Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

‘Heke vîrûs li girtîgehan belav bibe dê bi xwe re karesatê bîne’

Vîrûsa koronayê roj bi roj li Tirkiyeyê berfirehtir dibe. Li gorî daneyên fermî li Tirkiyeyê heta niha 670 kes bi vîrûsê ketine û 9 kesan jî jiyana xwe ji dest dane. Yek ji cîhên ji ber vîrûsê herî bi fikar jî girtîgeh in. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di girtîgehan de 457 jê giran hezar û 333 girtiyên nexweş hene. Malbatên girtiyên nexweş ên Siddik Guler, Mehmet Emîn Ozkan û Azîz Ok der barê metirsiya vîrûsa koronayê de ji MA’yê bi Fahrettîn Kiliç re axivîn.

Girtiyê bi navê Siddik Guler (80) ev 21 sal in di girtîgehê de ye û niha li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê dimîne. Guler di 1994’an de bi îdiaya ‘Yekitiya dewletê xerab kiriye’ hate girtin. Piştî guhertina qanûnan a di sala 2004’an de hat berdan lê bi heman sûcdariyê di sala 2009’an de dîsa hat girtin û hêj girtî ye. Guler heta niha 10 caran ji girtîgehan hatiye sirgûnkirin û nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe yên jiyanî dabîn bike.

Nexweşiyên kronîk lê peyda bûne

Keça Guler, Ayşe Guler têkildarî mijarê axivî û got: “Bavê min ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nikare bi tenê bijî. Ev nexweşî di girtîgehê lê peyda bûn. Nexweşiya dil pê re heye û heta niha du caran anjiyo bûye. Nexweşiya kronîk a bayê pê re heye. Carekê ji çavên xwe jî emeliyat bû. Yekî temenê wî 80 salî û nexweş dê çawa li xwe binêre? Di hevdîtina vekirî de bavê min li gel girtiyên FETO’yê re derdixin. Ev vîrûs ji bo bavê min xetere ye. Di girtîgehan de jî şert û mercên ku li wan binêrin tune ne. Em dixwazin rojek beriya rojekê bavê min û girtiyên din bên berdan.”

23 sal in girtî ye û nexweş e

Girtiyê nexweş 80 salî Mehmet Emîn Ozkan (Apê Dedo) jî bi îdiaya ‘têkiliya wî bi kuştina Fermandarê Cendirmeyan Bahtiyar Aydin re heye’ ev 23 salin girtî ye. Ozkan heta niha li 7 girtîgehan maye û niha li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dimîne li gel kurê xwe Ahmet Ozkan re dimîne. Tevî ku rewşa nexweşiya Ozkan girane jî nayê berdan.

Ozkan nikare xwe bi xwe xwarinê jî bixwe

Keça Ozkan, Selma Ozkan destnîşan kir ku di 16’ê adarê de bi telefonê bi bavê xwe re axiviye û wiha dom kir: “Bavê min bi alîkariya birê min di axive. Guhên wî nabihîzin. Nexweşiyên wî yên dil, tansiyon, guatir a bi jehr, helîna hestiyan, nexweşiyên rûvî û gurçikan, pirsgirêkên dîtin û bihîstinê û windakirina kîloyên zêde hene. Pîr e, nexweş e û di şertên girtîgehê yên awarte de dijî. Nikare xwe bi xwe xwarin bixwe, serê xwe bişo, tiraş bibe û biçe daşirê. Divê bê berdan. Me serî li wezareta dadê û serokomariyê da lê bêencam ma. Di 25’ê gulana 2015’an de Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Gazî Yaşargîl a Amedê, rapora ji sedî 87 astengdar e da bavê min. Lê piştî çar salan di 27’ê adara 2019’an de heman nexweşxaneyê rapor daxist ji sedî sifirê û rapor kirin ‘dikare di girtîgehê de bimîne.’ Ev biryar bi temamî siyasî ye. Dewlet ji jiyana girtiyan berpirsyar e. Dewlet girtiyên nexweş terkî mirinê dike.”

‘Ji encamên neyînî dewlet berpirsyar e’

Yek ji girtiyên nexweş jî Abdulazîz Ok e. Ok ev 27 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa L a Panosa Agiriyê tê ragirtin. Li Ok nexweşiyên sinûzît, bronşit, nexweşiyên mîdeyê û nexweşiya diran peyda bûne.  Malbata Ok diyar kir ku di 17’ê adarê de bi rêya telefonê bi kurê xwe re axivîne û ev agahî dan: “Ji ber nexweşiya vîrûsa koronayê rayedarên girtîgehê tu tedbîr ne girtine. Ji derveyî taloqkirina neqil û hevdîtinên vekirî û dezenfekta qawîşan tu tiştek nekirine. Li Îranê û hin dewletên din girtî berdane lazim e Tirkiye jî girtiya berde. Qet nebe divê girtiyên nexweş û kesên xeteriya wan hene divê werin berdan. Ji hemû encamên neyînî dewlet û hikûmet berpirsyar e. Xetereya belavbûna vîrûsa koronayê heye û divê demildest bên berdan.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar