Endamê Yekitiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) Ehmed Huseynî têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li dijî rojavayê Kurdistanê ji ANHA’yê re axivî.
Ehmed Huseynî diyar kir ku dewleta tirk bi êrîşên xwe hebûna kurdan hedef digire û dixwaze tune bike. Huseynî wiha domand: “Di hêla dîrok, çand, ziman û di her alî de dixwaze kurdan tune bike. Kurdan li dijî hişmendiya wan serî netewand û kurd xwedî fikir û nêrîn in û dikarin mafên xwe bi dest bixin. Ev êrîş jî ji ber van sedeman in. Heke ji destê dewleta tirk bê dê oksejînê li ser gelê kurd qut bike.”
‘Divê partiyên siyasî ji gel re xizmetê bikin’
Huseynî anî ziman ku dewleta tirk ne tenê li dijî kurdên li Rojava, li dijî hemû kurdan in û wiha got: “Ji ber ku armancên sereke yên dewleta tirk dijminatî û înkarkirina gelê kurd e. Divê partiyên siyasî xizmetê ji gelê kurd re bikin, diyalogê pêş bixin, ji bo gel bixebitin û dûrî nêrînên partîtiyê bisekinin. Divê hêzên kurd parastina dîroka kurd bikin. Ji ber ku mayîndebûna çanda kurdî, di parastina dîrokê de ye. Bi vê yekê dikarin pêşî li dijmin bigirin. Çanda kurdî jî hebûn û dîroka gelê kurd e û ji nifşekî derbasî nifşekî din dibe.”
Pêşniyara avakirina lêvegereke ji bo rewşenbîran
Helbestvan Ehmed Huseynî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê li dijî van hewldanên dewleta tirk, gelê kurd dengê xwe bilind bike. Di vê serdema êrîşên dewleta tirk de rola herî girîng dikeve ser milê rewşenbîrên kurd. Lewma divê xwedî helwest bin da ku gel û partiyên kurd ji bo yekitiyê hişyar bikin û nîşan bidin ku a herî rast, jiyana li ser bingeha azadiyê ye. Divê ji ewil jî yekitiya xwe ava bikin. Dikarin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lêvegerekê ji bo rewşenbîran ava bikin ku armanca vê lêvegerê çareserkirina pirsgirêkan û têkiliyên civakî û siyasî be. Divê rewşenbîr xwe ji hemû nakokiyên siyasî rizgar bikin û bibin xwedî kesayeteke azad.” QAMIŞLO