Dewlet bi OHAL’ê gel bi berxwedanê heye

Li Tirkiyeyê li aliyekî OHAL li aliyekî berxwedan heye. Dewlet ji bo hebûna xwe berdewam bike bi OHAL’eke bênav xwe li ser piyan digire....

Şoreşa Şengalê

Şengal... Bajarê qedîm ê Kurdistanê, navenda Êzdîxana pîroz... Di 3'yê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAIŞ’ê berê xwe dan vî bajarî û bi armanca qirkirina...

Dewlet bi OHAL’ê gel bi berxwedanê heye

Li Tirkiyeyê li aliyekî OHAL li aliyekî berxwedan heye. Dewlet ji bo hebûna xwe berdewam bike bi OHAL’eke bênav xwe li ser piyan digire....

Şoreşa Şengalê

Şengal... Bajarê qedîm ê Kurdistanê, navenda Êzdîxana pîroz... Di 3'yê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAIŞ’ê berê xwe dan vî bajarî û bi armanca qirkirina...
Perşembe - 14 Kasım 2024

Dewlet bi OHAL’ê gel bi berxwedanê heye

Li Tirkiyeyê li aliyekî OHAL li aliyekî berxwedan heye. Dewlet ji bo hebûna xwe berdewam bike bi OHAL’eke bênav xwe li ser piyan digire....

Şoreşa Şengalê

Şengal... Bajarê qedîm ê Kurdistanê, navenda Êzdîxana pîroz... Di 3'yê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAIŞ’ê berê xwe dan vî bajarî û bi armanca qirkirina...

Helbestvan Dildar û Hemdî di dilê kurdan de dijîn

Nivîskarê sirûda neteweyî “Ey Reqîp” helbestvanê kurd Dildar û helbestvan Hemdî Sahêbqiran di salvegera koça xwe ya dawî de, cihê xwe yê di dilê civaka kurd de diparêzin.

Helbestvan Dildar Yûnis Reûf) û Hemdî Sahêbqiran ku gelek xizmet ji bo wêje û ronakbîriya gelê kurd kirine, salvegera wefata wan e. Helbestvan Dildar di 20’ê Sibata sala 1918’an de li navçeya Koye ya Hewlêrê ji dayîk bûye. Piştî demekê ji ber karê bavê xwe, diçe navçeya Ranya ya Silêmaniyê û li gel malbata xwe li wir bicîh dibe.

Dildar di 10 saliya xwe de li Ranya refa duyem a dibistana seretayî qedandiye. Li ser jiyana xwe li Ranya, Dildar di salên piştre wê wiha bigota: “Her çiqas rojek xweş û çar roj nexweş be, lê li gel wê jiyan pir xweş bû.”

Piştî demekê bavê Dildar ji ber erka xwe dîsa vegeriya Koyê û Dildar jî dibistana seretayî li vir temam kir. Di sala 1930’an de li bajarê Kerkûkê dibistana amadeyî qedand û ji bo xwedina zanîngehê çû Bexdayê. Di sala 1935’an de beşa hiqûqê qedand û bû parêzer.

Di vê navberê de Dildar li Bexdayê dibe endamê partiya Hîwa û ji ber karên siyasî tê girtin.

Li aliyekê bi siyasetê re mijul dibû, li aliyê din di bin bandora wêjeyê de dimîne û ji helbestvan Nalî û Hecî Qadir Koyî gelekî bandor bû. Di encama van hewldanan de Dildar dest bi nivîsandin helbestê dike û di sala 1935’an de helbesta xwe ya yekem dinivîse. Ev helbest jî di Kovara Ronakî de tê weşandin.

Dildar têkildarî helbest û bandorê li ser wî wiha gotibû: “Di 1935’an de dema min zanîngeh dixwend min dîwana Nalî bi baldarî xwend û gelek bandor li ser min kir. Her wiha ez ji helbestên Hecî Qadir ku wêjeya Kurd dihunan jî pir bandor bûm. Van herdû wêjenasên Kurd wisa kir ku ez lêkolîna li ser helbestan bikim. Pir bi helbestan ve mijul bûm û min bi xwe dest bi nivîsa wan kir. Ez hîn li dibistana seretayî bûm, min gelek dîwanên Hacî Qadir Koyî ji ber kirîbûn. Bi taybet helbestên Evînî, Racî, Asî, Hisênî, Hîran min tevahî ji ber kiribûn. Her wiha min helbestên helbestvanên Kurd Wefayî, Kurdî, Feyeq Bêkes, Pîremêrd bi baldarî dixwendin û bandorek mezin li ser min kir. Min tam ji wan helbestan digirt.”

Helbestvan Dildar di encama van xebat û lêkolînên xwe de helbestan dinivîse û di nava civaka Kurd de deng vedide. Lê helbesta ku cihê wî di dilê gelê Kurd de çêkir, helbesta bi navê “Ey Raqîb” e. Dema ku 1946’an Komara Mehabadê hat damezirandin, ev helbest wekî sirûda netewî ya komarê hat qebûlkirin. Niha jî “Ey Reqîb” wekî sirûda netewî li çar parçeyên Kurdistanê tê qebûlkirin.

Dildar di 30 saliya xwe de ji ber nexweşiya penceşêrê di 12’ê mijdara 1948’an de li bajarê Hewlêrê çû ser dilovaniya xwe.

Hemdî Sahêbqiran

Helbestvan û wêjevanê kurd Hemdî ango Ehmed kurê Fetah Begê Hacî Îbrahîmê Begê Mehmud Sahêbqiran jî ji bajarê Silêmaniyê ye. Mehmud Beg bi navê Mehmud Begê Başçaweş jî tê naskirin. Hemdî di 1876’an de li bajarê Silêmaniyê tê cîhanê. Xwendina xwe ya yekem li mizgefêt xwendiye. Kesekî rewşenbîr û xwedî fikir bû, her wiha li ser zimanê erebî û farisî serwer bû.

Hemdî biraziyê Mistefa Begê Sahêbqiraniyê kurd bû. Li gel Salmî gelek helbest çêkirin û xizmetek mezin ji bo wêje û ronakbîriya kurd kiriye. Yekem helbesta xwe di 16 saliyê de nivîsandiye.

Yek ji hevalên Şêx Mehmudê Hefîd (Şêx Mehmûdê Berzencî) bû. Piştî ku Şêx Mehmûd hat girtin û sirgunkirin Hemdî çû çiya û qasî 3 salan jiyanek zehmet derbaz kiriye. Piştî ku Şêx Mehmud vegeriya Silêmaniyê ew ji hat bajarê Silêmaniyê.

‎Mala Hemdî di şerê cîhanê yê yekemîn de ji aliyê îngilîzan ve hat dagirkirin û pirtukxaneya wî di nava malê de hat şewitandin. Ev berhem ked û hewildanên 23 salan bûn.

Di navbera 1923–1926’an de bû Serokê Bajarvaniya Silêmaniyê û xizmetek mezin ji bo bajar kir. Piştre dest ji kar û barê hikûmetê berda dest bi nivîs û xizmeta wêje û helbestê kir.

‎Tevahî helbestên Hemdî li ser nîştîmanperwerî û mafê gelê kurd in. Her wiha li ser xweşikbûna xwezayê jî helbest nivîsandine. Helbestên wî piştre hatine komkirin û weke Dîwan hatine çapkirin.

Helbestvan Hemdî di 60 saliya xwe de yanî di 12’yê mijdara 1936’an de li bajarê Silêmaniyê çû ser dilovaniya xwe.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar