Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Helbestên Mîkaêlê Reşîd bi latînî çap bûn

Helbestên Mîkaêlê Reşîd cara yekem bi herfên latînî wekî pirtûk çap bûn. Pirtûka ku ji weşanxaneya Belkî bi amadekarîya Îbrahîm Bulak derçû, pirtûkên Mîkaêlê Reşîd We’de, Pencere û Mitale dihewîne

Mîkaêlê Reşîd ji nifşê duyemîn ê wêjeya kurdî ya herêma Qafqasan e. Ew di dewra xwe de di helbesta kurmancî de bûye pêşeng. Di nav helbestvanên nifşê duyem de Mîkaêlê Reşîd tevî Fêrîkê Ûsiv û Şikoyê Hesen bûne dengê nûjeniya helbesta kurmancî. Lê heta niha ji ber tu berhemên wî bi herfên latînî çap nebûbûn, di nav kurdan de zêde nehat naskirin.

Nîvîskar û lêkolînerê kurd Tosinê Reşîd ji bo helbestên wî wiha gotiye: “Mikaêlê Reşîd form û teherên şiîra ewropî anîn nav wêjeya kurdî, çawan dibêjin ew di kirasê kurdî de bi cih kirin.”

Dîsa nivîskar Emerîkê Serdar jî wiha qala helbestvaniya wî dike: ”Ew şayîr û merivekî wisa bû ku layîqe derheqa wî de her tim bê nivîsarê û bîranînê. Ew şayîrekî wisa bû ku ji mekteba şayîrtiyê derbaz bûbû û ew yek nava afrandinê xweda xwey dikir.”

Bi sê zimanan nivîsandiye

Mîkaêlê Reşîd ji xeynî kurdî bi rûsî û ermenîkî jî pirtûk nivîsandine. Wî tev de 7 pirtûkên kurdî nivîsandine, ji wan “We´de”, “Pencere” û “Mitale” bi herfên latînî ji aliyê weşanxaneya Belkîyê ve hat çapkirin. Ji xeynî wan her sê kitêban çar pirtûkên kurdî jî nivîsandine û ev pirtûk  wiha ne; “Dilê min” helbest 1960, “Şems” helbest 1970, “Îsaf” helbest 1984 û “Rêdame” helbest 1985.

Amadekarê pirtûkê Îbrahîm Bulak got wî bi xwe hîç dest nedaye rastnivîs û ûsila nivîsandina Mîkaêlê Reşîd û di dewra xwe de bi herfên kîrîlî çawa hatibe nivîsandin, bi vî rengî jî li herfên latînî hatiye guheztin.

Mîkaêlê Reşîd kî ye?

Mîkaêlê Reşîd di sala 1925’an de, li paytexta Gurcistanê Tiflîsê li maleke kurdên êzidî ji dayik bûye. Gelek salan di Radyoya Erîvanê ya beşa kurmancî de wek wergêr xebitiye. Ew di nav kurdên Sovyêtê de yekem kes bû ku bi sê zimanan (rûsî, ermenîkî, kurdî) berhem nivîsandine. Helbestvan û rojnamevanê kurd Mikaêlê Reşîd di sala 1985’an diçe rehmetê û li gundê Qamûşliyê li Ermenistanê tê veşartin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar