Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Helbestê Erdogan û bêdengiya xeternak

Erdogan di roja 10’ê Kanûna 2020’ê de li Azerbeycanê di şahiya serkeftina şerê li dijî Ermenistanê de vê helbestê xwend.

Çemê Eres veqetandin

Bi qumê dagirtin;

Ez ji te venaqetim

Bi zorê veqetandin,

Ay Lâçîn, can Lâçîn,

Ez heyrana te Lâçîn

Erdogan çarçoveya wateya helbestê jî bi van gotinan diyar kir: “Laçîn êdî azad e. Wek Laçîn, Şuşa, Fuzulî, Cebraîl, Zengîlan, Kubatî, Agdam û Kelbecer jî azad e. (…) Îro, roja şadbûna ruhê Nurî Paşa, Enver Paşa û hemû neferên mêrxas ên Artêşa Îslamî ya Qafkas e.”

Îranê ji ber xwendina helbestê bertekekên tund nîşan da. Sedemê bertekên Îranê ji ber azeriyên li Îranê dijîn e. Tê zanîn ku hejmara azeriyên li Îranê dijîn bi kêmanî 24 milyon e. Fikara Îranê ev e ku Erdogan bi helbestê peyam dide azeriyên li Îranê. Di wateya “Çemê Erez bi qumê dagirtin” de ev peyam heye. Rêveberiya Îranê baş zane ku ev peyam ji aliyê azariyên li Îranê dijîn ve kurtir tê hîskirin.

Ee helbest ne tenê li dijî Îranê û Ermenistanê hatiye xwendin. Herî kêm bi qasî Îran û Ermenistanê ev helbest dijberiya rûsan jî dike. Jixwe Erdogan dema di wateya helbestê de binê hedefa xwe xêz dike û dibêje; “Îro roja şadbûna Enver Paşa û hemû neferên mêrxas ên Artêşa Îslamî ya Qafkas e” dixwaze bal bikşîne ser armanc û mirazê  Envar Paşa yê Fermandarê Artêşa Îslamî ya Qafkasyê.

Baş tê zanîn Enver Paşa ango Îsmaîl Enwer Paşa ew kes e ku ji bo hemû tirkên li Qafkasyayê bînê gel hev li dijî Bolşevîkan ango li jî rûsên wê deme şer kir û roja  4’ê Tebaxa 1922’yan di 40 saliya xwe de li gundê Çegen a Turkistanê hat kuştin.

Dixwiye ku ev miraz di dilê Erdogan de jî kêmtir bi qasê Enwer Paşa dikilkile. Bi xwendina helbestê re jî peyam dide hemû dewlet û kêmneteweyên tirk ên ku li Qafkasyayê dijîn.

Lê ji rêveberiya Rûsyayê tu deng dernekat. Di vir de du ger hene. Yek jê ev e ku Rûsya dev ji Qafkasyayê berdabe. A din jî ev e ku Rûsya bi rêbazê bêdengiyê dixwaze niyeta Tirkiyeyê hê bêtir zelal bibe. Niyeta Rûsyayê ji van her du egeran kîjan be jî ji bo Rûsyayê neyînî ye. Her du eger jî rê didin ku hestên Enver Paşa li herêmê geş û gur bibe.

Şerê Karabaxa Çiyayî jî beşeke vê geş û gurbûnê ye. Ev encam destnîşan dike ku piştî vê dê hewildanên li ser avakirina mirazên Enver Paşa hê bêtir dê lezê bide xwe. Dema ev miraz pêk hat Erdogan demildest Enwer Paşayê ku wek aqilmendê stratejiya Turan tê zanîn bi bîr anî. Serkeftina Karabaxê wek serkeftina yekemîm a vê projeyê servîs kir.

Îran bi hesabê Erdogan hesiya. Dît ku Erdogan di bin sîwana daxwaza mafên Azerbaycanê de rê ji bo xwe çê dike. Rêya ber bi Qafkasyayê ve. Rêya Enver Paşa ya ku diçe Tirkmenistan û hwd. li ser vê rê Îran, Ermenistan, kurd û rûs wek ‘kelem’ tên dîtin. Erdogan li dijî van ‘keleman’ bi helbesta xwen banga mezinkirina Artêşa Îslam a Osmanî ya ji bo îro dike. Di nav demeke nêz de bertekên hevgirtî yên bi rêxistinkirî li hember vê helwestê dernekevin holê dixwuye ku di siberojên nêz de ev dê ji bo van hemûyan xetereyên mezin derbixe holê.

Nûçeyên Têkildar