Navenda Nûçeyan |
Pêşnûmeya qanûna înfazê îro li meclisa dewleta tirk tê dîtin. Lê belê girtiyên siyasî daxilî vê qanûnê nehatine kirin. Malbatên girtiyên siyasî jî bertek nîşan dan û xwestin ku hikûmet di amadekarina qanûna înfazê de wekheviyê esas bigire.
Yek ji van girtiyan jî Remziya Karadag e ku li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê tê girtine. Dayika Karadag, Fîdan Karadag diyar kir ku keça wê ne sûcdar, dîl hatiye girtin. Karadag wiha got: “Piştî 5 mehan dê cezayê keça min xelas bibe. Lê niha ji ber du dosyayên din ceza lê hatiye birîn û dê di girtîgehê de bimîne. Ji ber ku bi kurdî stran gotine, cezayê disiplînê lê birîne. Her tim dixin hucreyê û dest danin ser her tiştê wan. Keça min di hevdîtina bi telefonê ya dawî de got ku ji bo vîrûsa koronayê tevdîrên baş nehatine girtin. Nexweşiya dil bi keça min re heye. Gelo ger keça min li wir bimire dê kî hesaba vê bide? Di qanûna înfazê de cihêkarî heye. Em vê qebûl nakin. Heke zarokên me jî daxil nekin em ê dakevin kolanan. Divê qanûn ji bo her kesî wekhev be. Divê girtî hemû bên berdan.”
Qanûna bingehîn hatiye binpêkirin
Girtiyê bi navê Muzaffer Çakmak jî j 9’ê cotmeha 2019’an ve girtî ye û li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê dimînê. Kurê Çakmak, Firat Çakmak jî têkildarî qanûna înfazê axivî û wiha got: “Hikûmetê bi vê qanûna înfazê re rêgeza wekheviyê binpê kir. Bavê min nexweşê KOAH û tansiyonê ye. Di koma nexweşên bi rîsk de ye. Lê bavê min daxilî qanûnê nekirine. Bi vî awayî qanûna bingehîn hatiye binpêkirin.”
‘Pêşnûme bi halê heyî mirovî nîne’
Dayika girtî Serhat Bulut ê ku li Girtîgeha Tîpa T a Cirnê Reş a Rihayê dimîne, Aynete Bulut jî diyar kir ku wekî kurê wê, bi hezaran kes bêsûc niha di girtîgehan de ne. Bulut destnîşan kir ku kurê wê di hevdîtina dawî de gotiye ku tevdîr nayên girtin û amûrên paqijiyê nadin girtiyan. Bulut wiha domand: “Pêşnûmeya qanûna înfazê bi halê heyî ne mirovî ye. Ez dixwazim êdî ev bêedaletî bi dawî bibe. Hiqûq ji bo kurdan tu caran nebûye. Divê demildest hemû girtiyên siyasî bên berdan.”
‘Hikûmet ji ewlehiya zarokên me berpirsyar e’
Du kurên Nûrettîn Ildiz girtî ne. Kurê wî Îbrahîm Ildiz (26) di dema qedexeya derketina derve ya li Nisêbînê de hate girtin û niha li Girtîgeha Tîpa T a Mêrdînê dimîne. Kurê wî yê din Alî Haydar (30) jî di Girtîgeha Tîpa D a Amedê de dimîne. Bav Ildiz got ku ji ber şewba koronayê fikarên wan hene û wiha domand: “Zarokên min dibêjin li girtîgehan tevdîr nayên girin. Maske û lepikan nadin girtiyan. Li girtîgeha Amedê sabûnekê bi 20 lîreyan difiroşin. Hikûmet ji ewlehiya zarokên me berpirsyar e. Ev pêşnûme bi halê heyî, li dijî mirovahiyê sûc e. Em dixwazin di pêşnûmeyê de wekhevî hebe.”
‘Rewşa me li vir pir xerab e’
Hevjîna rojnameger Azîz Orûç ê li Girtîgeha Tîpa L a Patnos a Agiriyê dimîne, Hulya Orûç jî têkildarî mijarê axivî. Oruç wiha got: “Hevjînê min got ku li girtîgehê ji bo koronayê tu tevdîr nehatine girtin. Di qawîşan de her tim bêhna lexemê tê. Ev 2 mehin Azîz dixwaze biçe nexweşxaneyê lê destûr nadin. Vê dewletê girtiyên nexweş terkî mirinê kirine. Azîz got; ‘Rewşa me gelek xerab e. Girtîyekê nexweşê dil nebaş bû û ev 10 rojin em agahî jê nagirin. Dibe ku em kiribin karantînayê. Tê gotin ku vîrûs li girtîgehê belav bûye. Welatekî mîna Îranê jî bêyî cudahî, hemû girtî berdan. Li vir tiştekî wisa nîne. Ji bo çareseriyê divê hemû kes dengê xwe derxîne.”
Tevî raporê jî nayê berdan
Malbata girtiyê nexweş Ciwan Boltan ku li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê dimîne jî der barê qanûna înfazê de axivî û ev agahî dan: “Zarokê me nexweş e û divê hemû girtî bên berdan. Bila cudatiyê nexin navbera girtiyan. Girtîgeh paqij nînin. Rapora kurê me ya ku nikare di girtîgehê de bimîne, heye. Parçeyên şarapnelan li ser mejiyê wî û di çend perçeyên bedenê wî de hene. Çavekî wî û destekî wî tune ne. Nexweşiya xwînê jî pê re heye. Li gel hemû girtiyan dixwazin Ciwan jî were berdan ku li dijî vîrûsê li mala xwe xwe biparêze.”
Birayê girtî Firat Darî (23) ku ji Doza Nisêbînê tê darizandin û niha li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê dimîne, Ahmet Darî jî der barê mijarê de nêrînên xwe wiha parve kir: “Li dijî girtiyan muameleyek nebaş heye. Birayê min û sê hevalên xwe ev ev mehek bû di hucreyê de bûn. Birayê min û hevalên xwe dikuxin û germahiya laşê wan zêde bûye. Lê nayên dermankirin. Cihê razanê yê girtiyan bihevve ne. Li ser wan xetere heye. Em tecrîdkirina girtiyên xwe qebûl nakin. Girtiyên me terkî mirinê kirine.”