Piştî bûyera li Zînî Wertê ku bi şandina hêzên pêşmergeyan li herêmê re dest pê kiribû, mijara yekitiya neteweyî ya gelê kurd jî bêhtir kete rojeva gelê kurd. Têkildarî mijarê çalakvanên civaka sivîl ên navçeya Ranya ya ser bi herêma Raperînê ve ji Rojnewsê re axivîn.
Ji çalakvanan Aso Kosarî diyar kir ku yekitiya neteweyî mecbûriyeteke û wiha domand: “Sedema parçebûna Kurdistanê jî neyekbûna kurdan bû. Sînorên Kurdistanê yên li Rojhilata Navîn diyar in. Neteweya kurd jî ji ti neteweyeke din kêmtir nîne. Ji bo yekitiyê hewcehî bi bedelan heye. Sedemê pêknehatina yekitiyê, serkêşên hizban in. Ji ber ku ne li gorî berjewendiyên gel, li gorî berjewendiyên xwe û hizbî tevdigerin. Di nava lepên hêzên derve de ne.”
Têkildarî mijarê çalakvan Yûsif Cehfer jî ev tişt anî ziman: “Gelê kurd yekitiya neteweyî weke xewneke dîrokî dibîne. Sedema avanebûna yekitiya neteweyî, hizbên kurdan in. Ev hizb di bin bandora hêzên derve de ne û bûne kirêdar. Heke yekitî çêbibe dê hebûna van hizban jî bi dawî bibe. Divê kurd hişyar bin û di xema welat û yekitiya navxweyî de bin. Ger yekitî çêbibe dê nifşê nû di xweşiyê de bin û fêr bibin. Yekitî dikare piştê li hemû dijminan bişikîne. Doza kurdan li her çar parçeyan jî yek e. Dema li kurdekî zilm tê kirin divê hemû kurd xwedî helwest bin û piştgiriyê bidin.” RAPERÎN