêav bimîne. Ji ber ku xeta avê ya Bodrûmê ji wir derbas dibe. Em ji guhertina avhewayê dibînin ku rewş çiqad cidî ey. Ji parastina daristanan wêdetir, qezenca şîrketan esas digirin.”
Polîtîkayên şer
Endama Koalîsyona Edaletê ya Avhewayê ya Partiya Çepên Kesk Çîgdem Ozbaş jî anî ziman ku dewlet bi “polîtîkayên ewlehiyê” re dixwaza erdnîgariya Kurdistanê bê daristan bihêle. Şewitandina daristanan encamên polîtîkayeke zanebûne. Şewitandina daristanên herêmên kurdan perçeyekî polîtîkaya şer e. Li dijî vê komkujiya xwezayê divê em dest bidin hev û li dijî derkevin.”
Ozbaş, destnîşan kir ku astengkirina mudaxileya şewatên daristanan jî girêdayî polîtîkayên şer in û wiha berdewam kir: “Şûna ku dewlet xwedî li xwezayê derkeve, bacên ku ji gel kom dike dide çek. Dewlet ji bo vemirandina şewatan razemeniyê li amûran nake, li şer dike.”
Ozbaş, da zanîn ku du caran tev li çalakiya nobetê ya li Akbelenê bûye û wiha got: “Em ê dawiya hefteyê dîsa biçin. Esas em hewl didin çaleke dojehê asteng bikin. Kirdeya vê çala dojehê diparêze jî dewlet bi xwe ye. Bi tu awayî guhdariya hawîrdorparêz û gundiyan nakin.”