Helbestvanê kurd Elî Abdullah Sofî Mihemed îro di temenê 95 salî de jiyana xwe ji dest da.
Helbestvanê kurd Elî Abdullah Sofî Mihemed derbarê wêjeya kurdî de 4 pirtûk nivîsandi ne. Gelek helbestên wî bûne stran.
Elî Abdullah Sofî Mihemed di sala 1925’an de li Helebceyê ji dayik bûye. Li Bexdayê beşê mamostayê xelas kiriye. Yekem berhema wî di sala 1942’yan de li kovara Gelawêjê de hatiye weşandin.
Helbestvanê kurd dê îro li Helebceyê were veşartin. HELEBCE