Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

‘Heke zimanê miletekî tune bibe bi demê re ew bi xwe jî tune dibe’

Platforma Zimanê Kurdî ku di cotmeha sala 2018’an de ji aliyê partî û rêxistinên kurd ve li Amedê hatibû damezirandin, bi boneya 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî bi ser navê ’Îro Roja Zimanê Kurdî ye, li zimanê xwe xwedî derkevin’ daxuyaniyeke nivîskî da.

Daxuyaniya Platforma Zimanê Kurdî wiha ye:

“Di 15’ê meha gulana sala 1932’yan de li bajarê Şamê Mîr Celadet Bedirxan û hevalên xwe dest bi weşana Kovara Hawarê kiribûn. Ev kovara ku xwedî nirxên hêja bû, bi salan xizmetên giranbûha kirin. Em dizanin ku îro jî xebata ziman, edebiyat û çanda kurdî li ser mîrateya Hawarê pêşde diçe, dibişkive, geş dibe û berheman dide. Em weke Platforma Zimanê Kurdî li ber xebata Mîr Celadet Bedirxan û hevalên wî bi rêzgirtin kemberbest dibin.

Di Roja Zimanê Kurdî de ku ji sala 2006’an ve tê pîrozkirin, em weke Platforma Zimanê Kurdî di vê roja watedar de dixwazin bala gelê xwe bikişînin ser pirsa zimanê dayikê. Zimanê dayikê divê were parastin û bê bikaranîn. Dayik û bav divê zimanê kurdî bi hevdu re biparêzin. Em dizanin ku zimanê kurdî nasnameya me hemûyan e, rûmeta me ye, hebûna me ye. Di pirsa zimanê kurdî de divê em bi hişmendî tevbigerin. Ji ber wan sedeman divê miletê kurd di her qada jiyanê de zimanê xwe bi baldarî, bi dildarî û bi hişmendî bi kar bîne. Bi hemû hêza xwe xwedî li zimanê xwe derkeve. Em dizanin ku hişmendiya zimanê kurdî bi qasî hişmendiya siyasî, ji bo doza gelê Kurd jî girîng e. Gava ku zimanê me têk biçe, wê bi wextê re miletê me jî têk biçe.

Em weke Platforma Zimanê Kurdî careke din daxwazên xwe ji bo raya giştî dubare dikin;

* Di xebata siyasî de divê kurd civînên xwe bi kurdî bikin.

* Di çalakiyan de bi kurdî biaxivin, rewşenbirên me divê bi kurdî binivîsînin, hunermendên me divê bi kurdî xebatên xwe bikin, divê gelê me di dawet û şahiyan de bi kurdî biaxivin.

* Bila TV, rojname û malpêrên kurdan bi kurdî weşana xwe bikin.

* Di hemû tevgirêdanên olî de zimanê xwe bikar bînin, li mizgeftan, li şînan, li mewlûdan zimanê xwe bikar bînin.

* Li balafirgehan, li otogaran, di otobus û minîbusan de, li sûk û qeyseriyan de bi kurdî biaxivin.

* Ji bo zarokên xwe di dibistanan de daxwaza dersên bijarte bikin. Zimanê xwe bi hişmendî hilbijêrin û xwedî lê derkevin.

Helbet di Roja Zimanê Kurdî de em weke platformê hinek daxwazan jî berpirs û rayedarên dewletê jî dikin;

* Zimanê kurdî bila bibe zimanê perwerde û zimanê fermî.

* Bila rayedarên dewletê bi fermî Saziya Zimanê Kurdî damezirînin.

* Bila rayedar û berpirsên dadgeh û zindanan astengan ji zimanê kurdî re dernexînin.

* Bila li balafirgeh û otogaran jî bi kurdî anons werin kirin.

* Bila zimanê kurdî bi serbestî were bikaranîn.

* Bila zext û zordariyên ku li ser saziyên ziman û weşanên kurdî hene, demildest bên rakirin.

* Platforma me bi hişmendî dibêje; li vê dinyayê berê em kurdbûn û dixwazin li vê dinyaya gewrik dîsa weke kurd bimînin, weke kurd bijîn û em tu caran naxwazin asimîle bibin!” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar